RJAK: Xelkê Başûr divê biherike qadan

RJAK'ê bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî dakeve qadan.

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) di derbarê karanîna çekên kîmyayî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dijî gerîlayên azadiyê bikartîne daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku demeke dewleta Tirk a dagirker êrîşeke dijwar li ser Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne û wiha hat gotin: "Dewleta Tirk a dagirker li gel êrîşên hewayî û bejahî, li beramberî zarokên me yên li serê çiyayan dest bi karanîna çekên kîmyayî kiriye. Êrîşên ku têne kirin, şermezar dikin û bang li civaka Başûrê Kurdistanê dikin ku bi hemû pêkhateyên civakê ve dakevin kolanan. Li hemberî vê bêwijdaniya li hember zarokên me tê kirin helwestê nîşan bidin."

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê aliyên peywendîdar bêdeng nemînin û bi hevkariya gel li hember van êrîşan rawestin û bibêjin "Na ji şehîdxistina zarokên me û dagirkeriya li ser xaka me."