Li Şengalê wesayîta bombebarkirî hat teqandin

Bi wesayîteke bombebarkirî êrîş li Asayîşa Êzdîxanê hat kirin. Di êrîşê de du jê endamên asayîşê, bi tevahî 4 kes birîndar bûn.

Li ser rêya mezin a Şengalê saet di 20.30’an de bi wesayîteke bi bombeyan barkirî êrîş li Asayîşa Êzdîxanê hat kirin.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê, dest di wesayîta bombebarkirî neda. Asayîşa Êzdîxanê, da ser şopa wesayîtê.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, bi nêzbûna wesayîtê ya hêzên Asayîşa Êzdîxanê kesên di wesayîtê de, wesayît teqandiye. Ji ber teqînê du endamên Asayîşa Êzdîxanê û du sivîl birîndar bûne.

Hat zanîn ku du birîndar birine Nexweşxaneya Mûsilê, du jî birine Nexweşxaneya Şengalê.