Dayikên Aştiyê: Divê her kes rabe ser piyan!

Meclîsa Dayikên Aştiyê bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî rabin ser piyan.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê û êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar kir.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Denîz got, "Çekên kîmyewî li her derê qedexe ye, gelo tenê li dijî Kurdan ne qedexe ye? Em dewletên Ewropayê hemûyan şermezar dikin. Vê çeka kîmyewî tenê li dijî Kurdan bi kar tînin. Kezeba dayikan dişewite. Em vê yekê ti carî qebûl nakin. Piştî ku me ew dîmen dît, ti ji me nekarî bi rehetî razê. Ev zilm li dijî mirovahiyê ye, nayê qebûlkirin. Em dayik ti carî qebûl nakin."

'BARZANÎ ZAROKÊN ME DIKUJE'

Denîz bal kişand ser rola PDK'ê ya di bikaranîna çekên kîmyewî de û got, "Eger Barzanî destûr nedabûya ev nedibû. Barzanî zarokên me dikuje. Em wan şermezar dikin. Barzanî yekî welê ye ku para xwe ji mirovahiyê negirtiye. Barzanî ne Kurd e, ji ber ku xwîna Kurdan pê re nîne. Em wî şermezar dikin."

Denîz bang li her kesî kir ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe bilind bikin û got, "Em bang li her kesî dikin ku xwe mirov dibînin: Li dijî çekên kîmyewî rabin ser piyan. Çeka kîmyewî exlaqî nîne, qanûnî nîne. Em vê şermezar dikin û qebûl nakin. Divê her kes rabe ser piyan."