HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin ceczakirin, yek jî birîndar bû. Derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a sûcdarê şer, ku dixwaze planên xwe yên dagirkerî û qirkeriyê yên li ser Kurdistanê bibe serî, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava şert û mercên ehrî giran de li ber radibin, berdêlên giran didin û nîşan didin ku parêzvanê yekane yên destketiyên gelê Kurd in. Berdêlên têne dayin çiqasî giran jî be ewladên leheng ên gelên bindest ên bi pêşengiya ciwanên Kurd wê ji têkoşînê gavekê bi paşve neavêjin. Li gel êrîşên giran ên dijmin, ev berxwedana bi heybet a ku bi biryardarî, werekî û ruhê fedaî yê Apoyî tê meşandin, bi çalakiyên hêzên me dewam dike.

Di encama çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û 120 kîlo teqemeniya ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer amade kiribûn, hate îmhakirin. Derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 15 caran bi balafirên şer, 58 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obusan bombe kir."

HPG'ê li ser çalakiyan û êrîşan ev agahî parve kir:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

17'ê Cotmehê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, dagirkeran xwestin li pêşiya çeperên şer ên li Şehîd Botan plastîk û lastîkên wesayitan bişewitînin, dûyê bi jehr berdin nava çeperan. Li hemberî van dagirkeran çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

18'ê Cotmehê saet di 06:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sacayê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

18'ê Cotmehê saet di 14:20'î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

18'ê Cotmehê saet di 20:15'an de helîkopter li ser Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil firiyan. Tîmên me yên bi tevger derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky xistin ku hewl dida hêzên xwe li qadêy deyne. Helîkoptera Skorsky beriya ku karibe hêzên xwe deyne ji neçarî ji qadê çû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

18'ê Cotmehê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş a li Xakurkê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

16'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Bektorya ya Heftanînê, tîmên me yên bi tevger komek ji dagirkeran xistin bin kontrola xwe. Piştî ku demekê şopand saet di 20:45'an bi çekên ferdî lê dan. Dagirkerê ku derb xwarin li qadê belav bûn. Hêzên me ku bi astekê xwe vekişandin, da pey koma dagirker. 17'ê Cotmehê saet di nvabera 08:00 û 09:00 de hêzên me bi çekên ferdî careke din li koma dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

18'ê Cotmehê saet di 08:30'î de 120 kîlo teqemeniya ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê amade kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate îmhakirin.

18'ê Cotmehê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

18'ê Cotmehê saet di 22:15'an de çeperên şer ên li Şehîd Sîpan ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Hate tepsîtkirin ku gaza bi jehr a ji ber bombardûmanê bi qadê ket, qirik û sînga mirovan dişewitand.

18'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Botan û Şehîd Serxwebûn 5 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

18'ê Cotmehê li herêma Garê zeviyên Gundê Sêdarê, Gundê Kanîsarkê û Gundê Çemrobotkî 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Karker, Saca, Kurojahro, Şehîd Fedakar, Girê Cûdî û Girê Amediyê 58 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

18'ê Cotmehê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Saca, Girê Cûdî û Girê Amediyê geriyan.

18'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi dehan carî bi obusan hatin bombekirin.

18'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Karker, artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan çeperên şer hilweşîne.

Artêşa Tirk a dagirker li Qadên Şehîd Fedakar û Girê FM'ê ji bo dagirkeriyê rê çêdike."