Li Mexmûrê meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk meşiyan.

Şêniyên Wargaha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li dijî gerîla bi kar tîne û di encamê de 17 gerîla şehîd bûn, meşiyan. Bi hezaran şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, êvarê li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana gerîla“, “Şehîd Namirin“, “Bijî Serok Apo“ û “Bimire xiyanet“ hatin berzkirin. Di meşê de al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin hildan. Gel, heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Mexmûrê meşiya û li wir daxuyanî da.

Beriya xwendina daxuyaniyê bi deqeyekê ji bo hemû cangoriyên Azadiya Kurdstanê rêz hat girtin û piştre Mamosta Hisên Kara daxuyanî xwend.

Hisên Kara, di kesayeta 17 Şehîdên Zapê de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û wiha got: “Dewleta Tirk, êrîşek kîmyewî û jehrî li ser zarokên me pêk anî û di vê êrîşê de 17 leheng şehîd bûn. Erdogan û Bahçelî li ser xwîna Kurdan dijîn. Çekên kîmyewî li cîhanê qedexe ye, lê lê ji bo Kurdan rewa ye. Bi çekên kîmyewî gerîlayên me dişewitînin û qetil dikin. Hemû dewletên NATO’yê van çekan çêdikin çavên xwe ji dewleta Tirk re digirin. Ji ber ku hevkarê dewleta Tirk in. Em, dijminê xwe nas dikin, lê çima Kurdnê xayîn piştgiriya dewleta Tirk dikin?! Li Başûrê Kurdistanê van êrîşan dikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li kû derê ye. Em, bang li dewletên maskeyên mafê mirovan bi kar tînin dikin, werin li cihê bûyerê lêkolînê bikin. Ev erk û berpirsyartiyên Neteweyên Yekbûyî ne û divê demildest pêk bînin. ”

Daxûyanî, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“, “Bijî berxwedana gerîla“ û “Bimire xiyanet“ bi dawî bû.