KONGRA-GEL: Li dijî terora dewleta Tirk em rabin ser piyan

KONGRA-GEL got, "Ji bo raya giştî û saziyên navneteweyî yên li hemberî terora dewleta Tirk bêdeng in bikevin nava liv û tevgerê, em rabin ser piyan. Divê em hêrsa xwe bi rêya çalakiyan di asta herî bilind de nîşan bidin."

Di daxuyaniya Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL de hate gotin, "Dewleta Tirk ku bi şerê teknîkê li dijî gerîlayên azadiyê yên gelê Kurdistanê bi ser nakeve, konsepta wê ya şer li hemberî berxwedana gerîla bêencam ma. Di vî şerî de ku şeş meh li pey xwe hişt, dewleta Tirk bi ser neket û ji bo karibe encamê werbigire bi her cûreyî sûcên şer dike."

'EM Ê BI PRATÎKA XWE BERSIVÊ BIDIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk çekên kîmyewî û her cûr gazên bi jehr li hemberî gerîla bi kar tîne. Dîmenê du gerîlayên ku ji ber gazên bi jehr bi jehrê ketin, di çapemeniyê de hate weşandin. Ya ku di dîmen de hate dîtin terora dewletê ye, polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Ji bo raya giştî û saziyên navneteweyî yên li hemberî terora dewleta Tirk bêdeng in bikevin nava liv û tevgerê, ji van dîmenan xurtir ti delîl nîne.

Ev dîmen bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) OPCW û raya giştî dike ku bi erka xwe rabin. Li gel van hemûyan eger hîn jî NY, OPCW û saziyên din ên pêwendîdar nekevin nava liv û tevgerê, hingî ev saziyên navborî hevparê yekser ê vî sûcê şer in.

Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin;

Ji bo raya giştî û saziyên navneteweyî yên li hemberî terora dewleta Tirk bêdeng in bikevin nava liv û tevgerê, em rabin ser piyan, seferber bibin. Divê her kes zanibe ku gotin êdî bêwate bûye. Piştî van dîmenan gotineke bê gotin nîne, em ê bi pratîka xwe bersivê bidin. Divê em hêrsa xwe bi çalakiyên xwe di asta herî bilind de nîşan bidin, di vê demê de divê gelê me li ser piyan be.

Bi jehrkirina gerîla bi jehrkirina gelê Kurd e, tunekirina gelê Kurd e. Li hemberî dewleta Tirk a ku sûcê şer dike, bêdeng nemînin. Bêdengî mirin e, qebûlkirina şirîkatiya vî sûcê şer e. Raya giştî û saziyên pêwendîdar ên navneteweyî divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê."