Dayik Şenyaşar: Heta azadiya kurê min wê nobeta edaletê bidome

Dayik Emîne Şenyaşar got, “Zarokên min bi neheqî û bê huqûqî hatin qetilkirin. Nobeta Edaletê wê heta azadiya kurê min berdewam bike.”

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja xwe ya 588’emîn de dewam kir. Dayik û kurê xwe danê sibehê hatin pêş edliyeya Rihayê û pankarta, “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” li bendên betonê daliqadin.

Dosyayên derbarê Malbata Şenyaşar tevî heman roj in jî, lê weke ya “kargehê” û “nexweşxaneyê” ji hev hatin cudakirin. Di dosyaya kargehê de li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh, li Enver Yildiz jî 18 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Dema ku biryara 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê ku di 2’yê nîsana 2021’an de dabû li îstînafê, lêpirsîna derheqê komkujiya li “nexweşxaneyê” de 4 sal û 4 mehan hat rakirin û îdianame hat amadekirin. Di dosyaya nexweşxaneyê de bi sedema qetilkirina Haci Esvet Şenyaşar û Adil Şenyaşar û birîndarkirina Ferît û Mehmet Şenyaşar, ji bo 19 kesan daxwaza girtinê hat kirin.

‘KURÊ MIN 4 SAL IN DI HUCREYA YEKKESÎ DE YE’

Dayika Emîne Şenyaşar ku tevî hemû astengiyan jî Nobeta Edaletê ya li pêşiya edliyeyê didomîne, têkildarî îdianame û nobetê axivî. Yek ji daxwazên Nobeta Edaletê jî vekirina dosyaya “Nexweşxaneyê” bû û derheqê mijarê de dayika Emîne wiha got: “Qismekî vê daxwaza me pêk hat. Daxwaza me ya din jî ew e ku kurê min Fadil were berdan ku zêdetirî 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Bila kurê min berdin. Du kurê min tevî bavê wan qetil kirin. Xwestin hemû kurên min qetil bikin. Heta ku kurê min neyê malê, ez ê dev ji nobetê bernedim. Eger kurê min were malê, em jî wê biçin mala xwe.” 

‘HETA AZADIYA KURÊ MIN WÊ NOBETA EDALETÊ BIDOME’

Şenyaşar nerazîbûn nîşan da ku Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î di îdianameya dosyaya “nexweşxaneyê” de cih nagir e û got: "Hem di êrişa li dijî kargehê û hem jî ya li nexweşxaneyê Yildiz hebû.  Dibêjin ku qeydên kamerayan hatine dizîn lê ez bawer nakim. Bila wan qeydan derxîninin. Zarokên min bi neheqî û bêhiqûqî hatin qetilkirin."