ÎHD: Cezayê li Guven hatiye birîn darbeya li dijî xebatên siyaseta Kurd e

ÎHD’a Şaxa Amedê diyar kir ku cezakirina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî xebatên siyaseta Kurd darbe ye û xwest Guven bê berdan.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê têkildarî cezabirîna li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven daxuyaniyek nivîskî belav kir û nerazîbûn nîşan da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Leyla Guven gelek caran bi lêpirsîn û dozên bêhiqûqî re rûbirû maye.

ÎHD’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku cezayê li Leyla Guven hatiye birîn darbeyek li dijî xebatên siyaseta Kurd e û hat xwestin biryara cezabirîna li dijî Guven bê betalkirin û demildest bê berdan.