Rojnameya Xwebûn careke din hate astengkirin

Polîsên Tirk nehişt ku rojnameya Xwebûn ji Amedê ber bi Stenbolê ve bê şandin û gef li fîrma otobusê xwar.

Rojnameya Xwebûn ku yekane rojnameya bi Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye, ji dema ava bûye û vir ve zext û zordariya dewletê lê tê kirin.

Vê mehê polîsan nehiştin ku rojname ji derveyî Amedê re bê şandin.

Herî dawî destûr nehate dayin ku hejmara 148'an a rojnameyê ji derveyî Amedê re bê şandin.

Polîsên ku 15'ê Cotmehê çûn otogarê, gef li xebatkarên fîrmayê xwarin û gotin, "Hûn ê vê rojnameyê neşînin."

Polîs 19'ê Îlonê jî çûn otogara Amedê û nehiştin ku rojnameya Xwebûnê ji Mersînê re bê şandin. Her wiha dest danîbû ser hejmara 144'an a rojnameyê.