MXDŞ: Êrîşên li ser gerîla êrîşên li ser civaka Êzidiyan e

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê êrîşên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê şermezar kir û got “Em êrîşên li ser hêzên gerîla wekî êrîşên li ser hemû mirovahiyê û bi taybetî jî wekî êrîşên li ser civaka Êzidî dibînin.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên artêşa Tirk a dagirker şermezar kir. Meclîsê diyar kir artêşa Tirk a dagirker di van êrîşan de çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcê mirovahiyê dike.

Di daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de ev tişt hate diyarkirin

“Wekî tê zanîn, dewleta Tirk a dagirker di 14’ê Nîsana 2022’an de li hemberî gerîlayên PKK’ê li Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrîşeke nû ya qirkirinê kir. Ev pêla êrîşê ya dawî, di heman demê de êrîşên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Li hemberî van êrîşên qirkirinê jî gerîlayên azadiyê bi vîn û baweriyeke mezin li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Artêşa Tirk, ruxmê ku teknîka herî bilind a cîhanê li hemberî gerîla bi kar tîne jî nikare îradeya gerîlayan bişkîne. Berevajî armancên xwe, artêşa Tirk li ber berxwedana gerîla li ber têkçûnê ye.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo rê li ber vê têkçûnê bigire, li gel teknîka bilind her cure çekên qedexekirî û çekên kimyewî bi kar tîne. Li gor encamên şer ku Navenda Parastina Gel ragihandiye raya giştî, dewleta Tirk di nav van 6 mehan de nêzî 2500 caran bi çekên kimyewî an jî bi çekên qedexe êrîşî hêzên gerîla kiriye. Bi taybet di demên dawî de êdî her roj çekên kimyewî bi kar tîne û tenê di 2 mehên dawî de 17 gerîlayên azadiyê bi van çekan, bi awayekî hovane hatine qetilkirin.

Ev êrîş li ber çavê hemû cîhanê berdewam dike. Heya niha hêzên navneteweyî û saziyên eleqeder, derbarê vê mijarê de ne lêkolîn dane destpêkirin ne jî daxuyaniyek dane. Lê hêzên gerîla, derbarê van sûcên mirovahiyê de gelek dîmen û belge bi raya giştî re parve kirin, sûcên şer bi dîmenan îsbat kirin. Li ser vê esasê hin sazî û kesayetên serbixwe, ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kimyewî xwestine derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û biçin qadên şer. Lê vê carê jî PDK rê li ber lêkolîna van heyetan girt û bi vî awayî xwest sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker veşêre. Ji ber vê rastiyê, PDK jî hevkarê van sûcên mirovahiyê ye û di şehadeta gerîlayan de berpirsyar e.

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla şerekî adilane nameşîne, şerekî kimyewî dimeşîne, sûcê mirovahiyê dike. Bêdengiya hêzên navneteweyî, saziyên pêwendîdar û dewleta Iraqê jî rê li ber berdewamiya van êrîşan vedike û cesaretê dide dewleta Tirk a dagirker. 

 Em civaka Êzidî, êrîşên li ser hêzên gerîla wekî êrîşên li ser hemû mirovahiyê dibînin. Û bi taybet jî wekî êrîşên li ser civaka Êzidî dibînin. Ji ber ku em baş dizanin, gerîlayên azadiyê ji bo parastina rûmeta hemû mirovahiyê, hemû gel û baweriyan li ber xwe dide. Gerîlayên azadiyê, bê ferq û cudahî heta niha xwe gihandine hawara hemû gel û baweriyan. Civaka Êzidî ev heqîqet di fermana sala 2014’an de bi her awayî dît û nas kir.

Gerîlayên azadiyê di rojên fermanê de, di rojên qirkirinê de xwe gihandin hawara me. Îro jî li ser gerîlayên azadiyê êrîşên qirkirinê hene. Îro jî berpirsyariya me ye ku em rê li ber van êrîşên bi çekên kimyewî bigirin. Çawa ku gerîla civaka Êzidî parast, îro jî erka me ye ku em gerîlayên azadiyê bi hemû hêza xwe biparêzin. Em bang li hemû Êzidiyan dikin ku, li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk hemû hêz û derfeta xwe bikin nav tevgerê. Ji Şengalê heya Ewropayê hemû Êzidî pêwîst e bi yekdengî û yekdilî li dijî van êrîşan rabin. Em baş dizanin ku parastina gerîlayên azadiyê parastina rûmeta hemû mirovahiyê ye.

Her wiha di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) em bang li hemû hêzên navneteweyî, saziyên eleqeder dikin ku li hemberî sûcen mirovahiyê yên artêşa Tirk dengê xwe bilind bikin. Lazim e saziyên NY û saziyên eleqeder derbarê bikaranîna çekên kimyewî de dest bi lêkolînan bikin. Bi taybet dewleta Iraqê lazim e li hemberî êrîşên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kimyewî bi erka xwe rabe, van êrîşan bike rojeva xwe û gavên pêwîst biavêje. Lazim e dewleta Iraqê dîroka xwe ji bîr neke ku ji ber çekên kimyewî ewçend êşên mezin hatin jiyan kirin, gelên Iraqê hê jî ew rojên kimyewî ji bîr nekirine. 

Em civaka Êzidî û gelên Şengalê bi hemû hêz û hezkirina xwe li gel gerîlayên azadiyê ne. Dilê me bi gerîlayên azadiyê re ye û ji bo rê li ber van êrîşên qirkirinê were girtin, em ê jî bi hemû hêza xwe di nav tevgerê de bin.”