Cenazeyê Sara Tolhildan li Qilabanê hate veşartin

Cenazeyê Sara Tolhildan (Dilara Urper) ku li Mersînê çalakiya fedaî lidar xist, li Qilabanê hate veşartin.

Cenazeyê Sara Tolhildan (Dilara Urper) ku li Mersînê di 26'ê Îlonê de çalakiya fedaî kir, li Goristana Çeman a li Qilabanê bi merasîmekê hate veşartin.

Malbatê cenazeyê Sara Tolhildan doh ji Saziya Tip a Edlî ya Mersînê wergirt. Di bin dorpêçiyeke giran de gihand navçeya Qilabanê ya Şirnexê. Polîsan ji bilî ferdên malbatê nehiştin ku kes biçe goristanê. Ferdên malbatê jî piştî lêgerînê derbasî nava goristanê kirin.

Piştî ku cenaze hate veşartin, destûr nehate dayin ku ferdên malbatê biçin cihê şînê yê li Qilabanê. Ji malbatê hate xwestin ku ji Qilabanê derkeve.