KODAR: Serhildan ranaweste, divê rêveberiyên xweser bê avakirin

KODAR’ê çavdêriyên xwe yên derbarê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê eşkere kir û got: “Vê carê raperîn û serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ewqasî bi biryar û disiplîn e, gihiştiye qonaxekê ku nema veger lê hebe."

Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), bi nivîsekê nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser serhildana bi pêşengtiya jinan bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê li kuçe û kolanan dewam dike, anî ziman.

Li gorî KODAR’ê xwepêşandana vê carê li gorî yên berê xurtir û bidisiplîntir e û dibêje: “Serhildan gihaya qonaxeke welê ku êdî vegera wê nîne, veger û pêşîgirtina ji daxwazên gihayî asta guherînê nîne.”

KODAR diyar dike ku navendên bajaran bûne qadên raperînê û her wiha herêm û kolan jî qadên xurt ên çalakiyan e û got: “Hêzên rejîma Îranê heta astekê li ber xwepêşanderan bêkêr bûne û ev jî cihê hêviyê ye. Rejîmê dest û lingê ketiye solekê û bi hemû hêza xwe êrîş dike ku van çalakî, nerazîbûn û grevên heyî ku dawî li sîstema rejîmê bîne asteng bike û rê li serhildanê bigire. Serhildan bê ku hêzeke biyanî li pişt be, li dijî rejîmê ku dijminê civakê ye, divê hewl bê dayîn ji bo pêşxistina tîmên navxwe yên tax û kolanan, her wiha li nava bajaran ‘Meclîsên Rêveberiya Xweser a Bajaran’ bê pêşxistin. Divê yek ji xala esasî ya gel pêkanîna vê mercê be, çalakiyên xwe xurtî bidomînin.

KODAR’ê bal kişand ser helwesta rejîma Komara Îslamî ya Îranê û ev nirxandin kir: “Helwesta rejîm û dewleta Îranê li gotin û dîsa di serkutkirinê ya Xamineyî de eşkere ye, li gel vê jî helwesta civakê ya di raperîn de cidî, radîkal û eşkere ye. Ev gotinên Xamineyî bi mebesta ku weke gefekê dawî ya ji bo serkutkirina raperîna gel e. Ji bo wê her serkutkirineke bibin Xamineyî û desthilat jê berpirs e.

Xamineyî bi vê yekê li hember gel şer îlan kiriye, bi vekirî gefa êrîşê dike. Banga fermanê li artêş û hêzên pasdaran kiriye ku xwînê birijînin. Jixwe ev yek yek ji karê sîstemên desthilat e ku mirov divê lê matmayî nemîne. Rejîma Îranê şerê navxwe û derve tevlîhev kiriye, xwe neçarî vê yekê dibîne ku xwînê birijînin ku Rojhilata Navîn ji nav bibe û carekî din di nava tarîtiyê de bifetisîne.

Êrîşên sipayê pasdaran ên li derveyî sînor li dijî hêzên Kurd, ev jî vê nîşan dide ku ev êrîş li nava xwe li dijî ti gelek din nîne, ji ber barê giran li ser milê gelê Kurd e. Li ciheke weke Belûcistan dawî li qetilkirina xwepêşanderan anîn û bes dît. Lê li dijî gelê Kurd û li Rojhilatê Kurdistanê yê xwe xwe weke neçar dibîne ku dest bi êrîşên leşkerî yên derveyî sînor bike. Li dema Şoreşa 1979’an li Rojhilatê Kurdistan êrîş li ser gelê Kurd û serokên gelê Kurd bûn. Cêwaziya îro dixuyê, redkirina rejîmê ya ji aliyê hemû gelên Îranê ve ye. Lewazkirina êrîşan a li ser gelê Kurd û Tevgerên Azadîxwaz ên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi rêxistinek hê xurtir û bi hêztir a li dema Şoreşa 1979’an bi parastina rewa û xwezaya xwe û gelan pêkan dibe.”

KODAR anî ziman ku bi çi reng û rêbazê bûbe, bila bibe hemû gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest bi serhildanê kiriye û got: “Ji bo wê ti maf û hêza kes û rêxistinekê nîne, bikeve nava hewldanan ji bo dawîkirina serhildanê. Eger vê bikin, xwe û gelê xwe dixin nava metirsiyeke mezin. Heman demê hemû zemîn û derfetên ji bo pêşxistina serhildan û gihiştina şoreşeke rasteqîn li ber dest e, bila tu kes ti hincet û sedeman ji bo xwe peyda neke ji vî erkê exlaqî û mirovî xwe bide paş.

Serhildana gelan ranaweste, pêwîstî bi pêkanîna rêveberiyên xweser ên gel li bajaran heye. Ji bo wê hemû gelên li kuçe û kolanan serî hildane, dest bi rêxistinkirineke xurt û pêkanîna rêveberiyên xweser ên herêmî, tax û kolanan li nava hemû beşên civakê ava bike. Hemû çalakvan, rewşenbîr, siyasetmedar li nava vê cihê xwe bigirin ji bo baştir, bi biryardartir û vekirîtir daxwazên xwe yên azadî û aştiyê bînin ziman. Ji ber ku yekan e ev rê li ber me ye.”