Tîmên profesyonel lê dan: 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Tîmên profesyonel derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di çalakiyan de 13 leşkerên Tirk hatin cezakirin, yek jî birîndar bû.

Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rêbaza şerê tîm ê pispor li her qadê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Bi çalakiyan hate ispatkirin ku rêbaza şerê tîm ê pispor ji metropolan heta bi Bakurê Kurdistanê, ji Bakur heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li her derê teknîk û îstîxbarata dijmin dikare bê pûçkirin û derbên gelekî bi bandor ji nişka ve li dijmin bê xistin. Hêzên me bi performansa şer a bilind û bi taktîkên afirîner hem derbên xurt li dijmin dixin hem jî çewtkirin û derewên eniya şerê taybet a Tirk pûç dikin. Tîmên me yên profesyonel ên xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî xurt kirine, bi çalakiya xwe ya dawî ya li Botanê ev yek careke din ispat kirin û raxistin pêş çavan.

Di encama çalakiyên hêzên me de 13 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 8 caran bi balafirên şer, 15 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe kir."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyan û êrîşan ev agahî dan:

LI KATO XELÎLAYÊ 10 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN, NE DAGIRKEREK

"Di çarçoveya Pêngava Şehîd Diljîn-Şehîd Şervan Êrkendî ya Egîdên Botanê de;

13'ê Cotmehê saet di 09:00 de li navçeya Şax a Wanê li qada Kato Xelîlayê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê komeke dagirkeran a ji 13 kesî xistin bin kontrola xwe. Hêzên me saet di 17:50'î de ji sê baskan ve bi rengekî koordîneyî bi çekên ferdî li dagirkrean xistin. Dewleta Tirk û medya wê ya şerê taybet careke din agahiyên derewîn ji bo xapandina raya giştî belav kirin û îdîa kirin ku di vê çalakiyê de tenê çawişekî pispor hatiye kuştin. Di vê çalakiyê de ku ji sê baskan ve bi çekên ferdî û ji nêz ve li dagirkeran hate xistin, 10 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Piştî ku helîkopterên êrîşê û balafirên şer bombardûmaneke giran li qadê kirin, dijmin mirî û birîndarên xwe bi 5 helîkopterên Skorsky ji qadê birin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

16'ê Cotmehê saet di 09:00, 12:00 û 15:50'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran sê caran li dagirkeran xistin. Di encama van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

16'ê Cotmehê saet di 22:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên giran;

16'ê Cotmehê çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Felat ên Qada Berxwedanê ya Sîdayê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

16'ê Cotmehê qadên Çarçel û Golka yên Metînayê û zeviyên gundê Şêlazê, her wiha Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

16'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Saca, Girê Hakkarî û Girê Amediyê 15 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

16'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

16'ê Cotmehê dagirkeran li Qadên Berxwdanê yên Girê FM û Girê Hakkarî ji bo dagirkeriyê rê çêkirin.

16'ê Cotmehê dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Karker hewl da çeperên şer bi kepçeyan hilweşînin."