HPG: Dagirkeran 14 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş kirin

HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 14 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 28 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de dagirkerek hate cezakirin. Artêşa Tirk a dagirkre Qadên Berxwedanê 14 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 28 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

17'ê Cotmehê saet di 08:35 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemço, tîmên me yên bi tevger du caran bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êvara 17'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger dest li helîkopterên êrîşê werdan ku dixwestin bombeyan li qadê bibarînin. Piştî destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

17'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, çeperên şer ên Şehîd Yûnûs 11 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

17'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çeperên şer ên Şehîd Pîrdogan û li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên Şehîd Felat 3 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

17'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û Girê Amediyê 28 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

17'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

17'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Karker hewl da çeperên şer bi kepçeyan hilweşîne.

17'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker ji qada Sîda heta bi Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil hewldanên xwe yên ji bo çêkirina rêya dagirkeriyê dewam kir."