Fransa: Em bi biryar in ku Fîlîstînê nas bikin, lê em ê vê bi tenê nekin!
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot diyar kir ku ew bi biryar in Dewleta Fîlîstînê nas bikin û got, ew ê vê yekê bi tenê nekin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot diyar kir ku ew bi biryar in Dewleta Fîlîstînê nas bikin û got, ew ê vê yekê bi tenê nekin.
Barrot ji medya RTL'ê re axivî û bersiv da pirsa li ser naskirina dewleta Fîlîstînê ji aliyê Fransayê ve ku Fransa wê bi Erebistana Siûdî re hevserokatiyê ji konferansa li New Yorkê re bike.
Barrot got, "Em bi biryar in ku vê bikin" û anî ziman ku armanca wan "Tevlîkirina hin welatan û hevkaran bi taybetî Rêveberiya Fîlîstînê û welatên Ereb li pêvajoyê ye." Wezîrê Karên Derve yê Fransayê destnîşan kir ku Fransa wê vê biryara xwe ya naskirinê bi tena serê xwe fermî neke.
Barrot got, "Fransayê dikarîbû biryareke sembolîk werbigire. Lê belê me ev alternatîf tercîh nekir, ji ber ku berpirsyariyeke taybet a Fransayê heye. Fransa endamê daîmî yê Konseya Ewlekariyê ye."
Barrot diyar kir ku hin ji armancên wan ew e ku guhertinekê bikin û hebûna dewleta Fîlîstînê hîn mayinde bikin.
'PÊWÎSTÎ YE KU HAMAS BÊ BÊÇEKIRIN'
Barrot her wiha destnîşan kir ku ji bo paşeroja Xezeyê divê mijara bêçekkirina Hamasê jî teqez bê nrixandin.
Bi armanca peydakirina çareseriyeke aştiyane ya 'ji du dewletan' bi hevserokatiya Fransa û Erebistana Siûdî wê konferanseke navneteweyî di navbera 17-20'ê Hezîranê de bê lidarxistin.