Nasnameya 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hate eşkerekirin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel nasnameya 17 gerîlayên di êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, eşkere kir. Fermandariya NPG’ê diyar kir ji ber bêdengî û piştgiriya saziyên navneteweyî êrîşên kîmyewî zêde bûne.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel derbarê gerîlayên di êrîşa çekên kîmyewî de, ev daxuyanî da:

“Dewleta Tirk a mêtinger a bi pêşengiya AKP û MHP’ê ku hikumeke şerê taybet e, di êrîşên dagirker de yên li Başûrê Kurdistanê, qanûnên navneteweyî bin pê dike û sûcê şer dike. Li hemberî gelê me, hêzên ji bo azadiyê têdikoşin û li dijî mirovên sivîl teroreke dewletekê dimeşînin. Li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di Sibata 2021’an de ji êrîşa Garê/Siyanê dest pê kiriye û li qadên Zap, Metîna û Avaşînê bombeyên qedexe û çekên kîmyewî yên gaza jehrî jê diçe yên ku di asta navneteweyî de hatine qedexekirin, bi kar aniye û van çekên qedexe hê jî tê bikaranîn. Artêşa Tirk li herêma Siyanê ya Garê, li qada Zendûra ya Metînayê, li qada Mamreşo ya Avaşînê, li qadên Girê Sor, Aris Faris, Girê Kartal û Werxelê di sala 2021’an de 367 caran bombeyên qedexe û êrîşên bi çekên kîmyewî bi kar aniye. Di van êrîşan de 46 hevalên me şehîd bûne.

Dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike û ligel ku ev kirinên wê dikeve nav pêkanînên dermirovahiyê, saziyên navneteweyî yên eleqedar, çavê xwe ji vî tiştî re girtine.  Hêzên me yên gerîla di çarçoveya mafên meşrû, mirovî û demokratîk ên gelê Kurdistanê de peywira xweparastinê dike, dewleta Tirk jî xwe dispêre piştgiriya ku NATO daye wê, her cure sûcê dermirovahiyê dike. Hikumeta AKP û MHP’ê cesaretê ji bêdengiya saziyên navneteweyî digire û di sala 2022’an de di êrîşa dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê de di warê bikaranîna çekên kîmyewî de konsepteke nû çêkiriye. Artêşa Tirk berê jî bombeyên qedexe û çekên kîmyewî di cih û demên cihê de bi kar aniye lê di salên 2021 û bi taybetî di salên 2022’an de ev bûye rewşeke sîstematîk. Ji 14’ê Nîsana 2022’an heta 14’ê Cotmehê di pêvajoya şer a 6 mehî de, ji aliyê me hatiye tespîtkirin ku 2467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di van êrîşan de 27 hevalên me şehîd bûbûn û nasnameya wan di daxuyaniyên me yên berê de hatibûn diyarkirin. Herî dawîn 17 fermandar û şervanên me, bi heman çekan hatine şehîdxistin.

DI MEHÊN DAWÎN DE DEWLETA TIRK ZÊDETIR ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE

Heyetên xwestine werin herêmê û derbarê bikaranîna çekên qedexe lêkolînê bikin, ji aliyê hêzên PDK’ê yên li herêmê serwer in hatine astengkirin. Heyetek hatiye heta navçeya Amêdiyê ku 5 kîlometreyan dûrî ev çek hatibûn bikaranîn lê destûr nehatiye dayîn ku heyet lêkolînê bike. Lê hêzên me di nav şertên herî dijwar û bomberdûmanê de, gelek dîmen û belgeyên ku sûcên şer ên artêşa Tirk derdixe holê, parçe bi parçe pêşkêşî raya giştî kiriye. Ligel vê jî raya giştî ya demokratîk têra xwe bi baldarî nêzî vê meseleyê nebûye, saziyên eleqedar deng û îtîraza xwe bilind nekirine. Hikumeta şerê taybet a AKP û MHP’ê ji vî tiştî hêz stendiye, li hemberî gerîla nekariye encamekê bistîne û ji ber li hemberî gerîla tengijiye bi taybetî di mehên dawîn de bombeyên qedexe û çekên kîmyewî zêdetir bi kar aniye.

BOMBEYÊN TAKTÎK NUKLEER, TERMOBARÎK Û BOMBEYÊN FOSFORÊ JÎ TÊN BIKARANÎN

Ji xeynî gazên kîmyewî yên ku zindiyan jehrî dike, hatiye tespîtkirin ku artêşa Tirk bombeyên cihê yên qedexe jî bi kar tîne. Tevî gazên kîmyewî cureya bombeya taktîk nukleer ên ku pergala tunelê hildiweşîne û li qadeke teng bandora jehrîbûnê ava dike, zêdetir bi kar tîne. Ev bombe ne bombeyên wisa ne ku li qadeke berfireh radyasyonê belav bikin. Ev bombe dozaja wê hatine eyarkirin, şîddeteke mezin û germahiyê derdixînin holê û li qadeke teng bandora wê ya kuştinê heye. Bombeyên termobarîk û bombeyên fosforê yên xwedî heman taybetmendiyan jî hatine bikaranîn. Heke hatina heyetên lêkolînê neyê astengkirin û hatina wan a qada şer nehate qedexekirin û derfeta ewlekariyê pêk bihata, wê bi awayekî zelal derketa holê ku dewleta Tirk çekên qedexe bi kar tîne. Em Hêzên Parastinê yên Gel diyar dikin li ser van esasan em ê li gorî derfetên xwe ji heyetan re bibin alîkar.

Di rojên borî de di êrîşên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî de, li qada Şikefta Birîndara ya Zapê 9, li qada Karkerê 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 hevalên me şehîd bûne. Di nav van hevalên me de şehadeta heval Baz (Mehmet Can Evren) berê hatibû eşkerekirin û lê ji bo ku diyar nebe çeka ku dijmin bi kar tîne dikare encamê bistîne, sedema şehadeta wî ji bo tevdîrê cihê hatibû nîşandan.

Artêşa Tirk van sûcên xwe yên şer li qadê Şikefta Birîndara, Karker, Werxelê, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amêdiyê û li gundên Sîda û Çemçoyê didomîne. Heke li hemberî rejîma AKP û MHP’ê ya qirker û artêşa Tirk nerazîbûneke xurt neyê nîşandan wê ev sûcên şer zêdetir bidomînin.

Banga me ji bo hemû aliyên eleqedar!

Gelê Kurd yek ji gelê herî qedîm ê vê erdnîgariyê ne. Li ser vê axê bi qasî parastina mafê bi azad û çanda xwe bijî, rewa tiştek din nîne. Dev ji vê polîtîkaya qirker û nîjatperest a dewleta Tirk li ser gelê me û hêzên me yên azadîxwaz pêk tîne berdin. Nebin hevkarên vê sûcên dermirovî! Nebin hevkarên sûcên rejîma Erdogan-Bahçelî ên faşîst ku nirxên darazê yên serdema me ya herî bilind bin lingan dixin û cesaretê nedin wan.

Ji bo hemû derdorên ku li gel mafê mirovan in!

Di serî de Neteweyên Yekbûyî yên di her demê de guhê xwe li bang û hewarên gelê Kurd girtî, ji bo hemû saziyên navneteweyî, hemû hêzên demokratî yên navneteweyî, hemû saziyên civaka sivîl û parêzvanên mafê mirovan, bang dikin ku ji bo dewleta Tirk a li Kurdistanê mirovahiyê tine dike, nirxên mirovahiyê li bin lingan dixin, hiqûqa navneteweyî û sûcên şer binpê dike bêjin ‘Raweste’ helwestê nîşan bidin.

Ji bo gelê welatparêz ê Kurdistanê û hêzên demokrasî yên herêmê!

Rejîma faşîst a qirker a AKP-MHP’ê ya li ber Hêzên Gerîlayên Kurdistanê ku azadiya gelê Kurd û herêmê dixwazin, ji bo siberojeke azad û biratiyê bi fedakariyeke mezin li ber faşîzmê berxwedaneke şoreşgerî ya serdemê raber dikin, winda dikin; li ber bikaranîna çekên kîmyawî bêdeng nemînin. Divê li Kurdistanê gelê me û gelê herêmê li dijî van rêbazên şer ê dermirovî, hêza xwe ya civakî, helwesta pêwîst nîşan bide. Divê di serî de saziyên demokratîk, welatparêz, jin, ciwan, hemû kedkar û welatparêzên li Kurdistanê, dîsa hêzên demokratîk ên li Tirkiye û herêmê di vê mijarê de xwedî berpirsyar bin.

Di serî de divê gelê me yên derveyî welat, hemû dostên me yên azadîxwaz û demokrasiyê diparêzin; divê dewlet û saziyên navneteweyî yên ji ber berjewendiyên xwe yên qirêj çavê xwe li sûcên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê digirin, vê helwestê di raya giştî de teşhîr bikin. Ji bo vê çalakiyên girseyî pêşxistin, wê bibe erkeke demokratîk û helwesteke şoreşgerî.

Îro rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi polîtîkayên qirker li ber nirxên mirovahiyê sûcên şer dike. Çawa ku sala 1938’an di pêvajoya qetlîama li Dêrsimê de rayedareke dewletê gotibû; ‘li nava şikeftan me jehra mişkan bikar anî û hemû kuştin’ îro jî heman tiştî hê bi hovtir, bi sîstematîk dikin.

Divê li dijî hemû sûcên hiqûqa navneteweyî û netewî ku dewleta Tirk di sedsala 21’ê de dike, saziyên demokratîk ên netewî û navneteweyî û parêzvanên mafê mirovan vedixwînin erkê. Bang li hemû beşên xwedî hestên mirovî dikin ku li dijî pêkanînên dermirovî yên qaşo dixwazin têkoşîna rewa ya gelê me û mafê xwezayî bitepisîne dikin ku xwedî li qanûnên navneteweyî derkevin ku ji bo her kesê derbasdar e; erka xwe ya mirovî, exlaqî, wijdanî pêk bîne.

Divê her kes zanibe ku; gerîla li ser xeta Rêber Apo li ser bingehê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Kurdistanê, di çarçoveya mafê xwe yê parastinê de berxwedan dike, li dijî hemû rêbazên dewleta Tirk a qirker bi taktîkên xuliqkar bi biryardariyeke mezin li ber xwe dide, wê vê çêkera dewletê ya xwedî hişmendiyeke qirêj û qirker a dermirovî, bi hemû qirêjiyên wê ve wê bavêje sergoya dîrokê. Li ber dîrokê têkoşîna rewa ya gelê me, xeta rast a Rêbertî, biyarardariya bilind a hemû hevrêyên me yên têkoşînê, kêrhatiyên xuliqkar, cesareta mezin, xeta demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê, desteka gel me, çavkaniyên bingehîn in. Didin nîşandan ku wê ev çavkaniyê ya hêza bingehîn, wê têkoşîna me ya xeta modernîteya demokratîk, wê gelê me û gelê herêmê teqez bigihîne serketinê. Di serî de hemû hevrêyên xwe yên bi çekên qedexe şehîd bûne bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Ji malbatên xwe yên hêja û gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re jî sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

  Nasnav: Rûbar Karker

  Nav - paşnav: Muhammed Dodkanîmîlan

  Cihê Jidayikbûnê: Xoy

  Dayik - Bav: Safiye - Nasir

  Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Cîger Malazgîrt

  Nav- paşnav: Alîcan Derîcî

  Cihê Jidayikbûnê: Mûş

  Dayik- Bav: Kameriye - Haydar

  Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Helbest Koçerîn

  Nav- paşnav: Kevser Ete

  Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

  Dayik- Bav: Leyla - Ahmet

  Dem û Cihê Şehadetê: Îlon 2022 / Avaşîn

 

  Nasnav: Baz Mordem

  Nav- paşnav: Mehmet Can Evren

  Cihê Jidayikbûnê: Amed

  Dayik- Bav: Sultan - Mehmet

  Dem û cihê Şehadetê: 4 Tebax 2022 / Avaşîn

 

  Nasnav: Mava Roj

  Nav- paşnav: Yekta Buşra Boz

  Cihê Jidayikbûnê: Mûş

  Dayik-Bav: Mûslîme - Îbrahîm

  Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Sedat Demhat

  Nav- paşnav: Ferhat Guneş

  Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

  Dayik - Bav: Çîgdem - Kahraman

  Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Delal Şoreş

  Nav-paşnav: Peyam Abdullah

  Cihê Jidayikbûnê: Silêmanî

  Dayik- Bav: Emîne - Huseyîn

  Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Demhat Têkoşîn

  Nav- paşnav: Bahadîn Ahmet

  Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

  Dayik- Bav: Xalîse - Dreeiy

  Dem û Cihê Şehadetê: Îlon 2022 / Avaşîn

 

  Nasnav: Demhat Cizîr

  Nav -paşnav: Alî Darga

  Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

  Dayik- Bav: Kadîbe - Ezîz

  Dem û cihê Şehadetê: Îlon 2022 / Zap

 

  Nasnav: Zinarîn Cûdî

  Nav -paşnav: Gurbet Oran

  Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

  Dayik- Bav: Halîme - Omer

  Dem û cihê Şehadetê: Îlon 2022 / Zap

 

  Nasnav: Rêber Kobanê

  Nav- paşnav: Amed Alî

  Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

  Dayik - Bav: Xanim - Nebû

  Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Ruksen Zagros

  Nav- paşnav: Newroz Tahîr

  Cihê Jidayikbûnê: Qamîşlo

  Dayik- Bav: Vesfiya - Muhammed Tahîr

  Dem û cihê Şehadetê: Îlon 2022 / Zap

 

  Nasnav: Xemgîn Cizîr

  Nav -paşnav: Yahya Şen

  Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

  Dayik- Bav: Leyla - Mûrat

  Dem û cihê Şehadetê: Îlon 2022 / Zap

 

  Nasnav: Rêber Roboskî

  Nav- paşnav: Mehdî Babat

  Cihê Jidayikbûnê: Wan

  Dayik- Bav: Husna - Yasîn

  Dem û cihê Şehadetê: Îlon 2022 / Zap

 

 Nasnav: Serdem Agirî

  Nav- paşnav: Osman Abdî

  Cihê Jidayikbûnê: Qamîşlo

  Dayik - Bav: Hemdiye - Qamişlo

  Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Mazlûm Nisebîn

  Nav paşnav: Abdurrahîm Uzun

  Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

  Dayik - Bav: Atiye - Ahmet

  Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Erdal Besta

  Nav- paşnav: Muhammed Xelîl

  Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

  Dayik- Bav: Emîne - Arif

  Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

RÛBAR KARKER

Hevrêyê me Rûbar li gundê Hatickê ya Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê li li nava malbateke welatparêz hatiye dinê. Ji ber ku hevrêyê me Rûbar di nava malbateke welatparêz û girêdayî çanda xwe mezin bûye, ev yek di kesayetiya wî de rûniştiye. Hevrêyê me Rûbar rastî û polîtîkayên asîmîlasyonê ya rejîmê çawa ku li parçeyên din ên Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê re jî şahidî kiriye. Vê jî kiriye ku hevrêyê me xwe li ber çavan re derbas bike û bandoreke kûr lê kiriye. Hevrêyê me Rûbar sala 2010’an li Xakurkê tevlî gerîla dibe. Hevrêyê me Rûbar bi kesayetî û dirûstbûna xwe heta şehadetê jî bûye mînak. Hevrêyê me Rûbar di dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike, tevlî pêvajoya têkoşînê ya li dijî qetlîamên li wir tên kirin dibe, li gelek qadan şer kiriye. Hevrêyê me Rûbar di têkbirina vê hişmendiya dermirovî ya şervanên Kurd û Ereb de xwedî roleke mezin e, piştre jî dubare berê xwe  dide çiyaên Kurdistanê.

Hevrêyê me Rûbar ê li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê di asta fermandar de kar kir, erka xwe bi serketî bi cih aniye. Di çêkirina çeperên şer de û pêşxistina wê de fedekariyeke mezin kiriye. Hevrêyê me Rûbar ê di partîka şerê li Zapê de cih girt, ezmûnên xwe gihandiye hevrêyên xwe. Dema artêşa Tirk a dagirker 14’ê Nîsana 2022’an êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin, yek ji fermandarê herî pêş ew bû. Di vê pêvajoyê de erka fermandariyê girt ser milê xwe, li gorî vê kete tevgerê. Bûye yek ji fermandarên herî kêrhatî ku bi rêbazên şerê tunelan, derbên xurt li dagirkeriyê dane, dîsa tîmên şer ên pispor de, pêşiya operasyonên dagirkeriyê girtiye. Hevrêyê me Rûbar ê di vê pêvajoyê de derbên xurt li dagirkeriyê dan, di taktîkên gerîla yên demê de bûye yek ji fermandarên ev yek xiste meryetê û ev mîrasê serketinê ji bo me hişt. Bi taybet ked, hevrêtî û pêşentiya wî ya bi cesaret û fedekar a li Keleha Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran, wê di têkoşîna dîroka em de tim zindî be. Hevrêyê me Rûbar ê li qada şer qet serê wî nehate tewandin, ewladê leheng ê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrîşa nemerd a bi hovane ya dijmin a çekên kîmyawî de şehîd dibe. Em soz didin em ê ala wan a ji bo me hiştin bigihînin serketinê.

CÎGER MALAZGÎRT

Hevrêyê me Cîger li Mûşê hatiye dinê. Di nava malbateke girêdayî nirxên welatparêziyê mezin bûye. Ji ber şert û mercên dijwar ên jiyanê koçî Stenbolê dike û ji bo debara malê dibe alîkar. Di vê demê de ku hevrêyê me polîtîkayên asîmilasyonê yên dewleta Tirk a li ser ciwanên Kurd dinase, ev dibe sedemê lêgerîna wî ya têkoşînê. Di vê demê de tevlî xebatên ciwanan dibin, cihê xwe di têkoşîna gelê Kurd de digire. Hevrêyê me yên li kuçe û kolanan gelê me agahdar dike û dibe hedefa dewlata Tirk a dagirker û tevî çend carî tê destgîrkirin jî dev jî xeta berxwedanê bernade. Sê salan dimîne girtîgehê û wir ji bo xwe weke qada perwerdehiyê dibîne. Di vê pêvajoyê de zêdetir partiyê nas dike.

Hevrêyê me Cîger ê sala 2014’an derdikeve, ji bo piştevanî bide berxwedana gelê me ya Rojava ku di bin gefa qirkirinê ya çeteyên DAÎŞ’ê de bûn, derbasî Rojava dibe. Tevî ku di Berxwedana Dîrokî ya Kobanê de ji serê xwe û destê xwe birîndar jî dibe, çeperan bernade heta dawî şer dike. Piştî serketina Kobanê berê xwe dide çiyayên ku bi salan hesreta wê kişand. Hevrêyê me yê ku ezmûna şer girtî ji bo bi taktîka gerîlayê demê re kir yek, weke fermandareke kêrhatî derbasî Zapê dibe. Bûye yek ji ferdê têkoşerê bê dawî yê li dijî dagirkeriyê li erdnîgariya Zapê li ber xwe dide. Hevrêyê me yê ji roja ewil cih di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girt, cih di gelek çalakiyên derbên xurt li dagirkeriyê dan de girt, bi enerjiya xwe ya dawî nabe, li Zapê kedeke mezin daye. Bi terzê xwe yê şer, milîtanî, sekna xwe ya dirûst û kedkar bûye fermandareke pêşeng. Di dema şer de erka fermandariyê girtiye, bûye xwedî roleke diyarker. Hevrêyê me li gelek çeperên şer cih girtiye, bi terzeke şerê pispor, li Zapê bi kedeke bê rawestan şer kiriye. Ji bo me mîraseke têkoşînê qet neyê bîrkirin hiştiye.

HELBEST KOÇERÎN

Hevrêya me Helbest li navçeya Dihê ya Sêrtê endamê eşîra Sorî ye. Hevrêya me ji ber zilm û zoriya dijmin li gel malbata xwe koçî metrepolan kiriye. Her çendî ji welatê xwe dûr jî ketibe, ti demê ji nirx û çanda Kurdistanê ku ew ava kiriye dûr neketiye. Li bajarê lê rastiya dijmin fam kiriye û ditiye ku bi têkoşînê azadî tê bidestxistin. Hevrêya me Helbest sala 2014’an tevlî gerîla bûye. Li nava gerîla jiyana gerîlayên jin û rola wan a şer bandor kiriye. Piştre cihê xwe di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de girtiye. Di pêvajoya şer de bi cesaret, moral û coş tevlî bûye û bê dudilî bi ser dijmin de çûye. Ji ber vê fedekariya wê destpêkê ji bo erka fermandariya tîmê tê wezîferdarkirin.

Ji ber di gelek pêngavan de şer kiriye, carekê giran birîndar dibe û di demek kin de baş dibe û bi şeklek bi biryar û bi hêz tevlî têkoşînê dibe. Di demekê de ku şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê giran dibe berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Li ser vî bingehî bi erka fermandarê yekîneyê derbasî Zapê dibe. Di demeke kin de bi mîsyona xwe ya milîtanbûna Rêber Apo û gerîlayeke YJA Starê li Zapê zû tevlî pêvajoya şer dibe. Di dema êrîşa 14’ê Nîsana 2022’ê de di dema êrîşa li ser Zapê de fermandariya tîmên pispor dike, derbên xurt li dijmin dixin, hem jî çalakiyan koordîne dike, weke fermandareke pêşeng a demê cih digire. Bi vê taybetmendiya xwe dibe çavkaniya hemû hevrêyê xwe, mîsyona fermandariya demê bi serketî pêk tîne. Hevrêya me hem a li bejahiyê û hem jî şerê tunelan têkoşîneke xurt li ber dijmin kir, ji ber bikaranîna çekên qedexe ya hov a dijmin her çendî bandor jî bûbû, bi vîna Apoyî li ber xwe dide. Navê xwe li dîroka azadiya jinê ya berxwedêr û gelê me nivîsand.

BAZ MORDEM

Hevrêyê me Baz li Amedê di nava malbateke welatparêz de hetiye dinê. Ji ber girêdanbûna malbatê ya çandê, şahidî ji êşkenceya Zindana Amedê re kiriye, zanabûna welatparêziyê pê re çêbûye. Di demê salên ciwaniyê de cihê xwe di têkoşîna ciwanên Kurd a bi rûmet de girt, sala 2014’an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Baz di perwerdehiya xwe ya destpêkê de, ji ber mereqa wî ya gerîlatî û hêrsa wî ya li dijmin, ji perwerdehiyê encamek baş digire. Hevrêyê me Baz ê piştre derbasî Qendîlê bû, ji bo li dijî DAÎŞ’ê şer bike, berê xwe dide eniyên şer. Hevrêyê me Baz ê di şerê li dijî çeteyan de tim li refên pêş bû, bûye yek ji hevrêyên me yên bi fedayî pêşengtî kir. Hevrêyê me Baz bi moral, cesaret û şerê xwe bûye çavkaniya hêz. Bûye milîtanê Rêber Apo. Piştî pratîkeke şer a serketî hevrê Baz berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, bi ezmûnên şer girtî, ji bo li dijî dagirkeriyê bixe pratîkê berê xwe dide Avaşîn.

Di êrîşa 2021’ê de ku di serî de li Avaşîn û Hermên Parastinê yên Medyayê derbên xurt li dagirkeriyê daye, bi fedayî şer kiriye, ji bo taktîka gerîla ya dema nû bixe pratîkê fedekariyeke mezin kiriye. Hevrê Baz bi bi qasî hêrsa xwe ya li ber dijim û şerê xwe, di jiyanê de jî dilnizim, heskirin û rêzdariya xwe herdemê li nava hevalê xwe hatiye nasîn. Em bi hevrêyeke xwe yê wiha re di şer de cih girtin û şer kirin serbilindî dibînin. Di kesayeta hevrêyê xwe de soz serketinê didin hemû hevrêyên xwe.

MAVA ROJ

Hevêryê me Mava li Mûşê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê.Hevrê me Mava dema diçe xwendina Zanîngehê li Îdirê Tevgera Azadiyê dinase. Di sala 2013’an de tevlî xebatên ciwanan dibe. Sala 2014’an jî tevlî nava refên gerîla dibe. Perwerdehiya xwe ya destpêkê li Botanê dibîne, bi rengekî lez dikeve pratîkê. Girêdanbûna wî ya bi hevrêtiyê re her roja  diçe xurtir dibe. Hevrê Mava li ser bingehê Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo xwe nas dike û pêş dixe. Bi hişmendiyeke ya  têkoşînê ya bê eman a Saranyan, Bêrîtanan û Zîlanan bi sekneke bê eman tevlî kar dibe.

Her qada jiyanê ji bo xwe dike qada perwerdehiyê, têkoşîna xwe hê bi zanistîtir dike. Ji bo di warê leşkerî de xurtir bibe di qada pratîkê de xwe kûr dike, bûye fermandareke pêşeng a jinê. Bi aliyên xwe yên kedkar, fedekar û dilnizim, cih di gelek qadên kar de girtiye. Hevrê Mava piştî li gelek herêmên Zagrosê gerîlatiyê dike dibe fermandareke YJA Starê li Zapê sekna milîtanî ya jinê ya Apoyî parastiye û li dijî dagirkeriyê ketiye şerekî bê eman. Hevrê Mava di êrîşa dagirkeriyê ya sala 2021’ê de tim xwestiye di refên pêş de cih bigire. Di êrîşa dagirkeriyê ya 14’ê Nîsana 2022’an fermandarê tîmê bi aktîf di qadên şer de cihê xwe girtiye. Bi hêrsa bi salan hem cih li gelek çalakiyên derbên xurt li dagirkeriyê daye hem jî kordîne kiriye. Ruheke yê layîqî Zapê nîşan daye. Hevrê Mava di encama  bikaranîna çekên kîmyawî ya nemert de şehîd dibe. Hevrê Mava gerîlatiya ji Botanê heta Zapê dom kir, li çiyayên ku ji bo xwe kirin mekan, şopên ku neyên bîrkirin li pey xwe hişt.

SEDAT DEMHAT

Hevrêyê me Sedat li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ku bi welatparêziya xwe tê naskirin ji dayik bû, ji rojên destpêkê yên berxwedana me ya dîrokî ve têkoşîna azadiya Kurdistanê hembêz kiriye. Hevrêyê me yê ku di nav dorhêleke welatparêz a ku di nava têkoşîna me de cih girtiye mezin bûye, ji biçûkatiya xwe ve hişmendiya welatparêziyê girtiye û bûye xwedî şans ku têkoşîna me ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me yê ku ji ber zext û zordariya dewleta Tirk a dagirker tevî malbata xwe koçî metropolên Tirkiyeyê Stenbolê kir, bi karên cuda re alîkariya aborî da malbata xwe. Hevrêyê me ku di temenê xwe yê biçûk de wateya kedê re nas kir, di vê pêvajoyê de polîtîkayên asîmîlasyonê yên sîstematîk ên mêtîngeriya Tirk ên li dijî ciwanên Kurd nas kir.

Hevrêyê me yê ku ji temenê xwe yê biçûk ve tevlîbûna gerîlayên azadiya Kurdistanê ji xwe re kiriye hedef. Di sala 2014’an de êrîşên dewletên mêtînger û çeteyên DAÎŞ’ê yên di xizmeta wan de ji nêz ve şopand û bi Serketina Kobanê ya dîrokî hêzeke mezin girt. Hevrêyê me careke din fêm kir ku azadiya mutleq a gelê me ancax bi têkoşîneke bênavber a gerîla pêkan e, di sala 2015’an de bi tevlîbûna li nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî. Hevrêyê me yê ku bi coş û kelecaneke mezin tevlî jiyana gerîla bû û bi lez û bez adepte bû, piştî perwerdeya xwe ya bingehîn a gerîla bi awayekî serkeftî bi dawî kir, derbasî qada Zapê bû. Hevrêyê me yê ku bi hêza xwe ya qada leşkerî derdikeve pêş, di taktîkên gerîlayên serdema nû de pispor dibe. Di heman demê de, karên girîng ên ku bawerî û jêhatîbûneke bilind jê re lazim bû, girt ser milê xwe û ev kar bi serkeftinek mezin bi cih anî.

Hevrêyê me Sedat ku yek ji hevrêyên me bû ku di êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Zapê de guleya yekem li dijmin xist, demeke dirêj li Zapê pratîk kir û xebateke bêhempa da meşandin. Hevrê Sedat ku ji roja destpêkê ve bi awayekî aktîf beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû û di gelek çalakiyên bi bandor de derbên giran li dagirkeran xist, di vî şerî de weke fermandarê tîmê pêşeng erka xwe bi serkeftî bi cih anî. Di heman demê de bi şêwazê şerê xwe yê fedaî ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û bû yek ji fermandarên me yên pêşeng ên ku bersivê didin pêdiviyên serdema nû.

DELAL ŞOREŞ

Hevrêya me Delal li bajarê ronahiyê û serhildanê Silêmanî di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Şerê ku Tevgera me ya Azadiyê li dijî dagirkeriyê daye meşandin û têkoşîna ku bi tevahî li ser derfetên gelê me pêş ketiye, hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li herêmên din ên Kurdistanê bandor li gelê me kiriye. Gelek hevrêyên me bi taybet ji Silêmanî û ji her bajarê Başûrê Kurdistanê tevlî refên PKK’ê bû û bi dehan hevrêyên me yên qehreman wek Doktor Sîrwan, Viyan Soran, Helmet (Diyar Xerîb) û Berfîn Rêbaz ji bo têkoşîna azadiya gelê me, bi awayek fedaî şer kirin û gihiştin şehadetê. Hevrêya me Delal ku birayê wê jî di nava refên azadiyê de ye hem bi tevlîbûna birayê xwe hem jî bi van şehîdên leheng ên mezin bandor bû. Bi vê bandora xwe re Rêbertiya me û Partiya me ji nêz ve nas kir û bawer kir ku têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya Rêbertiya me û şehîdên me yên leheng wê hem jin hem jî gelê me azad bibe.

Li ser vê bingehê hevrêya me Delal ku di sala 2017’an de biryara tevlîbûna nava refên gerîla girt, piştî perwerdeya xwe ya yekemîn tevlî çalakiyên Komalên Ciwan bû. Di dema xebatên xwe yên ciwantiyê de hewl da gelê me û ciwanên Kurd germahiya şerê li Kurdistanê û berdêla ku hatiye dayîn têbigihê; Bang li gelê me kir ku tevlî nava refên têkoşînê bibin û ciwan jî tevlî nava refên gerîla bibin. Di vê wateyê de di nava civakê de hişyariyek çêkir û bi dehan ciwan li dijî dagirkeriyê di refên azadiyê de têdikoşin. Hevrêya me Delal ku di xebatên ku di nav de cih girtiye jî xwe perwerde kiriye, hestên xwe yên şoreşgerî hîn zêdetir mezin kiriye û biryardarî û îradeya xwe ya têkoşînê mezin kiriye. Di şerê dijwar de şehadeta hevrêyên wê gelek bandor li têkoşîna wê kiriye û her wiha xwesteka wê ya gihandina çiyayên azadiyê roj bi roj zêdetir dike.

Di pêvajoyeke ku gelê me bi xetereya qirkirinê re rû bi rû ye û êrîşên dijmin roj bi roj zêde dibin de hevrêya me Delal dîsa berê xwe daye çiyayên azad û cihê xwe di çeperên berxwedanê de girtiye. Hevrêya me Delal ku li Zapê di nava pêvajoya şer de cih girt, di qada leşkerî de bi lez xwe perwerde kir û rêgezên bingehîn ên gerîlatiya serdema nû hîn bû û jiyan kir. Hevrêya me Delal ku xwedî vîneke mezin a têkoşînê ye, ji bo tevlî çalakiyên li dijî dijmin bibe kedeke mezin da û encamên van hewldanan jî girt. Bi tevlîbûna li gelek çalakiyên li dijî dijmin ên li Zapê, hêrsa bi salan ji dijmin derxist û weke gerîlayeke pêşeng a YJA Starê tola hevrêyên xwe yên şehîd hilanî. Hevrêya me Delal ku di her pêngava êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna de cih girt, ji çêkirina tunelên şer heta amadekirina tîmên bi tevger, beşdarî gelek xebatan bû û bi hevrêyên xwe re li dijî operasyonên dijmin xwe amade kir. Hevrê Delal ku di nava komên ku derbeya yekemîn li hember êrîşên dijmin dan, ji destpêkê ve rengê berxwedana xwe diyar kir. Dewleta Tirk a qirker ku li dijî îradeya Apoyî ya hevrêyên me encam negirt, dîsa çekên kîmyewî û bombeyên qedexe bikar anî. Di van êrîşên hovane yên dijmin de hevrêya me Delal heta nefesa xwe ya dawî bi vîn, bawerî, cesaret û îradeyeke bêhempa ya Apoyî şer kir û gihişt şehadetê.

DEMHAT TÊKOŞÎN

Hevrêyê me Demhat Têkoşîn di malbateke welatparêz de li Kobanê ji dayik bû ku bi berxwedana xwe Şoreşa Azadiyê ya Rojava ji hemû cîhanê re ragihand. Hevrêyê me Demhat ku di nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava de mezin bû şahidê hemû pêvajoyên şoreşê bû. Hevrêyê me Demhat bi taybetî ji şervanên azadiyê yên ku felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas girtin, ji bo parastina gelê me jiyana xwe ji dest dan, gelekî bandor bû. Şoreşgerên neteweyî û enternasyonalîst ên ji çar aliyê Kurdistanê û ji gelek welatên cîhanê di nava refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de têkoşiyan û şehîd bûn, hevrê Demhat xistiye nava lêpirsînê. Bi taybetî jiyan, şer û têkiliyên hevrêtiyê yên bi sedan hevrêyên me yên ku ji çiyayên Kurdistanê tevlî şerê Kobanê bûne bandor li wî kiriye, xeyalên xwe gihandine çiyayên Kurdistanê û bibe gerîlayekî azadiyê ava kiriye. Hevrê Demhat ku di ciwaniya xwe de lêgerînên xwe zêde kir, biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Demhat tevî ku ji ber hin sedeman ji bo kar şandine derve jî, bi israr ji Sûdanê welatê Efrîkayê vedigere û di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrêyê me Demhat, diyar kir ku dema ew cara yekem berê xwe da çiyayên Kurdistanê ji ber azweriya xwe ya azadiyê û dilsoziya bi xeyalên xwe yên zarokatiyê re ji nû ve ji dayik bû, bi coş û heyecaneke mezin tevlî jiyanê bû. Hevrê Demhat ê ku di demeke ku êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir de tevlî nava refên gerîla bû, perwerdeya xwe ya leşkerî û bîrdozî bi lez û bez qedand, bi berpirsyariya xwe haydar bû û ji bo cihê xwe di eniyên berxwedanê de bigire derbasî Avaşînê bû. Xwezaya bi heybet a qada Avaşînê û têkiliyên xurt ên hevrêtiyê yên li ser bingehê ked û fedekariyê, hevrêyê me Demhat bi girêdanên ku nayên qutkirin bi vê qadê ve girêdaye. Wî jî weke hevrêyên xwe diyardeya kedê weke prensîba bingehîn a tevlîbûna xwe destnîşan kir û li ser vê esasê meşiya, xwe pêş xist. Hevrêyê me Demhat ku di şêwaz û taktîkên bingehîn ên gerîlatiya serdema nû de di demeke kin de kûr bû, hînî bikaranîna gelek çekan jî bû û bû gerîlayekî jêhatî.

Li herêma Avaşînê bi tevlîbûna gelek çalakiyên li dijî dijmin li dijî artêşa Tirk a dagirker li ber xwe da û hesabê êrîşên dijmin ên qirker ên li ser gelê me kir, xwest. Hevrê Demhat ku dema êrîşên dagirkeriyê yên li dijî herêma Avaşînê dest pê kir, cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt, bi lehengiya xwe ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Demhat ê ku her karê ku dikeve ser milê xwe bi awayekî serketî pêk tîne, ji bo ku erka xwe ya ji bo rawestandina êrîşên dijmin ku weke erka herî mezin û pîroz destnîşan kiriye, bi awayekî rast bi cih bîne kedeke mezin daye. Ji veguherandina tunelên şer heta bi cihkirina pêdiviyên lojîstîk di hemû qonaxên berxwedanê de cih girt û berpirsyariyên milîtaniya Apoyî bi giranî bi cih anî. Di dema şer de hem di tunelên şer de hem jî di tîmên bi tevger de cih girt girt û derbên giran li dijmin xist. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana hevrêyên me bêçare mabû, dîsa rûyê xwe yê kujer û hovane derxist holê û li hemberî hevrêyên me yên hêviya azadiyê ya gelan in, çekên kîmyewî bikar anîn. Em soz didin ku em ê di şexsê hevrêyê xwe Demhat ê ku di êrîşa çekên kîmyewî de şehîd bû, xeyalên azadiyê yên hemû şehîdên xwe pêk bînin.

DEMHAT CIZÎR

Hevrêyê me Demhat Cizîr di malbateke welatparêz a ji eşîra Kiçî de li Cizîra Botan hatiye dinê. Hevrêyê me Demhat ê ku bi xeyalên gerîlatiyê mezin bû, di zarokatiya xwe de bû şahidê her cure êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker. Hevrêyê me Demhat jî weke her ciwanekî Cizîrî li hemberî hemû polîtîkayên zext û tirsandinê yên rejîma faşîst tawîz neda welatparêziya xwe. Di destpêka Şerê Gel ê Şoreşgerî de weke ciwanekî Kurd xwe berpirsyar dît û li Cûdî tevlî nava refên gerîla bû. Çû Herêmên Parastinê yên Medyayê û perwerdeya xwe ya bingehîn dît. Hevrêyê me Demhat ji ber ku ji eşîra Koçer bû, di adaptasyona xwe ya li çiyê de ti pirsgirêk tune bû. Hevrêyê me Demhat di zarokatiya xwe de bi kedê re hat naskirin. Di jiyana gerîla de girîngiya kedê û nirxên ku pê re hatine afirandin fêm kir. Bi hestên paqij û durust ên ku neketine nava qirêjiya pergalê, bi Rêber Apo û şehîdan ve girêdayî bû û di her kêliya jiyana xwe de helwesteke milîtanî ya mînak nîşan da. Hevrê Demhat ku dikeve ferqa tenê hestên paqij têr nake, bi perwerdeya ku dîtiye û bi desteka hevrêyên xwe re hewl dide xwe di aliyê bîrdozî de pêş bixe. Weke bi sedan hevrêyên xwe li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê qêrîna gelê me yê Êzidî bilind kir û heta rizgarkirina Şengalê li wê herêmê di gelek pêngavan de cih girt û xwedî kedeke mezin bû. Hevrêyê me Demhat ê ku piştî pratîka Şengalê ya serkeftî derbasî Zapê bû, bi fedakarî beşdarî xebatên li vir bûye. Di amadekirina tunelên şer de û bi tevlîbûna xwe ya pêvajoya şer, têkoşînê şopên watedar li dîroka me nivîsandin. Heya şehadeta xwe hewl da ku bibe layîqê Rêber Apo û şehîdan û bi îradeya xwe ya bilind ev yek pêk anî.

Li hemberî êrîşên dijmin ên di 14’ê Nîsana 2022’an de hevrêyê me Demhat cihê xwe di nava komên ku pêşî li bersiva dijmin dan de girt û bi bersiva xwe pêşî nederbasbûna Zapê nîşanî dijmin da. Di rojên dawî yên şer de di nava tîmên gerîlla de cih girt û taktîkên gerîla yên serdema nû bi hostayî bi kar anî û derbeyên mezin li dijmin xist. Piştî ku dijmin berê xwe da tunelên şer, vê carê bi hevrêyên xwe yên di tunelên şer de berxwedaneke destanî nîşan da û tunelên şer veguherand keleyên berxwedanê. Artêşa Tirk a dagirker ku nekarî berxwedana dîrokî ya hevrêyên me bişkîne û roj bi roj zêdetir winda dike, bi dehan caran bi bikaranîna çekên kîmyewî hewl da vîna hevrêyên me bi dest bixe. Hevrêyê me Demhat jî weke gelek hevrêyên xwe heta nefesa xwe ya dawî weke milîtanekî Apoyî şer kir, gihişt şehadete.

 ZINARÎN CÛDÎ

Hevrêya me Zinarîn li bajarê Sêgirkê yê Şirnexê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Lê belê ji ber ku malbata wê polîtîkayên cerdevaniyê yên dijmin qebûl nekiriye, neçar mane koçî Mêrsînê bikin û li wir mezin bibe. Hevrêya me Zinarîn ji ber welatparêziya kûr a malbatê, dibe sedem ku li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelê me bikeve nav nakokiyan. Bi taybetî ji ber polîtîka û pêkanînên dijmin ên qirkirinê yên li ser vê bingehê, li hember dijmin hêrsa wê mezin bû û ketiye nava lêgerîna têkoşînê.

Li ser vê bingehê pêşî tevlî xebatên ciwanan bû û cihê xwe di nava têkoşîna azadiya gelê me de girt. Dema ku tevlî xebatan bû fersend dît ku rastiya Rêber Apo û Partiya me PKK’ê ji nêz ve nas bike û ji nakokiyên xwe re bersiv bibîne. Hevrêya me Zinarîn ku bi taybet bi nakokiya zayendî ya di nava civakê de û statuya koletiyê ya ji bo jinê hatiye ferzkirin dizane, ti carî ev statu ji bo xwe qebûl nekir. Berevajî vê yekê zêdetir kete nava têkoşînê û hewl da ku azadiya xwe misoger bike. Hevrêya me Zinarîn ku di dema xebata xwe de xwedî pratîkeke serkeftî bû, di wê baweriyê de bû keda ku daye meşandin têra azadiya gelê me nake û divê têkoşîneke bi bandortir bimeşîne. Ji bo vê yekê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Zinarîn piştî ku xwe gihandiye çiyayên Kurdistanê, demekê di nava xebatên Komalên Ciwan de ma, piştre derbasî qada çapemeniyê bû û di nava xebatên çapemeniya azad de cih girt. Hevrêya me Zinarîn ku kêlî bi kêlî bi perwerdekirina xwe ya bîrdozî xwe nas kir, hewl da ku layiqî kevneşopiya hevrêyên me Gurbetellî Ersoz û Denîz Firat bibe. Hevrêya me Zinarîn tevî ku xebatên xwe bi serketî meşandin jî, ji ber rastiya şer a heyî xwest biçe eniyên şerê germ. Ji bo vê jî di wê baweriyê de bû ku beriya her tiştî divê aliyê xwe yê leşkerî xurtir bike.

Li ser vî esasî di sabotajê de ku yek ji taktîkên herî bi bandor ên serdema nû ye pispor bû û berê xwe da Zapê. Hevrêya me Zinarîn a ku armancên operasyonên dijmin dizanî bû, bi hişmendiya ku di şexsê Tevgera me de hewl tê dayîn gelê me bê tinekirin tevdigeriya. Ji bo vê jî hevrêya me Zinarîn bi berpirsyariya xwe ya dîrokî di çeperên berxwedanê de cih girt û bi biryardariyeke mezin li dijî dijmin şer kir. Pêşengiya gelek çalakiyên serkeftî yên li dijî artêşa Tirk a dagirker kiriye, bûye milîtanek YJA Starê ya herî bi hêz. Hevrêya me Zinarîn ku bi baweriya xwe ya serkeftinê bi coş û moraleke mezin beşdarî her xebatê dibe, heta nefesa xwe ya dawî li dijî êrîşên bombebarkirî û çekên kîmyewî yên qedexe yên ji aliyê dijmin ve pêk dihat şer kir û bi lîstina rola xwe ya dîrokî gihişt şehadetê.

RÊBER KOBANÊ

Hevrêyê me Rêber li bajarê Kobanê ku keleha berxwedanê ya Rojavayê Kurdistanê ye, di malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe, di zarokatiya xwe de PKK’ê ji nêz ve nas kir. Di dema ku dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê bi desteka dewleta Tirk a qirker û faşîst êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û komkujiyên hovane pêk anî, ji bilî Hêzên Azadiya Kurdistanê ti hêzeke din a leşkerî nekarî li hemberî çeteyan li ber xwe bide. Ev yek hevrêyê me Rêber gelekî bandor kiribû.

Hevêyê me Rêber ku ji nêz ve şahidiya rastiya gelên berxwedêr a ku Rêbertiya me afirandiye, Felsefeya Rêbertiyê hîn bêhtir meraq dike û ji nêz ve nas dike. Wê demê jî pê hesiyan ku yên li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikin, di rastiyê de ji çend kesan wêdetir, hêzeke berxwedêre ku xwe li dora îdeolojiyê ji nû ve diafirîne û biryar dan ku li derveyî vê têkoşîna pîroz nemînin. Hevrê Rêber ku di gelek şeran de li dijî êrîşên DAÎŞ'ê cih girt, bi fedekariyeke mezin cihê xwe di çeperan de girt. Ji roja ewil ve tevlîbûneke dilnizim hebû û bi van taybetiyên xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me Rêber ji feraseta hevrêtiya PKK’ê û nêzîkatiya hevrêyên xwe ya ji hev re û xwazayê re gelek bandor bû.

Hevrê Rêber ê ku di zane ku hevrêtiya di nava PKK'ê de bi yekitiya armancê bi meşa serketinê ve dibe, heta kêliya ku gihişt şehadetê li gorî vê esasê di jiyanê de û di şer de tevgeriya. Hevrêyê me Rêber ê ku her tim armanca Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad aniye ziman û li ser vê armancê rawestiyaye, jiyana xwe li gorî vê armancê diyar kiriye, di şerê azadiyê de bi hevrêyên xwe re, gelê Kurd gavekê nêzî serkeftinê kiriye. Hevrê Rêber yek ji hevrêyên me ye ku ji roja 14’ê Nîsanê ve ku operasyonên dagirkeriyê dest pê kirine, li eniya şer bi dijmin re rû bi rû maye û derbeyên ewil li dijmin xistiye. Bi îrade û wêrekiya xwe ya di şer de û her wiha bi fedekarî xwe ya di jiyanê de kesayetek ku ji aliyê hevrêyên xwe ve weke mînak bê girtin, afirand. Fedekarî û lehengiya mezin a hevrêyê me Rêber wê ji bo me hevrêyan bibe pêşengê herî mezin.

RÛKSEN ZAGROS

Hevrêya me Rûksen li bajarê Qamişlo yê ku pêşengiya Şoreşa Azadiyê ya Rojava kir ji dayik bû, di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû. Hevrêya me di nav derdoreke ku çanda berxwedanê lê zindî ye de mezin bû û bû şans ku têkoşîna me zû nas bike. Hevrêya me Rûksen ku bû şahida rastiya gerîlayên jin ên ji bo azadiya gelê me û welatê me bi fedekarî têdikoşin, eleqeyek mezin nîşanî felsefeya Rêber Apo da. Weke jineke Kurd hevrêya me ya ku li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re tevlî nava refên têkoşînê bû, li qadên ku şer lê dijwar bû ma û di pratîkê de bû xwedî ezmûneke xurt. Hevrêya me ku şahidiya Şoreşa Azadiyê ya Rojava di pêşengtiya jinên Kurd de kir û rastiya ku ti gel bêyî xweparastinê nikare li ser lingan bisekine dît, di sala 2014’an de tevlî gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

Hevrê Rûksen ku perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê dîtibû bi awayekî serketî qedand, demeke dirêj li qada Metîna gerîlatiyê kir. Hevrêya me yê ku xwedî jiyan û têkiliyên xurt ên hevrêtiyê ye, bi taybetmendiya xwe ya timî hînbûnê û veguheztina tiştên ku hîn bûye di pratîkê de pêşkeftinek bi lez bi dest xistiye. Hevrêya me Rûksen a ku bi jiyan û ezmûna xwe ya gerîlatiyê derbasî Zapê bû, di demeke kin de xwe adapteyî vê qadê kir û weke ku dihat hêvîkirin bû xwedî pratîkeke xurt. Hevrêya me Rûksen a ku li her kêliya Zapê ked daye, her tim bi kesayeta xwe ya bi enerjî û kedkar li eniyê rawestiyaye û ji bo hemû hevrêyên xwe bûye çavkaniya hêzê. Hevrêya me yê ku hevrêyên xwe bi pêş ve birin, bê hesab beşdarî jiyanê bû, hem di qada leşkerî de hem jî di qada bîrdozî de xwe bi pêş ve dibir, bû xwedî pratîkeke pêşeng a milîtaniyê. Hevrê Rûksen yek ji pêşengên berxwedanê ye ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê pêş ketiye û bi awayekî aktîf beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bûye, di gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran dane, cihê xwe di eniya herî pêş de girt. Hevrêya me Rûksen a ku bi awayekî leşkerî beşdarî jiyan û şer bû û ji xeta berxwedan û serketinê tawîz neda, di êrîşên dijmin ên bi çekên kîmyewî de gihişt şehadetê, nemir bû.

XEMGÎN CIZÎR

Hevrêyê me Xemgîn Cizîr li nava Eşîra Kiçî ya welatparêz a Cizîr a Botanê hatiye dinê. Ji ber hem li nava malê û hem jî derdorî wan tevlî nava refên gerîla bûye, hevrê Xemgîn di temenê zarokatiyê de têkoşînê nas dike. Her ku hevrê Xemgîn partiyê nas dike zêdetir pêre tê girêdan, sala 2014’an tevlî gerîla dibe. Hevrêyê me yê bê du dil kete nava jiyana gerîla, di demeke kin de pêşketin bi xwe re aniye. Hevrêyê me Xemgîn ê ji bo di qada leşkerî de xwe pêş bixe, perwerdehiya gerîlatiya pispor dibîne, vê xwestiye li qadên pratîkê bixe meriyetê.

Hevrêyê me Xemgîn ê li Garê pratîka gerîlatiyê kir, piştre derbasî Zapê dibe û demek dirêj li Zapê gerîlatiyê dike. Bê cudahî erkê digire ser milê xwe, bi cidîbûnekê pêk tîne. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkariyê rêzdarî û hezkirinê bi dest dixe û di jiyanê de dibe fermandareke pêşeng. Hevrêyê me yê taktîka gerîlatiya demê xiste pratîkê, di pratîka şer de jî bû yek ji fermandarên ciwan. Hevrê Xemgîn ê di gelek çalakiyan de cihê xwe girt û derbên xurt li dagirkeriyê da, bûye yek ji şervanê kedkar û fermandarê pêşeng ê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê.

RÊBER ROBOSKÎ

Hevrê Rêber ji Eşîra Goyan a gelek fermandarên pêşeng ava kir di nava malbatek welatparêz de hatiye dinê. Hevrêyê me ji ber sedemên malbatî koçî Wanê dike, li Wanê hatiye dinê û mezin bûye. Hevrêyê me Zagros ê sala 2015’an li Zagrosan tevlî gerîla dibe, perwerdehiya xwe ya ewilê li Zagrosê dibîne. Zû adapteyî herêmê dibe, ji ber kesayetiya xwe ya bi înad, li ber zoriyê pesnekirin, ji aliyê hevrêyên xwe ve di demek kin de tê hezkirin.

Hevrêyê me yê ji roja ewil tevlîbû û li Zapê pratîk kir, ji derveyî serketinê tiştek din qebûl nekir, her demê ketiye nava hewldana ku ya herî baş bike. Hevrê Rêber di dema operasyonê de bi sekneke biryardar, cesaret daye hevrêyên xwe, ketiye nava hewldanên ku tim derbê li dagirkeriyê bide. Vê lêhûrbûna xwe di pratîkê de jî nîşan daye. Vê kesayetiya bi înad û têkoşer a hevrêyê me ji bo me da nîşandan ku bersiva hemû zorî û bêderfetiyan e. Em soz didin em ê girêdayî bîranînên hevrêyên xwe bin, têkoşînê mezin bikin, bigihînin serketinê.

SERDEM AGIRÎ

Hevrêyê me Serdem jî li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Hevrê Serdem destpêkê tevlî xebatên xweparastinê dibe, piştre li ser çeka sûîkastê xwe pêş dixe, dema ku şer li Zapê xurt dibe, derbasî Zapê dibe. Hevrê Serdem ê di asteke diyar de dibe xwedî ezmûn, bi qasî ku kêrhatiyên xwe derbasî hevrêyên xwe jî bike, ji hevrêyên xwe jî sûdê digire, xwe ji bo pêvajoyeke şer a mezin amade dike.

Hevrêyê me Serdem ê di warê îdeolojîk de zelal e, ji bo şerê tunelan û dîsa şerê tîm ê bi tevger amade dike û tevlî dibe. Ji bo vê tevlî hemû xebatên vê pêvajoyê dibe. Erka pêşengtiyê bi serketî pêk tîne. Dema ku pêvajoya şer jî dest pê dike, sekna xwe ya ewilê diparêze, bi hêza xwe ya milîtantî ya komînal bê dudil pêk tîne.

Hevrêyê me bi layîqbûna şehîd û Rêbertiyê dikeve tevgerê, bi hêza ku dîtina Rêber Apo ya xeyala wî bû, bi ser dijmin de diçe. Hevrê Serdem ê bi lêdana xwe ya li dijmin, bûye yek ji kedkarê mezin ê berxwedana li Zapê. Hevrê Serdem ê di her xebatê de cih girt, bi eşq û daxwaz bû milîtaneke mînak ê Apoyî, bi bikaranîna çekên kîmyewî ya dijmin şehîd bû, têkoşîna xwe ya şoreşgerî di lûtkeyê de temam kir.

MAZLÛM NISÊBÎN

Hevrêyê me Mazlûm li Nisêbînê hatiye dinê. Bi zanabûna welatparêziyê mezin bûye û rastiya dijmin û hovîtiya dijmin hêrsek mezin mezin bûye. Hevrê Mezlûm ê hê ciwan lêgerîna wî dest pê kir, di xebatên nava ciwanan de, bûye xwedî nasnameyek polîtîk. Di dema sala 2015’an pêvajoya şer dest pê kir de, li Mêrdînê tevlî gerîla dibe. Piştre li Zapê perwerdehiya xwe ya bingehîn dibîne. Di bin fermandariya Alî Piling, Dilşad û Mervan de gerîlatiyê dike. Li Zapê bi fedayî û bê hesab di nava milîtanên fedayî de şer kiriye. Bi têkoşîna 7 salan kedek mezin daye. Li Zapê tevlî gelek xebatan bûye, di şerê tunelan de kedeke wî ya girîng heye. Bi kesayetiya xwe ya fedekar, kedkar ji aliyê hevrêyên xwe ve hatiye hezkirin.

Dîsa li Zapê cih di gelek çalakiyan de girtiye, di warê leşkerî de gelek ezmûn girtiye. Di şerê li Zapê de tim li pêş cih girtiye. Di êrîşa dagirkeriyê ya 14’ê Nîsanê de bi ruhê Apoyî tevlî têkoşînê bûye. Hevrê Mazlûm ê di encama êrîşên kîmyawî de şehîd bû, bû yek ji hevrêyên me yên ku ji sekna milîtanî ya Apoyî tawîz neda. Hevrê Mezlûm ê girêdana bi şehîdan û hildana tolê tim zindî hişt, tim xwestiye xeyalên şehîdan pêk bîne, bibe layîqî keda û şopdarê wan.

ERDAL BESTA

Hevrê Erdal li Kobanê ya ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîneke bê eman hate dayîn û rûpelek dîrokî ya nû li gelê me da qezenckirin hatiye dinê. Di nava malbatek girêdayî nirxên Têkoşîna Azadiyê mezin bûye. Di temenê biçûk de têkoşînê dinase. Hevrê Erdal ê di nava Şoreşa Azadiya Rojava de cih girt, xurtkirina têkoşînê û hedefa wî bûye dawîanîna dagirkeriyê. Hevrêyê me yê bi hemû hêza xwe tevlî şoreşê bû, kedeke mezin da, piştre berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevrê Erdal ê bi ezmûneke şer tevlî gerîla bû, bi sadebûna xwe û hevrêtiya xurt, di demeke kin de bi çiyan re bû yek.

Hevrêyê me yê ku hemû erkan bi cidiyetek mezin girt ser milê xwe, her erkê bi gihandina serketinê nêzîk bûye. Bi ezmûna xwe ya ji leşkerî girtî, bi perwerdehiya pisportiyê re kir yek, di taktîkên gerîlatiya dema nû re, bû pispor, bi pratîka xurt a nîşan da, bi lez bû fermandar, bû nûnerê xeta fermandariya ciwan a bersiva demê. Hevrêyê me demek dirêj di Pêngava Berxwedana Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girt, di şerê çeper û dîsa tunelan de erkên xwe serketî bi cih anî. Hevrêyê me bi jiyana xurt a vîna Apoyî, tevlîbûn, meşa xeta partiyê, bi şerê li dijî dagirkeriyê re mîraseke mezin a têkoşînê hişt, mîsyona ku kete ser milan bû milîtaneke layîq.”