Yekîneya Tolhildanê li Wanê li polîsan xist

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çekdar Canfeda ragihand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî wan li Wanê çalakiyek kirine.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çekdar Canfeda diyar kir ku li taxa Xaçortê ya Wanê li hemberî polîsên ku li dewriyê digeriyan çalakî lidar xistine.

Yekîneya Tolhildanê bi daxuyaniyekê got, "19'ê Cotmehê êvarê saet di 22:30'î de Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çekdar Canfeda li taxa Xaçortê ya Wanê li hemberî polîsên dewleta Tirk a faşîst ku li dewriyeyê digeriyan, bi teqemeniyan û fîşekên hewayî çalakî hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de derbeke giran li dijmin hate xistin. Yekîneya me jî bêyî zerareke lê bibe ji cihê çalakiyê çû."

Yekîneya Tolhildanê diyar kir ku xwîna 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî hatine şehîd xistin wê li erdê nemîne û got, "Heta hesabê her hevrêyeke/î xwe bipirsin em ê çalakiyan bikin."