Li Kurdistanê çalakiyên protestokirina êrîşên kîmyewî - HATE NÛKIRIN

Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla, li Bakurê Kurdistanê tên protestokirin.

Bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ji hêla dewleta Tirk ve, li gelek bajarên Kurdistanê hat protestokirin.

WAN

Bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayên Kurdistanê li Wanê bi tevlêbûna nûnerên Şaxa Komeleya Yekitî Çand Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) ya Wanê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, hat protestokirin û daxuyanî hat dayîn. Di daxyaniyê de pankartên “Bikaranîna çekên kîmyewî binpekirina hiqûqa navneteweyî û sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Li dijî vî sûcî bêdeng nemîne” hatin vekirin. Her wiha beşdaran gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” berz kirin.

SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ

Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa MEBYA-DER a Wanê Hanim Kaya diyar kir ku dewleta Tirk gelek caran bi çekên kîmyewî êrîş kirine û bertek nîşanî saziyên pênwedîdar da. Bi domdarî Kaya wiha got: “Ji Nîsana sala 2021’an heta niha bi awayekî sîstematîk xazên kîmyewî, çekên nukleerî yên taktîk, bombeyên termobarîk, xaza hardalê û hwd. tên bikaranîn. Ev yek bi dîmenan hatin piştrastkirin. Ji dîmenên 17 kesên jiyana xwe ji dest dayîn û texrîbata di xwezaya li herêmê de îspat bûye ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Divê li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê, li gorî rêgezên Peymana Cenevreyê tevbigere. Hewceye OPCW di zûtirin demê de şandeyekê bişîne herêmê, lêkolînên pêwîst bike û îspat bike ku hevkarê vî sûcê li dijî mirovahiyê nîne.”

'HÛN ÇIMA LÊKOLÎNAN NAKIN?’

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Mûrat Sarisaç jî bal kişand ser gotina Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ku digot, “Her PKK’iyekî 5-10 zarok hene” û wiha bertek nîşan da: “Nefreta wî ya li hemberî Kurdan heta vê astê jî hat. Ji ber ku 5-10 zarokên Kurdan zêde dibîne, hinekan jê li ser xetên sînor qetil dike, hinek jî li girtîgehan dikuje. Hinek ji siyasetê dûr dixe, parlamenteriya hinekan betal dike yan jî bi çekên kîmyewî qetil dike. We hemû çavkaniyên welêt ji bo kuştina Kurdan ji şer re veqetandine. Ma hûn dê bi kuştina Kurdan bi ser kevin? Hûn pesnê xwe bi komkujiyan didin. Madem li wir çekên kîmyewî nehatine bikaranîn, wê demê hûn çima naxwazin saziyên navneteweyî li wir lêkolînan bikin?”

AGIRÎ

Tevgera Jinên Azad (TJA), HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî li Agiriyê bi heman mebestê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’ê hat dayîn û pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Nebe şirîkê vî sûcî” hatibû vekirin. Hevberdevkê DBP’a Agiriyê Melîk Ozmuş di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku divê saziyên navneteweyî li dijî bikaranîna  çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê.

ÎDIR

Her wiha li Îdirê jî li pêşiya avahiya HDP’ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Îdirê Semra Dogruyol got ku dewleta Tirk sûcê şer dike û wiha bi dawî kir: “Dîmenên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî wehşetin û nayên qebûlkirin. Bikaranîna çekên kîmyewî, di heman demê de sûcekî  li dijî mirovahiyê ye. Divê meclis di zûtirin demê de komîsyoneke lêkolînê ava bike û bikeve nava liv û tevgerê.”

MÊRDÎN

Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bi banga Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Mêrdînê hatin gel hev êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîlayên Kurdistanê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bikaranîn şermezar kirin. Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (ÎHD), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Odeya Bijîşkan a Mêrdînê û Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê û bi sedan kes li ber Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê kom bûn. Girseyê pankarta ku li ser “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî vekirin.

LI DIJÎ HIQÛQA NAVNETEWÎ YE

Parêzer Azad Bayram ê li ser navê girseyê daxuyaniya hevpar xwend, diyar kir ku desthilat her roj her roj yeka nû li binpêkirina mafan zêde dike û got: “Eşkere ye ku hikûmeta ku kaosê derdixîne, li hemû welêt bi taybetî li girtîgehan di nava şert û mercên tecrîdê de hikum dike. Van bêhiqûqiyan sînorên welêt derbas kirine û di dîmenên dawî yên hatine weşandin de jî delîlên li ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hiqûqa navneteweyî derketine holê. Bikaranîna çekên kîmyewî weke sûcekî şer tê pênasekirin ku bi peymanên navneteweyî tê qedexekirin û şermezarkirin.”

Bayram bi bîr xist ku Tirkiye yek ji aliyên Peymana Çekên Kîmyewî ye ku hilberîn, stokkirin û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike û armanc dike ku wan kontrol bike û anî ziman ku tevî vê yekê jî Tirkiye bi taybetî di êrîşên ji sala 2021'an û vir ve li dijî xaka Herêma Federe ya Kurdistanê daye destpêkirin de li dijî hiqûqa navneteweyî tevgeriya ye.

‘DIVÊ BÊDENGÎ BI DAWÎ BIBE’

Bayram da xuyakirin ku di dîmenên hatine weşandin de diyar dibe ku Tirkiye ji Nîsana 2021'an û vir ve bi rengekî sîstematîk çekên kîmyewî yên weke gaza kîmyewî, nukleerên taktîkî, bombeyên termobarîk û gaza hardal bi kar tîne û diyar kir ku di lêkolînên hatine kirin de hatiye tespîtkirin ku çekên kîmyewî di mehên borî de li herêmê jî hatine bikaranîn. Bayram anî ziman ku dîmenên êrîşa kîmyewî ya 17 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan, asta texrîbata erdnîgarî ya li herêmê radixe pêş çavan û wiha berdewam kir: “Çekên kîmyewî ne tenê sûcê li dijî mirovahiyê ne, di heman demê de zindiyên li xwezayê dijîn û ekosîstema xwezayê tune dikin. Tevî vê yekê jî partiyên li Peymana Cenevreyê ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dikin, bêdeng dimînin. Em di wê baweriyê de ne ku ev bêdengî binpêkirina mafên mirovan e û em dixwazin ev bêdengî di zûtirîn demê de bi dawî bibe.”

BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWÎ KIRIN

Bayram, qala çalakiya Nobeta Edaletê ya Xoşnav Ata ku du biraziyên xwe di encama bikaranîna çekên kîmyewî de winda kirin 80 roj in li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) didomîne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li raya giştî ya cîhanê û bi taybet NY'yê dikin ku li dijî van sûcên dijmirovahî pêwîstiyên Peymana Cenevreyê bi cih bînin. Dîsa em li bendê ne ku OPCW tavilê heyetekê bişîne herêmê ku lêkolînên pêwîst bike û tavilê gavên ku nîşan dide ne alîgirê sûcê li dijî mirovahiyê ye, biavêje. Em weke rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan; em ê tu carî destûrê nedin ku sûcên li dijî mirovahiyê bên kirin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Hêrsa dayikan wê kujeran bixeniqîne” bi dawî bû.

DERSIM

Rêxistina HDP’a Dersimê, êrîşên çekên kîmyewî bi çalakiya rûniştinê şermezar kir. Endamên HDP’ê dema daxuyayaniya wan a xwestin li Kolana Hunerê bikin hate astengkirin li ber avahiya partiyê çalakiya rûniştinê lidarxistin. Endamên HDP’ê yên li ser astengkirinê derbasî avahiya partiyê bûn li vir pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye” vekirin. Hevseroka HDP’a Dersimê Nazli Çelîk Oz a li vir axaftineke kurt kir diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî rê li ber komkujiyên gengaz vedike û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî geşedanên heyî dengê xwe bilind bikin.

DÎLOK 

Li Dîlokê DBP, HDP û TJA'yê xwestin li Parka Yeşilsuyê civîna çapemeniyê li dar bixin. Polîsan bi hinceta qedexeya walîtiyê daxuyanî asteng kirin. Li dijî astengkirina daxuyaniyê girse derbasî avahiya DBP’a Dîlokê bû û civîna çapemeniyê li dar xist. Li salonê pankarta “Çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye” vekirin. Hevserokê DBP’ê yê Dîlokê Etem Unal diyar kir ku biryara polîsan a astengkirina daxuyaniyê kêfî ye. Unal da zanîn ku geşedanên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de gelên Kurdistanê xistine nava fikaran û saziyên navnetewî vexwendin peywîrê.

ŞIRNEX

Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) li navçeya Hezexê ya Şirnexê li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya rûniştinê pêk hat. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, DBP, Dayikên Aşitiyê, TJA û rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan tev li çalakiyê bûn. Lê polîsan bi hinceta qedexeya Walitiyê heye nehişt ku girse daxuyaniyê bide. Lê tevî hemû astengiyan jî girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist.

Di çalakiya rûniştinê de parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş axivî. Ozguneş astengkirina daxuyaniyê şermezar kir û got: “Li ser gelê me her cure şerên qirêj tên meşandin û li Tirkiyeyê zext tên kirin. Taca faşîzmê mîna şûrê li ser mafên me yên herî demokratîk daleqandî ye. Daxuyaniya me ya herî bêguneh jî ji aliyê walitiye ve bi gef û şantajê tê astengkirin. Lê em dibêjin bila şer nebe, aştî hebe, azadî hebe, ciwanên Tirkiyeyê nemirin. Bi helwesta xwe ya bi rûmet em ê dev ji daxwaza xwe ya azadî û edaletê bernedin. Em dibêjin bila faşîzma AKP û MHP’ê bisekine. Em ê heta dawiyê ji bo aştî û azadiyê tebikoşin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Li dijî faşîzmê mil bidin mil” bi dawî bû.

XARPÊT

Rêxistina HDP’a Xarpêtê bikaranîna çekên kîmyewî bi daxuyaniyekê şermezar kir. Hevserokê HDP’a Xarpêtê Alî Yildirim ê di daxuyaniyê de axivî destnîşan kir ku Tirkiye li dijî peymanên navnetewî ku alîgirê wan e tevdigere.

RIHA

Li Rihayê jî bi pêşengtiya DBP’a bajar çalakî hat lidarxistin. Çalakî li pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan hat kirin. Beriya çalakiyê, Rêxistina HDP’a Rihayê ji hêla bi sedan polîsan ve hat dorpêçkirin. Tevî dorpêçê jî Parlamentera HDP’a Rihayê Ayşe Surucu, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Platforma Ked û Demokrasiyê li avahiya HDP’ê hatin ba hev.

Girseyê dovîza “Çekên kîmyewî sûcê li dijî mirohiyê ye” rakir û bi çepikan ber bi Navenda Kar a Ahmet Bahçivan ve meşiya. Polîsan meş asteng kir û êrişî girseyê kir. Li ser vê yekê jî girseyê dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre îxanet” berz kirin. Tevî êrişa polîsan jî girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û piştre jî li pêşiya avahiya HDP’ê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de Hevseroka DBP’a Rihayê Hîdayet Emek axivî û bang li saziyên navneteweyî kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha Emek, bertek nîşanî bêdengiya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdisatnê da.

Parlamenter Ayşe Surucu jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê hildiweşe. Ji bo ku xwe li ser pêyan bigire jî êrişî destkeftiyên gelê kur dike. Li ser vê bingehê jî ev demekî dirêje êrişî Herêma Federal a Kurdistanê dike. Gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîn. Em, bikaranîna  çekên kîmyewî şermezar dikin. OPCW nikare li hemberî vê rewşê bêdeng bimîne û divê ji Tirkiyeyê hesab bipirse. Em qebûl nakin ku zarokên kurd bi çekên kîmyewî bên qetilkirin. Em ê heta dawiyê li dijî van êrişên dagirkeriyê bisekinin.”

ÊLIH

Li Êlihê jî bi heman mebestê bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cehdeya Gulistanê hat dayîn. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, aktîvîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê, ÎHD, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, TUAY-DER, HDP, DBP û gelek welatî jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hat vekirin. Hevserokê MEBYA-DER a Êlihê Medenî Onar di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku bêdengiya hêzên navneteweyî dike ku Tirkiye van sûcên li dijî mirovahiyê bike.

AMED

Li Amedê jî bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) çalakî hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolû ya Rezanê hatin ba hev û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan astengî derxistin. Li ser vê yekê dayikên aştiyê bertek nîşan dan û ji polîsan re gotin; “Hûn nikarin kurdan bi kuştinê xelas bikin, bila xwedê heqê me li gel we nehêle. Hûn heta bêrêziyê li cenazeyên me jî dikin. Ma hûn tenê mirov in?”

‘DEWLETA TIRK SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ KIR’

Birse piştre jî çû ber deriyê avahiya MEBYA-DER’ê û li wir daxuyanî da. Daxuyanî jni hêla Hevserokê MEBYA-DER’ê Şukru Karadag ve hat xwendin. Karadag anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî li gorî peymanên navneteweyî qedexe ye û wiha dom kir: “Tirkiye bi bikaranîna van çekan re sûcê li dijî mirovahiyê dike. Ji nîsana 2021’an ve bi awayekî sîstematîk xazên kîmyewî, çekên nukleerî yên taktîk, bombeyên termobarîk, xaza hardalê û çekên kîmyewî bi kar tîne. Di dîmenan de ev yek bi eşkereyî xuya dike. Ji dîmenên 17 kesên jiyana xwe ji dest dayîn û texrîbata xwezayê ya lil herêmê vê rastiyê îspat dike. Aliyên Peymana Cenevreyê li dijî vê rewşê bêdeng dimînin û dibin şirîkên sûc.”

‘BILA LÊKOLÎNÊN PÊWÎST BÊN KIRIN’

Karadag bi bîr xist ku Xoşnav Ata ku du xwarziyên xwe di encama bikaranîna çekên kîmyewî de bi kar anîbûn, ev 80 roj in li pêşiya OPCW’ê nobetê digire û wiha pê de çû: “Ewlehiya canê xelkê başûrê Kurdistanê û welatiyên li herêmên şer tune ye, lewma jî di nava tirsê de ne. Bi bikaranîna van çekan re ne tenê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin, her wiha zindiyên li xwezayê û ekosîstem jî tê texrîbkirin. Banga me li Neteweyên Yekbûyî (NY) ew e ku li gorî rêgezên Peymana Cenevreyê tevbigere û peywira xwe pêk bîne. Bila OPCW jî di zûtirin demê de şandeyekê bişîne herêmê ku lêkolînên xwe bike û nîşan bide ku ne şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê ye.”