Dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê li dijî gerîlayên HPG'ê ji aliyê gelek rayedaran bi taybet Wezareta Parastina Neteweyî ve hatin redkirin. Lê belê Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar destnîşan kir ku di rapora berê ya li ser Garê pêşkêşî Meclisê kiribû de wan gaza rondikrêj bi kar aniye û wiha got: “Li ber ketina şikeftê tenê gaza rondikrêj li dijî bombe û çekên sivik hat bikaranîn. ; Ji xeynî vê, bi ti awayî bikaranîna çek û cebilxaneyan qet dernakeve.”
Serokê Giştî yê Rûmetê yê HDP'ê û Endamê Lijneya Şêwirmendiyê ya ÎE’yê Ertugrul Kurkçu ji ANF'ê re Peymana Çekên Kîmyewî ku Tirkiye jî endamek wê ye bi bîr xist û diyar kir ku Hulusî Akar sûcê xwe qebûl kiriye.
Kurkçu anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî ne tiştekî nû ye û ji sala 2011'an û vir ve gelek caran behsa vê pêvajoyê hatiye kirin, lê belê ev pêvajo bi berfirehî nehatiye lêkolînkirin û wiha got: "Heke em daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî bidin ber çavan, wezaret dibêje ‘tu carî wan çekên kîmyewî bikar neanîne’. Ew kesên ku van îdiayan dikin û yên ku li pey wan disekinin bi "dezenformasyonê" û "tevkariya terorê" tawanbar dike. Lê belê, ev gotin bi tevahî rastiyê berevajî dike. Ji ber du sedeman: Yekem, hêj mijar ji aliyê kesên serbixwe ve nehatiye lêkolînkirin. Lê Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fincanci jî xwediyê tesbîtên duyemîn e ku çavdêr an pisporên din ên herêmî an navneteweyî bi temaşekirina qeydên vîdyoyê tespît kirine. Wekî din, di dîmenên ku hatine weşandin de gumanek giran çêdike ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
Ev rewş tenê bi yên di rojên dawî de derketine holê re ne sînordar e. Ji sala 2011’an û vir ve îdiayên li ser bikaranîna madeyên kîmyewî li hundir û derveyê Tirkiyeyê û nîşaneyên têkildarî wê ti carî xilas nebûne. Lê belê tu carî delîl nehat komkirin û bi awayekî tam nehatin gihandin ber tu sazî û dezgehan û ne jî îmkana gihandina delîlan û lêkolîna li ser wan çêbû. Lewma di pêvajoyeke înkarê ya yekalî re derbas bû. Ji ber vê yekê, rastiyek wusa madî heye. Wêne, belge, qeydên têkildarî vê hene. Divê ev hîn jî bên lêkolînkirin.”
Serokê Rûmetê yê HDP'ê Kurkçu diyar kir ku divê ev envanter di nava Wezareta Parastina Neteweyî de nabe û wiha domand, “Ev peyman di sala 1994'an de di dema Serokwezîrtiya Tansu Çiller de ji aliyê Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê ve hat qebûlkirin û di sala 1996'an de di bin serokatiya Mesut Yilmaz de hat nûkirin. Li wir tê gotin: ‘Amûrên ku ji bo kontrolkirina bûyerên civakî tên bikaranîn, ji bo armancên leşkerî nayên bikaranîn, qedexe ye.’ Hikmên peymanên navneteweyî di ser qanûnên navxweyî re ne. Ji ber vê yekê divê gaza rondikrêj jî ku Wezareta Parastina Neteweyî qebûl dike bi kar anîne, ya duyemîn jî nikare bi kar bîne. Ji ber ku Wezareta Parastina Neteweyî ne wezaretek e ku ji ewlekariya navxweyî berpirsyar e.”
Kurkçu da zanîn ku ji bo lêkolînê jî gelek astengî hene û wiha axivî, “Kes nikarin serî li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bidin. Ev saziyek navdewletî ye û ji serlêdana kesane re girtî ye. Lê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ne tenê desthilatdar e. Li gorî Peymana Cenevreyê, bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye. Ev pênaseya çekên kîmyewî ji bo Peymana Cenevreyê jî derbasdar e û ji ber vê yekê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li vir wek xwediyê mafdar an jî biryarder xuya dikin.
Ji bo ku Neteweyên Yekbûyî dest bi xebatê bike, daxwazek ji dewletekê ne hewce ye. Rêxistinên ne-hukûmî yan jî rêxistinên din ên nedewletî dikarin di Konseya Mafên Mirovan û rêxistina Neteweyên Yekbûyî de bi giştî di kapasîteya şêwirmendiyê de cih bigirin. Di rastiyê de Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li ser şewatên jêrzemînan ên li Cizîr, Sûr û Şirnexê li pey hev raporên pir rexnegir amade kirin. Tu dewlet ji bo wan serlêdan nekiribû. Ji ber vê yekê ev derî vekirî ye. Dema ku bikeve derî, îdiayên din ên bikaranîna çekên kîmyewî bêguman wê derkevin holê.”
Ertugrul Kurkçu, anî ziman ku ji bo muxalefetê xwe ji desthilatdariyê veqetîne îmtîhaneke girîng heye û wiha got: “Ev îdia giran in, ji ber ku tenê ji aliyên nakok nayên. Îdîa, sûcdarkirin û rexne ji aliyên sêyemîn heta roja îro hatine. Em dibînin ku qadeke nû hatiye vekirin ku her kesê ku hêjayî nîqaşê ye, ka qanûn, destûr, peymanên navneteweyî yan jî şîdeta keyfî dikare li Tirkiyeyê bibe xwedî gotin.
Li vir jî ez dixwazim bibînim ku muxalefet, ango yên ku xwe amade dikin ku rêveberiya Tirkiyeyê ji destê vê çeteya mîlîtarîst, nîjadperest û mezhebî bigrin, bi çi awayî xwe ji wan veqetînin. Bi rastî ev ji bo muxalefetê ji wî alî ve ceribandinek e. Niha jî bi derxistina mijarên wekî “Yekitiya welat, şerefa artêşê” hewl tê dayîn van rexneyan bên tepisandin û ji holê rakin. Lê belê şerefa artêşek encax bi pêkanîna mafên navneteweyî ve pêkan e.”