Asayîşa Silêmaniyê 8 Kurdên ji Bakur destgîr kir

Asayîşa Silêmaniyê 8 welatiyên ji Bakurê Kurdistanê ku ji ber zextên dewleta Tirkiyeyê koçî Silêmaniyê bibûn û endamên HDP’ê bûn, destgîrkirin.

Asayîşa Silêmaniyê li dijî penaberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê dest bi operasyonek siyasî ya destgîrkirinê kir. Hat zanîn heta niha 8 kes hatine destgîrkirin. Hat gotin ku kesên hatine destgîrkirin ji Bakurê Kurdistanê ne û endamên HDP’ê bûne û ji ber zextên dewleta Tirkiyeyê koçî Başûrê Kurdistanê kirine.

Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Meşruk Çiftçi, Ersoy Yilmaz, Hesen Kaçar, Mehmed Soyler, Serwet Akdeniz, Şefîk Yildirim, Murad Turak û kesekî navê wî nehat hînbûn.