Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dîmenekî nû gihîşt ajansa me, ku bikaranîna bombeyên qedexekirî nîşan dide.

Bi belgeyên şênber eşkere dibe ku artêşa Tirk li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev sûcê şer ên artêşa Tirk bi dehan carî hate ispatkirin. Lê belê artêş û hikumeta şerê taybet a AKP-MHP'ê ev belgeyên ku raya giştî şahidî jê re kir, înkar kirin.

Dîmenên nû yên gihîştin ajansa me bi rengekî eşkere rastiya bombardûmana bi çekên kîmyewî ya bi rojan raxist pêş çavan.

Dîmen li Girê Şehîd Pîrdogan ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Metînayê hatiye kişandin. Artêşa Tirk ji 4'ê Tîrmehê û vir ve hewl dide li vê qadê serwer bibe. Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ew cih e ku hêzên PDK'ê di 27'ê Tebaxê de rê çêkir û tevî artêşa Tirk êrîşî gerîla kir. Berxwedana gerîla jî hîn dewam dike.

Dewleta Tirk û PDK ku dikin nakin nikarin berxwedana gerîla bişikînin, bi hev re li dijî gerîla bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tînin.