Li Avaşîn û Zapê dema ku bombeyên qedexe tên bi kar anîn

Du vîdeo hatin weşandin ku artêşa Tirk li hemberî gerîlayan bombeyên qedexe bi kar tîne.

Gelek caran hate îspatkirin ku artêşa Tirk li hemberî gerîlayan bombeyên taktîk nukleer, termobarîk, fosfor ên ku qedexe ne û çekên kîmyewî bi kar anîne.

Du dîmenên din gihiştin ber destê me ku dîsa rejîma AKP û MHP’ê û artêşa Tirk sûcên şer dikin.

Dîmenê pêşîn li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê hatiye qeydkirin. Dema ku gerîlayên bi navê Baz Mordem û Helbest Koçerîn bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî şehîd bûne. Dîrok 20’ê Tebaxa 2022’an. Bi bombeyên qedexe li ser hev teqîn çêdibe. Gerîla nekarîne teqînê pêşîn a mezin qeyd bikin lê teqîna duyemîn a mezin qeyd kirine. Piştre jixwe ji dîmenan tê fêmkirin.

Dîmenê duyemîn jî di 10’ê Hezîrana 2022’an de li tunelên şer ên Şehîd Hewrê ya Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn a Zapê hatiye qeydkirin. Tê dîtin ku teqîneke çawa mezin û bi şîddet pêk hatiye û çawa li qadeke mezin belav dibe.

Di her du bomberdûmanan de yên ku bi bombeyên qedexe hatine kirin, gerîla di tunelên şer de li ber xwe didin. Gerîlayên ew dem jiyabûn gotibûn “Dema teqîn çêbûbû, wekî ku erd hejiyabû zinar dihejiya. Piştre gazeke jehrî belav bû.”

Gerîla li hemberî bombeyên qedexe û çekên kîmyewî li ber xwe dide.