Li Mexmûrê ji bo Zinarîn Cûdî û 16 hevrêyên wê mewlûd hat dayîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, ji bo gerîlaya YJA Star’ê Zinarîn Cûdî (Gûrbet Oran) û 16 hevrêyên wê ku di encama êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn mewlûd hat dayin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo gerîlaya YJA Star’ê Zinarîn Cûdî û 16 hevrêyên wê yên meha Îlon û Cotmehê bi êrîşên bi çekên qedexekirî yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şehîd bûn, duh konê sersaxiyê hat vedan. Şêniyên wargehê û endamên saziyan, ji bo nîşandana dilsoziya xwe bi şehîdan re û parkirina xema xizmên xwe, berê xwe dan konê sersaxiyê.

Di hemû axaftinên li serdanê hatin kirin de dilsoziya bi şehîdan û ji bo xwedîderketina li wan, biryardariya geşkirina têkoşîn û berxwedanê hate girtin.

Îro êvarê, ji bo şehîd Zinarîn Cûdî û 16 hevrêyên wê, mewlûd hat dayin.