Dayika Şehîd: PDK’ê dest nedaya ser maskeyan keça min şehîd nedibû

Emîne Abdullah a dayika Delal Şoreş anî ziman ku maskeyên PDK’ê dest danîn ser, bigihîştina gerîlayan wê keça wê şehîd nebûya.

Emîne Abdullah a dayika Şehîd Delal Şoreş (Peyam Abdullah) ku li Zapê di encama çekên kimyewî de şehîd bû, diyar kir ku desthilata Herêma Kurdistanê û dewleta Tirk bi hev re dijminên Kurdan e û got:”Eger ew maskeyên PDK’ê desteser kirin bigihîştina gerîla, keça min şehîd nedibû.”

Emîne Abdullah a dayika Şehîd Delal Şoreş (Peyam Abdullah) ku li Zapê di encama çekên kimyewî de şehîd bû, têkildarê şehadeta keça xwe axivî û got: “Wê rêya xwe hilbijart û karekê xerab nekir. Pê şanaz im.” Emîne ya Dayika Şehîd Delal, têkildarî êrîşên dewleta Tirk û bêhelwestiya hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha axivî: “Erdogan, ne paqij e. Lê, hikûmea Herêma Kurdistanê, li gel Erdogan yek dest e û tu ferqa wan nîn e. Ji ber ku li dijî Kurdên tên qetilkirin tu helwesta wê nîn e. Her du şirîk in û li gel Erdogan wek hev in.”

Dayika Şehîd Delal, Emîne têkildarê maskeyên ku ji bo gerîla diçûn û PDK’ê dest danîn ser jî got: “Eger ew maskeyên ku PDK’ê dizîne bigihîştina gerîla, Şehîd Peyam û hevrêyên wê şehîd nedibûn. Ji ber ku bi gaza kîmyewî şehîd bûn. Weke min got, weke Erdogan in. Daxwazê ji Xweda dikim ku dilê tu dayikê neşewitîne. Tu Kurdek neyê kuştin, zarokê tu kesê neyê kuştin. Ev dilopa dawîn a şehîdan be. Êdî bila em jî wek gelekê bijîn. Xwedê em çêkirine û bi Kurdî em çêkirine. Ji ber çi nahêlin li ser xak û welatê xwe bijîn. Daxwaza maf û heqê xwe dikin.”

Şehîd Peyam Abdullah bi nasnav Delal Şoreş, sala 2017’an li Silêmaniyê tev li nava refên gerîla bûye. Cotmeha 2022’yan li Zapê di encama êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bû.