Li Germiyanê bikaranîna çekên kîmyawî hate protestokirin

Li Kelarê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li dijî gerîlayan, çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de bang li gelê Kurd hat kirin ku li her derê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî rabin ser piyan.

Li Kelara girêdayî rêveberiya Germiyanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li dijî gerîlayan, çalakiyek hate lidarxistin. Nûnerên partî û rêxistinên Germiyanê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de li ser navê girseyê daxuyaniyek ji aliyê Herêm Ehmed ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk ji 14’ê Nîsana 2022’an ve êrîşek dagirkirinê li dijî Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Her wiha hat gotin ev êrîş şeş mehin berdewame û heta niha dewleta Tirk 2 hezar 476 caran çekên kîmyawî û qedexekirî li dijî gerîlayên Kurdistanê bikaraniye.

Di dewama daxuyaniyê de hat xwestin gelê Kurd dijminê xwe baş nas bike û ji bo bidestxistina maf û azadiya Kurdistanê bi yekgirtî li dijî dagirkeran rabin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev bang hat kirin: “Bang li tevayî hêz û aliyên siyasî û gelê Kurdistanê dikîn, li beramber xwîna şehîdan û xaka Kurdistanê bi berpirsyariya xwe rabin. Li dijî dagirkerî û karanîna çekên qedexekirî rabin.”