Bikaranîna çekên kîmyewî li Ranya û Qendîlê hat şermezarkirin

Li Ranya û Binarê Qendîlê bikaranîna çekên kîmyewî hate şermezarkirin.

Li navçeya Ranya û Binarê Qendîlê bi du çalakiyan bikaranîna çekên kimyênwî yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîlayên Kurdistanê, hat şermezarkirin. Di çalakiyan de daxwaz ji hemû gelê Kurd û aliyên siyasî hat kirin ku li dijî êrîş û bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve, dengê xwe bilind bikin.

RANYA

Bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li nav Baxê Giştî yê navçeya Ranyayê kon hat danîn û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla nerazîbûn hat nîşandan. Di destpêka çalakiyê de deqeyek rêz ji bo şehîdan hat girtin, piştre Çalakger Seyîd Xalid axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker, li bikaranîna çekên kîmyewî dewam dike, îcar, çekên biyolojîk li dijî şervanên gelê Kurd bi kar anîne.“

Seyîd Xalid diyar kir ku raya giştî ya cîhanê li dijî vî sûcê dewleta Tirk bêdeng û bêhelwest e. Seyîd got: “Vê bêdengiyê wisan kiriye ku dewleta Tirk hîn zêdetir van kiryarên xwe yên qirêj li dijî gelê me bike. Ji wê boneyê, em, bang li hemû gelê Kurd, azadîxwaz û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erka xwe rabin û êdî li ber van sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin.”

BINARÊ QENDîL

Bi heman armancê, êvarê, li gundê Enzê yê Binarê Qendîlê jî bi amadebûna welatiyên herêmê meşek hat lidarxistin û bikaranîna çekên kîmyewî hat şermezarkirin.

Di çalakiyê de hat xwestin ku li dijî binpêkirin û êrîşên dewleta Tirk helwesteke cidî were nîşandan. Her wiha hat gotin ku dijminê gelê Kurd çiqas bi hovane êrîşê gelê Kurd bike, wê gelê Kurd jî hîn zêdetir bi doz û tekoşîna xwe girêdayê doza xwe bibe.