Li gundên hatine valakirin 'hilbijêr' têne qeydkirin

Desthilatdariya AKP-MHP'ê li gundên Colemêrgê yên beriya niha hatine valakirin qeyda Sûriyeyî û leşker û polîsan çêdike.

Desthilatdariya Tirk ku bi zext û zordariyê dike nake nikare bi xelkê Colemêrgê, niha jî bi demografiya wê dilîze û 'hilbijêr'an lê qeyd dike.

Li gund û gundikên ku dewletê di salên 1990'î de şewitand û vala kir, kesên ji Efganistanê, Kirgizistanê, Sûriyeyê û welatên din aniye, her wiha leşker û polîsan qeyd dike. Weke ku ev kes li vir dimîne tê nîşandan. Gundê Xelîlan yek ji wan gundan e.

Xelîlan ku salên 1990'î ji aliyê dewleta Tirk ve bi zorê hate valakirin û şêniyên wê koçî navenda Colemêrgê û Wanê kirin, beriya ku bê valakirin 30 mal lê bûn. Gund bi salan vala bû. Biharê û havînê hin gundî ji bo xwedîkirina heywanên xwe tên gund jî gund zivistanê bi temamî vala ye.

Gundiyan ji ANF'ê re gotin, rojên dawî kesên xerîb, leşker û polîs li ser gundê wan hatine qeydkirin. Gundiyan diyar kirin ku ew ti ji van kesan nas nakin û li hemberî vê yekê wê serî li rê û rêbazên qanûnî bidin. Gundiyan ragihandin ku ne tenê li gundê wan, li hemû gundên hatine valakirin heman lîstik tê lîstin. Li gorî gundiyan, armanc guhertina nifûsa Colemêrgê û bi serxistina AKP'ê ya di hilbijartinên xwecihî û giştî ye.