Salek û 3 meh cezayê girtîgehê li hunermend Şîlan Dora hate birîn

Hunermend Şîlan Dora ku ji ber strana 'Sê jinên Azad' di 8'ê Adarê de got, doz lê hate vekirin. Di encama darizandinê de salek û 3 meh cezayê girtîgehê li hunermend Şîlan Dora hate birîn.

Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Wanê bi pêşengiya Tevgara Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma 'Dem dema azadiya jinan e' mitîng hate lidarxistin. Bi hinceta ku di dema pîrozbahiyên 8’ê Adarê de li Wanê strana 'Sê Jinên Azad' gotiye, der heqê hunermend Şîlan Dora bi îdiaya 'propagandaya rêxistinê' kiriye doz hate vekirin. Rûniştina dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Stranbêj Dora û parêzerê wê di rûniştinê de amade bûn. Di rûniştinê de dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir û îdia kir ku Dora bi strana “Sê Jinên Azad” re “propagandaya rêxistinê” kiriye û xwest bê cezakirin.

Hunermend Dora jî li dijî mutalaayê parastina xwe kir, tawanbariyên tên kirin red kir û daxwaza beraeta xwe kir. Şandeya dadgehê jî biryara xwe da û bi îdiaya 'propagandaya rêxistinê', salek û 3 meh cezayê girtîgehê da Dora. Dadgehê, cezayê Dora taloq kir.