Li Germiyanê ciwan li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî meşiyan

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li Germiyanê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî meşiyan, ku dewleta Tirk li dijî gerîla bi kar tîne.

Li navçeya Kelarê ya Germiyanê, komek ji endamên Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê doh danê êvarê li nava bazara navçeyê meşiyan û êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Ciwanên Welatparêz daxuyaniyek ji aliyê Şaho Germiyan ve hat dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Gelê bi şeref û niştimanperwer ê Kurdistanê, wek tê zanîn dagirker û xiyanetkar dixwazin Kurdistanê tine bikin. Lê bi pêşengtiya şoreşgerên Kurd ev xewna wan tê bingorkirin. Daxwaz ji gelê Başûr dikin ku carek din rê nede kîmyabarana Helebce û Enfal dubare bibin û helwest nîşandin.”