Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê: Dewleta Tirk sûcên şer dike

Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê, têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, daxuyanî da û banga rawestandina êrîşên hovane li rêxistinên mafên mirovan kir.

Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê, li ser bikaranîna çekên kîmyawî li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, daxuyaniyek da û bang li saziyên parastina mafê mirovan û neteweyên yekgirtî kir da ku êrîşên hovane rawestînin. Komîteyê diyar kir ku dewleta Tirk, li her derê sûcên şer dike.

Îro piştî nîvro, li ber Meclîsa Xanesorê Komîteya Tendirustî ya Şengalê bi tevlêbûna endamên komîteya tendirustiyê û nûnerên sazî û rêxistinên civaka Êzidî daxuyaniyek li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîla dan.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên Şehîdan yên di demên dawî de di encama êrîşên çekên kîmyawî de şehîd bûne re hat xwestin û wiha hat gotin: “Em Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê, di serî de êrîşên bi çekên kîmyewî li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne bikaranî, şermezar dikin. Ev çek, li her dera cîhanê hatine qedexekirin û rê nayê dayîn ku bên bikaranîn. Dema li cihekê çekên qedexe bêne bikaranîn dinya qiyametê radike, lê ji ber ku ev çek niha li dijî gerîla têne bikaranîn, raya giştî ya cîhanê bêdeng e.

Dewleta Tirk, di dîroka xwe de bi berdewamî ev karên li dijî mirovahiyê li ser gelên herêmê pêk anîne. Di serî de Neteweyên Yekgirtî û saziyên parastina mafê mirovan li dijî dewleta Tirk bê deng mane, ev jî dibe sedem ku dewleta Tirk êrîşên xwe berfireh bike.

Dewleta Tirk ne tenê li dijî gerîla sûcên şer dike lê li dijî civaka Êzidî û bi taybetî li dijî komîteya Tendirustiyê ya Şengalê jî ev yek hatiye kirin. 17’ê Tebaxa 2021’ê li ber çavên hikûmeta Iraqê nexweşxaneya me ya Sikêniyê ji aliyê heman hêzan ve hedef hat girtin û 8 hevalên me, kedkarên vê civakê şehîd bûn.

Em li ser navê Komîteya Tendurustiyê ya Şengalê ji bo tevahiya malbatên şehîdan û bi taybetî şehîdên ku di encama çekên kîmyewî de şehîd bûne re sersaxiyê dixwazin.

Em, bang li hemû saziyên parastina mafên mirovan diki; bila rêyê li ber van êrîşan bigirin û bi erka xwe rabin. Ev êrîşên bi ser gerîla de têne kirin li dijî tevahiya mirovahiyê ne.”

Piştî daxuyaniyê li ser navê malbatên şehîdan ên Şengalê Meyan Nasir jî axivî û got: “Dayikên Êzidî, heta bi hetayê piştgiriya gerîlayên xwe dikin. Ji ber ku niha bi saya gerîla dijîn. Gerîla zarokên me ne û wan em ji qirkirinê rizgar kirine. Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Em dibêjîn heta bi hetayê em ê li ser xeta şehîdên xwe û Rêber Apo bin.”

Daxuyanî, bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.