Nûneriya HDP’ê ya Silêmaniyê: Divê hevalên me demildest bên berdan

Nûneriya HDP’ê ya Silêmaniyê, daxwaza berdana 8 kesên ji Bakurê Kurdistanê kir ku îro li Silêmaniyê hatin destgîrkirin.

9 penaberên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ku endamên HDP’ê û Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ne, bi operasyoneke siyasî li Silêmaniyê hatin destgîrkirin. Heya niha niha jî nayê zanîn çima hatine destgîrkirin. Têkildarê operasyona siyasî ya li dijî welatparêzên ji Bakurê Kurdistanê û endamên HDP’ê, Nûnertiya HDP’ê ya Silêmaniyê û Komeleya Karkerên Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Îro derdora saet 15.00’an asayîşa Silêmaniyê girt bi ser Komeleya me ya Karkerên Mezopotamya de û Meşrûk Çîftçî, Ersoy Yilmaz, Şefîk Yildirim û Hasan Kaçar êndamên saziya me destgîr kirin. Her wiha hevalên me Mehmed Soyler û Mûrad Tûrak li dikanê, Servet Akdenîz, Îsmaîl Elî û Dr. Sabrî Toprak jî li malê destgîr kirin.”

‘ZEXTÊN DEWLETA TIRK LI BAŞÛR JÎ XILAS NEBÛN’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû endamên wan ên hatine destgîrkirin ji ber doza Kurd di girtîgehên Tirkiyeyê de mane û wiha hate gotin: “Hemû hevalên me, ji ber zextên dewleta Tirk û dozên siyasî neçar mane berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê û li vir niştecih bibin. Her 8 endamên me jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber doza Kurd di girtîgehan de mane, ceza li wan hatiye birîn û hatine êşkencekirin. Lê piştî hatine Başûrê Kurdistanê jî ji zext û gefên dewleta Tirk rizgar nebûne. Gelek caran li Herêma Kurdistanê êrîş endamên me hatiye kirin û gefa dersînorkirinê li wan hatiye xwarin.“

‘SEDEMA DESTGÎRKIRINÊ NAYÊ ZANÎN’

Nûnertiya HDP’ê ya Silêmaniyê diyar kir ew hîn jî nizanin endamên wan çima hatine girtin û ev zanyarî hate parvekirin: “Herî dawî îro hevalên me bêyî ku sedema wê were eşkerekirin bi operasyoneke hevwext li Silêmaniyê ji aliyê asayîşê ve hatine destgîrkirin. Heya niha jî em nizanin ev heval çima hatine destgîrkirin û hêzên asayîşê tu daxuyanî di derbarê mijarê de nedaye.“

Nûnertiya HDP’ê ya Silêmaniyê û Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ragihand ku di nava 8 kesên hatine destgîrkirin de rewşa tendirustiyê ya sê endamên wan ên bi navê Hasan Kaçar, Ersoy Yilmaz û Şefîk Yildirim giran e û ev hişyarî hate kirin: “Sê hevalên me ji ber di girtîgehên dewleta Tirk de mane û êşkence dîtine, nexweşiyên wan ên giran û xeter hene. Lewma dibêjin, berpirsyariya tendirustî û jiyana wan di stûyê asayîşa Silêmaniyê de ye.”

BANGA LI RÊVEBERÎ Û ASAYÎŞA SILÊMANIYÊ

Nûnertiya HDP’ê banga berdana endamên xwe kir û got: “Em di serî de bang li Rêveberiya Silêmaniyê, Asayîşa Silêmaniyê dikin ku hevalên me berdin. Bang li nûnertiya NY dikin ku pêşî li binpêkirinên li dijî penaberên siyasî bigire û bi erka xwe rabe.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hate gotin ku eger endamên wan neyên berdan, ew ê helwest nîşan bidin û li dijî zextan li ber xwe bidin.