Serdana malbatên gerîlayên di êrîşên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hat kirin

Malbatên endamên HPG'ê Yahya Şen û Alî Darga yên di êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bibûn, hatin ziyaretkirin. Bav Mûrat Şen got, "Em bi kurê xwe serbilind in. Em ê zêdetir têbikoşin. "

Malbatên gerîla Yahya Şen (Xemgîn Cizîrî) û Alî Darga (Demhat Cizîrî) yên ji 17 gerîlayên ku di mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de, di encama êrîşên dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî de li Herêmên Zap, Metîna û Avaşînê şehîd bibûn, bi girseyî hatin ziyaret kirin. Li navçeyên Cizîr û Hezexê ya Şirnexê bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), serdanên sersaxiyê yên girseyî pêk hatin. Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş jî beşdarî serdana sersaxiyê bûn.

‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’

Pêşî li Taxa Cûdî ya Cizîrê malbata Alî Darga hat ziyaretkirin. Di serdanê de Ozguneş axivî û banga mezinkirina têkoşîna li dijî êrîşan kir. Ozguneş got, "Ev têkoşîn ji bo mirovahî, azadî û edaletê ye. Em ji bo heqîqetê têdikoşin. Di şer de di nava 6 mehan de zêdeyî 180 kesan jiyana xwe ji dest dan. Nîvê wan ji herêma Botanê ne. Ev barekî giran e. Pêwîst e têkoşîna me mezin bibe, êşa me mezin e, lê hêviya me mezintir e."

‘EV ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ NE’

Piştre şande derbasî navçeya Hezexê bû. Li taxa Turgut Ozal ya navçeya Hezexê malbata Yahya Şen hate ziyaretkirin. Li ser navê şandeyê parlementera HDP’ê Nuran Îmîr, axivî. Îmîr, anî ziman ku ji berxwedanê pêvetir tu çare nemaye û wiha axivî: “Her 17 kes bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Di vê komkujiyê de gel careke din şahiditiya van polîtîkayên şerê qirêj dike. Ev roj wê neyên jibîrkirin. Gelê Kurd li her çar parçeyan di şînê de ye. Em şahiditiya dûritiya hêzên navneteweyî ya li hemberî gelê Kurd dikin. Ne cara yekem e ku komaraya Tirkiyê li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bikar tîne. Di bikaranîna van çekên kîmyewî de 407 gerîla hatin qetilkirin. Ew kesên ku dibêjin em Kurd in hevkariya desthilata AKP’ê û MHP’ê dikin. Ev li dijî fikrê azad qirkirine, qirkirineke netewî ye. Gelek caran êrîş kirin, komkujî kirin lê encam negirtin. Ew saziyên navnetewî ku berpirsyariya xwe pêk nayinin hevkarên vê komkujiyê ne. Tişta ku ji me tê xwestin bilindkirina berxwedanê ye. Lê em qels in. Ji bo jiyaneke azad em ê têbikoşin.”

‘EZ BI KURÊ XWE SERBILIND IM’

Piştre bavê Yahya Şen Murat Şen axivî û diyar kir ku ew bi kurê xwe serbilind e. Şen got, "Xemgîn li van xakan ji dayik bûye û jiyaye. Soz dan ku ew ê serê me netewînin. Em jî soz didin wan ku em ê serê wan natewînin. Em ê hê zêdetir têbikoşin. Hêvîdar im ev mirin bibin yên dawî. Me soz da ku em xemgîn nebin, bi rûkeniya xwe em ê wan rêwî bikin."