Li Bane kolberek hate qetilkirin
Hêzên dewleta Îranê li herêma Bane gule li kolberan reşandin. Di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.
Hêzên dewleta Îranê li herêma Bane gule li kolberan reşandin. Di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.
Êrîşên hêzên çekdar ên dewleta Îranê yên li ser kolberan dewam dikin. Herî dawî doh li herêma sînorê ya bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê êrîş birin ser komek ji kolberan.
Di encama gulebaranê de kolber Rehman Mam Xizirî ku xelkê Pîranşarê ye jiyana xwe ji dest da.
Mam Xizirî bavê 5 zarokan bû.