Şehîd Delal Şoreş li Silêmaniyê hat bibîranîn

Delal Şoreş a li Zapê di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Silêmaniyê hat bibîranîn.

Li Taxa Tavge ya Silêmaniyê bi pêşengiya Tevgera Azadî û Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr bi tevlêbûna Hevserokên Tevgera Azadî, hejmarek berbiçav a hevrê û xizmên şehîd, nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, RJAK û welatiyên ji çar parçên Kurdistanê ji bo bîranîna Şehîd Delal Şoreş (Peyam Abdullah) ku yek ji wan 17 gerîlayên di bi çekên kîmyewî de şehîd bûbû, merasîmek a bibîranînê hat lidarxistin.

Çalakger bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bimre xiyanet” û “Şehîd Delal namire” ber bi mala Şehîd ve meşiyan. Piştî girse gihişt ber mala şehîd daxuyaniyek ji aliyê Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Sara Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê hemû kes bizanin bi taybetî jî Erdoganê faşîst, berxwedana gerîla çawan hemû êrîşên dagirkeriya Tirk şikandiye, wê vê carê jî êrîş werin şikandin. Wê binketin ji bo Erdogan be, divê bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Erdogan ve, bê şermezarkirin û rûreşkirin. Divê wek jenosîd were nasandin.

Em êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar dikin, wek jenosîd bi nav dikin. Daxwaz ji hemû gelê Kurd dikin ku li dijî van êrîşan dakevin qadan û bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ guhê dijminan ker bikin. Divê gelê me bi yekîtiya netewî bersiva dijmin bide. Em dibêjin Şehîd Peyam nemir e, bimre xiyanet, jin jiyan azadî.”

Şehîd Peyam Abdullah (Delal Şoreş) di sala 2017’an de li Silêmaniyê tev li nava refên gerîla dibe. Di Cotmeha 2022’an de li Zapê di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de, şehîd bû.