Gelê Şengalê: Heke hûn me neparêzin çi karê we li Şengalê heye

Gelê Şengalê bal kişand ser êrîşa bombeyî ya duh li dijî Asayîşa Êzidîxanê pêk hat û ev bang ji bo hikûmeta Îraqê kir: “Heke hun me naparêzin li Şengalê çi karê we heye?”

Duh li ser rêya taxa Hey Şuheda ya li navenda Şengalê, di nav malan de li dijî Asayîşa Êzidîxanê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin. Di êrîşa hovane de 3 endamên Asayîşê birîndar bûbûn. Li ser bûyerê nerazîbûna civaka Êzidî zêde bûn.

Ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidxanê û şermezarkirina êrîşa li dijî hêzên parastina Şengalê, îro saet dî 15:00’an de daxuyaniyek ji aliyê şêniyên Şengalê ve hat dayîn. Daxuyanî li ber Meclîsa Gel a Navenda Şengalê hat dayîn.

Li ser navê girseyê Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel daxuyanî xwend. Bedel diyar ku êrîş dibin çavdêriya hikûmeta Iraqê de pêk hatiye û ev tişt: “Wesayîtek bombekirî di bin çavdêriya hêzên Iraqê de derbas dibe û tê xwe di ciwanên Êzidî de diteqîne. Ciwanên me li nexweşxaneyê tên dermankirin. Em ji hikûmeta Iraqê re dibêjin, heger hûn nikarin parastina me bikin tu karê we li Şengalê nîne. Berê jî wiha kirin, me neparastin. Berê jî wesayîtên bombebarkirî di bin serweriya wan de derbasbûn û çûn li Siba Şêx Xidir û Til Izêrê xwe teqandin. Bi sedan kesan zerer dîtin, me qurbanî dan. Xelk îro jî li bende ne ku rojekê hestiyên miriyên xwe bibînin.”

Neam Bedel bal kişand ser peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê hatibû amadekirin û wiha got: “Ew dixwazin vê peymanê bi cih bînin. Çi dikin bila bikin, çiqas êrîş dikin bila bikin, em ê terka axa xwe nakin, em terka ciwanên xwe û Asayîşa Êzidxanê nakin.”