KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPJ'ê şehadeta gerîla Rojînda Xwebûn ragihand
HPJ'ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayekê weşand ku di sala 2022'an de di êrîşeke hewayî de birîndar bû û li gel hemû hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin û Adara 2023'an şehîd bû. -
Besê Hozat: Desthilatdariya AKP-MHP'ê divê bê hilweşandin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bilî mirin, tarîtî û şer tiştekî nade gelan û got, ev rejîma faşîst divê bê hilweşandin. -
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em careke din soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin." -
Kincê gerîla û pûçkirina teknîka serdemê
Li gel berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, her wiha kedeke jî heye. Li dirûngehên gerîla, kincên gerîla têne dirûtin ku teknîka dagirkeran pûç dike. Ev yek jî nîşan dide bê ked çawa tevkariyê li berxwedanê dike. -
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê: Hozan Sefkan pêşengê xebatên TEV-ÇAND’ê ye – HATE NÛKIRIN
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê, Hozan Sefkan ê ku bi hişmendî û sekna hunermendiya xwe bûye bingeha felsefeya Şoreşa Azadiya Kurdistanê û ev yek bi xeta xwe veguherandiye manîfestoya jiyanê, di 39 alvegera şehadeta wî bi bîr anî. -
Artêşa Tirk a dagirker 52 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê carekê bi çekên qedexe, 4 caran bi balafirên şer û 47 caran jî bi obus, hewan, tank û çekên giran bombe kir. -
'Em Kurd divê bibin yek, gelek dijminên me hene'
Rewşenbîrên Kerkûkê Rêheval Dara û dîroknas Seyîd Hesen diyar kirin ku dijminê wan dixwaze bi astengkirina zanebûna ciwanan gelê Kurd têk bibe û gotin: “Lewma divê em bibin yek û hişyar bibin.” -
Tevgera Azadî û RJAK’ê çûn serdana gorên şehîdan
Tevgera Azadî û REJAK bi wesîleya cejna Remezanê li Kerkûkê çûn serdana gorên şehîdan. -
Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 761’an de ye
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 761’an de berdewam dike. -
Artêşa Tirk a dagirker 32 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker 32 caran ji hewayî û bejayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. -
‘22’yê Nîsanê roja bilindbûna dengê gelê Kurd e’
22’yê Nîsanê Roja Rojnemevaniya Kurdî ye. Rojnamevanên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kirin. -
Bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanan hat kirin - HATE NÛKIRIN
Li Çewlig, Amed, Êlih, Şirnex û Colemêrgê bi boneya Cejna Remezanê, gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bûne, hatin ziyaretkirin. -
Malbata Şenyaşar di cejnê de jî li ber edliyeyê ye
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatine qetilkirin têkoşîna edaletê didomîne, roja yekem a Cejna Remezanê jî li ber edliyeyê bû. -
Bi sedan kes li Mahabadê berê xwe dan gorên çalakvanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’
Bi sedan kesan li Mahabadê di roja destpêkê ya cejna Remezanê de, serdana gorên çalakvanên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” kirin. -
HPG: Çekek Topê ya 57'an hate îmhakirin
Di şer de ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker qewimî, çekek topê ya 57'an hate îmhakirin. -
Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana gora Vedat Aydin
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê bi wesîleya cejnê çûn serdana gora Serokê Giştî yê HEP'ê Vedat Aydin ku di sala 1991'an de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin. -
KON-MED: Cejna Remezanê li alema Îslama Demokratîk pîroz be
KON-MED'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna Remezanê li tevahiya Cîhana Îslama Demokratîk pîroz kir. -
Şêniyên Mexmûrê cejna Remezanê pîroz kirin
Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî nimêja cejnê serdana goristanê kir û piştre cejn li hev û xizmên xwe pîroz kir. -
Li Ranya, Kerkûk û Mexmûrê serdana goristanên şehîdan hat kirin
Li Ranya, Kerkûk û Mexmûrê bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanên şehîdan hate kirin. -
Bahoza Bazarcixê: Du kesan jiyana xwe ji dest da, 150 kes jî birîndar bûn
Ji ber bahoza li Bazarcixê rabû, 2 kesan jiyana xwe ji dest da, herî kêm 150 kes jî birîndar bûn. -
Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
Li Bazarcixê şilî bariya, bahoz rabû. Ji bo mexdûrên erdhejê ku zirar ji bahoz û şiliyê dît, maseyeke krîzê hat danîn. -
HPG: Herêmên Parastinê yên Medyayê 86 caran hatin bombekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 18 û 19'ê Nîsanê de qadên berxwedanê 86 caran hatine bombekirin. -
Şêniyên Wanê ji ber buhayên zêde nikarin danûstendina ji bo cejnê bikin
Şêniyên ku beriya Cejna Remezanê danûstendinê destvala vedigerin malên xwe diyar kirin ku berpirsyarê krîza aborî Erdogan û hikûmeta AKP-MHP'ê ye. -
Malbata Şenyaşar: Desthilatdarî li ber têkçûnê ye, em li benda 14’ê Gulanê ne
Malbata Şenyaşar a ku Nobeta Edaletê dewam dikin gotin, "Desthilatdariya ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye. Em li benda 14’ê Gulanê ne." -
YRK: Li Pêncwînê windahiyên me çênebûye
Fermandariya YRK'ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 15'ê Nîsanê ya li herêman Pêncewînê daxuyaniyek da û diyar kir ku di vê êrîşê de berevajî îdîayan, ti windahiyên wan çênebûye.