KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Silêmaniyê li dijî êrîşa dewleta Tirk meşek girseyî hat lidarxistin
Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser balafirgeha Silêmaniyê, meşek girseyî hate lidarxistin. -
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd şitil hatin çandin
Li Cizîrê bi wesîleya 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin çandin. -
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên li qada Sîdayê di 8'ê Nîsanê de carekê bi çekên qedexekirî bombe kir. Ji bejahî û hewayî ve jî 85 caran êrîş kir. -
Reûf ê YNK’yî nerazîbûn nîşanî PDK’ê da
Şêwirmendê Mekteba Ragihandinê ya YNK’ê Burhan Reûf bertek nîşanî rayedarên PDK'ê yên ku ji êrîşên dewleta Tirk re hincet dibînin da û diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşan bi awayekî dîplomatîk, siyasî û hiqûqî bersivê bidin dewleta Tirk. -
Asya Gezer: Ez ê ji bo girtiyan bixebitim
Xwişka Garîbe Gezer Asya Gezer ku li Mêrdînê bernamzeta parlmenteriyê ya Partiya Paşerojê ya Kesk û Çepe got, "Armanca min ew e ku ji bo girtiyan bixebitim, şert û mercên girtîgehê biguherin." -
Xelkê Erdîşê: Em ê heta serketinê bixebitin
Şêniyên Erdîşê diyar kirin ku li hemberî têkoşîna gelê Kurd ti desthilatdariya faşîst nikare li ser piyan bisekine û gotin, di hilbijartinên 14'ê Gulanê de wê ji bo serketina Partiya Çep a Kesk bixebitin û li bajêr hejmara dengê xwe bikin du qat. -
Şandeya Iraqê bi Bafil Talebanî re civiya
Şandeya Iraqê ya ku ji bo lêkolînkirina êrîşa dewleta Tirk a li ser Balafirgeha Navneteweyî çûye Silêmaniyê, bi Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talebanî re civiya. -
Xelkê Silêmaniyê bersiv da banga KCK'ê: Sibe wê xwepêşandan bê lidarxistin
Li hember êrîşa dewleta Tirk a faşîst a li ser Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê, komek welatiyên Silêmaniyê banga xwepêşandanê kirin û gotin, “Em ê li dijî van êrîşan rabin.” -
KNK’ê êrîşa li ser Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir
KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser Balafirgeha Silêmaniyê da û bang li NY, YE û hêzên demokrasîxwaz kir ku li dijî vê êrîşê rabin. -
Li Şirnexê civîna gel: Em ê wan di 14’ê Gulanê de têk bibin
Li Şirnexê civîna gel hate lidarxistin. Di axaftinên civînê de gotin, “Heta tecrîda li ser Ocalan bidome ne pêkan e ku kesek bibêje em azad in.” -
Konferansên li Hambûrgê bi 23 atolyeyan dewam dikin
Di konferansên "Dijberiya Modernîteya Kapîtalîst" de yên ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tên nîqaşkirin, 23 atolye hatin lidarxistin. -
Ji bo 4 zozanên gundên Geverê biryara 'qedexe' hat dayîn
Ev 37 roj in dorpêça leşkerên Tirk a li gundên Geverê berdewam dike, li gelek zozan û mêrgên gundên Soryan, Bilinbasan, Avyan û Golegîrî ya navçeyê "bi hinceta operasyonê" hatin qedexekirin. -
Nerazîbûnên li dijî êrîşa li ser Balefirgeha Silêmaniyê zêde dibe
Partî, sazî û kesan nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser Balefirgeha Silêmaniyê dan û diyar kirin jiyana gel di xetereyê de ye. -
KCK: Em êrîşa dewleta Tirk a faşîst a li ser Balafirgeha Silêmaniyê şermezar dikin!
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê êrîşa dewleta Tirk a faşîst a li dijî Balafirgeha Silêmaniyê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku gelê Başûrê Kurdistanê wê bertekên pêwist nîşanî dewletên dagirker û şebekeyên xiyanetê yên hevkar bidin. -
Tîma Tolhildanê ya YPS-YPS JIN'ê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir
Tîma Tolhildana YPS-YPS'ê ya Rêzan Ferqîn 4'ê Nîsanê li navçeya Baglar a Amedê pîroz kir û got, "Em ê bi coşa 4'ê Nîsanê berxwedana xwe ya azadiyê geştir bikin." -
HPG: Şehîd wê pêşengiya me bikin
HPG'ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Ew ê bi şehadeta xwe û bi ked û fedekariya xwe ya di nava refên gerîla de jî pêşengiya me bikin." -
Parlementerê HDP’ê Îpekyuz: Wê desthilatdariya heyî têk biçe
Parlementerê HDP’ê Necdet Îpekyuz di fitara Mêrdînê de axivî û got, “Em ê bi Partiya Çep a Kesk re desthilatdariya heyî têk bibin.” -
Li Artûkluyê vekirina buroya hilbijartinê: Em ê faşîzmê têk bibin
Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê, li Taxa Îstasyonê ya Artûklûyê buroya hilbijartinê vekir. Di vekirinê de wiha hate gotin: “Em ê bi serbilindiya dayikan, bi ser bilindiya gel di 14'ê Gulanê de vê faşîzmê têk bibin." -
Li çar navçeyên Wanê Partiya Çep a Kesk bi coş hat pêşwazîkirin
Partiya Çep a Kesk têkildarî hilbijartinên meha Gulanê, li 4 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê vekir. Partiya Çep a Kesk ji aliyê gel ve bi coş hate pêşwazîkirin. -
Şenyaşar: Desthilatdarî wê hesabê bide
Ferît Şenyaşar ku li Rihayê bi dayika xwe re Nobeta Edaletê didomîne, diyar kir ku bi binceta lêpirsînekê gazî dayika wî Emîne Şenyaşar kirine ku biçe îfadeyê bide û destnîşan kir ku desthilatdarî wê hesab bide. -
Bernamzetên Amedê yên Partiya Çep a Kesk belavok belav kirin
Rêxistina Amedê ya Partiya Çep a Kesk tevî kesên ji bo bernamzetiya parlamenteriyê serî li partiya wan da civiya û piştre jî li navçeya Sûrê belavok belav kir. -
Civîna Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Komîteya Parastinê ya PKK'ê pêk hat
Civîna asayî ya salane ya Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Komîteya Parastinê ya PKK'ê di navbera 20-27'ê Sibatê de pêk hat. Konseya Fermandariyê ya HPG'ê got, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke yekane pîvana serketinê hatiye destnîşankirin." -
Li Kerkûkê 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Hate ragihandin ku li Kerkûkê doh 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin. -
Bi Tifaqa Ked û Azadiyê re ber bi avakirina Tirkiyeya demokratîk û azad ve
Di rewşa heyî de tiştekî bi tenê heye ku divê bê kirin, ew jî; ji bo serketina Tifaqa Ked û Azadiyê her kes bi hemû hêza xwe seferber bibe û bixebite. Eger Tifaqa Ked û Azadiyê bi ser bikeve wê gel, jin, ciwan, kedkar û civak bi temamî qezenç bike. -
AKP'ê li Wanê dest bi qeydkirina endamên sexte kir
Demeke kurt beriya hilbijartinê, eşkere bû ku AKP'ê li Wanê bi rengekî nelirê endam li xwe qeyd kiriye. Kesên ku bi vê yekê hesiyan gilî kirin. Hiqûqnas Cemal Demîr bang li her kesî kir ku di vê mijarê de baldar bin.