Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên kurdistanê bi rêbaza jiyan û ruhê fedaî yê Apoyî li ser şopa xeta şehîdan berxwedana xwe ya dîrokî dewam dikin. Ji bo bidin ser şopa armancên hevrêyên me yên şehîd û bilindkirina ala wan a têkoşînê, ji bo hilanîna tola fermandara me ya fedaî ya li Amedê şehîd bû hevrêya me Axîn Mûş û hevrêyên pê re şehîd bûn Egîd, Rohat û Demhat, ji bo hilanîna tola hevrêyê me Rênas ê li Botanê şehîd bû gelek çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de ku ji bo bîranîna şehîdên me hatin kirin, 12 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn, 2 kamerayên mobesse hatin îmhakirin. Her wiha derb li wesayiteke zirxî û 15 çeperan hate xistin. Berxwedana me ya destanî û têkoşîna me ya azadiyê heta serketinê bêteredût wê dewam bike û teqez bi ser bikeve."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî da:
"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
Di 21'ê Îlonê de saet di 06:20, 06:30, 12:50, 14:30, 16:10, 17:00 û 19:50 li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 7 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
21'ê Îlonê saet di 06:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin.
21'ê Îlonê saet di 09:30, 11:45 û 20:50 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
21'ê Îlonê saet di navbera 21:40 û 23:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li helîkopteran hate werdan.
22'ê Îlonê saet di 00:40, 01:00, 03:30 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 3 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
21'ê Îlonê saet di 06:45, 17:45, 17:48 û 19:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi eçkên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 4 çeperan hate xistin.
21'ê Îlonê saet di 08:30 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.
21'ê Îlonê saet di 16:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkeran çalakiyeke êrîşê hate kirin. Bi bombeyên destan û çekên ferdî çalakî hate kirin û di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.
21'ê Îlonê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.
21'ê Îlonê saet di 18:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.
21'ê Îlonê saet di 19:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran hate îmhakirin.
21'ê Îlonê saet di 19:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê dagirkerek hate cezakirin.
21'ê Îlonê saet di 10:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên nîv otomatîk li wesayiteke zirxî ya dagirkeran hate xistin.
Li herêma Metînayê;
21'ê Îlonê saet di 06:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin. Piştre jî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.
21'ê Îlonê saet di 22:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan. Piştî destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
21'ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a li Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê, qadên Gundê Şêlazê û Gundê Bêşîlî yên herêma Metînayê 4 caran bi giştî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
21'ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metîna bi topan hatin bombekirin."