Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Karakoç bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Havîn Karakoç a ku li Licê şehîd bibû, tevî hemû astengiyên polîsan jî bi girseyî hat veşartin.

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Havîn Karakoç û Çetîn Temel (Demhat) ên di 18'ê Îlonê de li gundê Daraqolê yên Licêya Amedê şehîd bibûn, gihîştin Goristana Asriyê ya li navenda bajêr. Li vir wecîbeyên dînî yên cenazeyan hat kirin. Piştî wecîbeyên dînî cenazeyê Temel ber bi Wanê ve hat birêkirin. Cenazeyê Karakoçê jî ji vir ber bi Goristana Gundê Girbareşkê hat şandin.

Polîsên ku goristanê dorpêç kirin, ragihandin ku dê ji xeynî ferdên malbatê nehêlin kes tev li merasîma veşartinê bibe. Piştî vê ferdên malbatê ketin goristanê û cenaze veşartin. Girseyeke qelebalix jî li derveyî goristanê sekinî. Piştî veşartinê malbat û girse bi çepikan polîsên Tirk şermezar kirin.