Nasnameya şehîdên Botan û Amedê hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Amed û Botanê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soz didin ku em ê tola wan hilînin û têkoşîna ku şehîdan radestî me kirine teqez bi ser bixînin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"17'ê Îlona 2023'an li qada Licê ya Amedê di navbera komek ji hevrêyên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Di navbera hêzên me û dijmin de şerekî giran qewimî. Şerê ku serê sibehê destpê kir heta êvarê dewam kir û di vî şerî de derbên giran li dijmin hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedan û wêrekiya hevrêyên me ya li ser xeta fedaîtiyê nekarî encamê bi dest bixe, bi helîkopterên êrîşê û balafirên şer bombardûmaneke giran kir. Di vî şerî de Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê û Fermandara me ya Eyaleta Amedê hevrêyê me Axîn Mûş û hevrêyên me Egîd, Rohat û Demhat şehîd bûn.

Fermandara me ya pêşeng Axîn Mûş ku di têkoşîna 26 salan de bi rengekî fedaî jiya û bi rêbaza Zîlan têkoşiya, meşa xwe ya şoreşgerî ya bênavber bi sekna fedaîtiyê gihand asta herî bilind û tevlî karwanê şehîdan bû.

Ewladên leheng ên Kurdistanê hevrêyên me Egîd, Rohat û Demhat jî weke milîtanên herî bijarte yên gelê me tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê bûn. Bi fedaîtiyê bûn pêşeng ku ji aliyê ciwanên Kurd ve mînak bêne dîtin, bi vî rengî cihê xwe di dîroka me de girtin. Hevrêyê me Egîd, Rohat û Demhat mîrateyeke mezin a têkoşînê ji me re hiştin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Axîn, Egîd, Rohat û Demhat em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin, soz didin ku tola wan hilînin û têkoşîna ku şehîdên me ji me re hiştine teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Axîn Mûş
Nav paşnav: Hulya Demîrer
Cihê jidayikbûnê: Lefkoşa
Dayik-Bav: Xanîmzer-Elîbaz
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Îlona 2023 / Amed

Nasnav: Egîd Berxwedan
Nav paşnav: Habîb Karakoç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Muzeyyen - Mehmet Sedîq
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Îlona 2023 / Amed

Nasnav: Rohat Pasûr
Nav paşnav: Cîhat Ay
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Halîde-Îhsan
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Îlona 2023 / Amed

Nasnav: Demhat Setkar
Nav paşnav: Çetîn Temel
Cihê jidayikbûnê: wan
Dayik-Bav: Sîma - Saît
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Îlona 2023 / Amed

AXÎN MÛŞ

Di demekê de ku li Kurdistanê êrîşên înkar û tunekirinê gelekî giran bû û nasnameya Kurd a azad li ber tunebûnê bû, Rêber Apo bi PKK'ê dest li rêveçûna dîrokê werda û gelê me ji ber ketina ji zinar rizgar kir. Rêber Apo bi felsefeya têkoşîn û jiyana nû, di nava rewşeke welê de ku ti hêvî nema bû, tovên hêviyê çand, şîn kir û reh berda nava dilê bindestan. Dareke azadiyê afirand ku karî li hemberî bahozên herî xurt jî li ber xwe bide. Têkoşîna azadiyê ya gelê me ku li ser nirxên xwîna şehîdên me yên nemir mezin bû, li Kurdistanê kevneşopiya serhildanê afirand. Nifşên ku di nava vê kevneşopiya serhildanê de mezin bû, afirand. Xeta berxwedan û serketinê ya PKK'ê ku her kêliya xwe bi destaneke bêdawî ya lehengiyê hate hûnandin, ji bo gelê me yê bindest ê li hêviya azadiyê bû, bû nûner û navê hêviya paşeroja azad.

Xelkê me yê welatparêz ê herêma Serhedê, ku ev herêm rawestgeha destpêkê ya 'Sefera Kurdistanê' ya meşa azadiyê ya Rêber Apo bû, ji dema destpêkê ya têkoşîna me ve tevlî nava meşa azadiyê ya pîroz bû. Xelkê me yê Serhedê yê welatparêz ku xwedî rabirdû û kevneşopiyeke berxwedanê ya Kurd e, bi rengekî girseyî tevlî nava refên têkoşînê bû. Xelkê me yê Serhedê ku rastî êrîşên îmha û înkarê yên dewleta Tirk a mêtinger hat, êşa komkujiya li Geliyê Zîlanê ti carî ji bîr nekir û bi PKK'ê re hêrsa xwe ya li dijî dagirkerî û dagirkeran bi tevlîbûna xurt a li nava têkoşîna azadiyê nîşan da. Dagirkerên ku nekarî pêşî li têkoşîna me ya gelbûyî bigire, ji bo têkiliya navbera gelê me û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê qut bike, êrîşên li derveyî mirovahiyê bir ser gelê me, di ecnama vê de jî bi hezaran malbatên Kurd neçar man ku ji xaka Kurdistanê ya bihuştê koç bikin.

Hevrêya me Axîn li nava malbateke welatparêz a ji xeta welatparêziya kûr û çanda berxwedanê ya xurt a Serhedê, dûrî welatê xwe li Qibrisê li Lefkoşayê ji dayik bû. Hevrêya me ku bi eslê xwe ji navçeya Kop a Mûşê ye, tevî ku ji aliyê fîzîkî ve dûrî Kurdistanê mezin bû, hişmendiya têkoşînê ji malbata xwe ya welatparêz wergirt û çanda me ya berxwedanê pejirand. Hevrêya me Axîn hîn di zarokatiyê de rola ku sîstem li jinê ferz dike û statuya koletiyê qebûl nekir û li dijî vê têkşoiyê. Hest û hişê dîroka jinên Kurd ku Şoreşa Neolîtîkê pêk anî û rê da ber dîroka mirovahiyê, di heman demê de jiyana hevrêya me Axîn jî diyar kir. Hêviya azadiyê, lêgerîn û redkirina sîstemê kir ku hevrêya me Axîn hîn di temenê biçûkanî de xwe nêzî partiya me PKK'ê bike û eleqeya wê zêde kir. Ji bo bersivê bide êşên gelê me û weke jineke Kurd a azad bi nasnameya rasteqîn bijî, fêhm kir ku zemîna rast a têkoşînê refên PKK'ê ye. Lewma jî sala 1997'an bêteredût tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Demekê li nava karên civakî ma, piştî demeke kurt veguherî pêşenga gel û di pêşketina îradeya azadiyê ya gelê me de bû xwedî kedeke mezin. Piştî karên serketî yên li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê, ji aliyê dagirkeran ve gelek caran hate destgîrkirin û li terorê rast hat. Piştre jî derbasî Ewropayê bû û neçar ma ku li sirgûnê li nava gelê me kar bike, kedê bide.

Li gel karên serketî jî hevrêya me Axîn qîma xwe ti carî bi rewşa heyî neanî û hezkirin û hesreta wê ya li welêt ti carî kêm n ebû. Ji ber vê yekê jî ji bo xwe bigihîne çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bibe israr kir. Her tim dixwest bibe gerîla û hesab ji dagirkeran bixwaze. Pêvajoya Komploya Navneteweyî ku di dilê Kurdan û bindestan de bû birîneke mezin, ji bo hevrêya me Axîn bû nuqteya dawî û sala 2000'î derbasî çiyayên Kurdistanê bû, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me êşên gelê me û hêrsa xwe ya mezin a li hemberî Komploya Navneteweyî kir hinceteke têkoşîneke xurt û her kêliya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir. Hevrêya me Axîn ku jiyana wê ya şoreşgerî bi vî rengî destpê kir, li anva refên têkoşînê bû şervaneke şareza û fermandareke gerîla ya pêşeng ku zû bi pêş ket. Di serî de Qendîl, Zap û Garê li gelek qadan ma, gerîlatî kir, zû bi pêş ket, bi tevlîbûna xwe ya bêteredût ji roja destpêkê ve bala hevrêyên xwe hemûyan kişand. Li her devera ku hevrêya me Axîn lê bû xeta jiyana komunal, aqlê hevpar, pêşengiya jinê timî li pêş bû. Li her devera pêwîstî pê hebû, bû şervaneke adil û bi pîvan, bû xwedî helwest û sekn. Bi ruh, bedewî, bilindahî û bedewiya hestên jinê, xwedî dilekî narîn bû. Dil û fikrê wê şênber bû, di lêgerîna azadiyê de jin, gerîla û fermandareke şênber bû, beriya her tiştî hevrêyeke baş bû. Hevrêya me Axîn li ser xeta Zîlan meşiya, li ser xeta Bêrîtan şer kir, ji bo jiyaneke azad di her kêliyê de ked da. Bi kedê xwe bi pêş xist, afirand, hevrêyên xwe perwerde kir û bilind kir. Bi sedan şervan û fermandar gihand. Di şer û jiaynê de bû xwedî rêbaz, biryardarî, îrade û pratîka bi rengê Zîlan. Weke fedaiyeke pêşeng a gelê me fermandarî ji fedaiyan re kir. Ji bo her wezîfeyên giran ên berpirsyarî jê re diviyabû her tim xwe amade kir, bû fermandareke YJA Starê ya pêşeng ku wezîfeyên Şerê Gel ê Şoreşgerî bi serketî bi cih anî.

Sala 2004'an berê xwe da Botanê û 4 salan li dilê gerîlatiyê Botanê têkoşiya, di nava şer de gihîşt û şareza bû. Hevrêya me Axîn her tim li pêş meşiya, li eniya herî pêş bû û weke pêşengekê ala têkoşînê hilda. Piştî Botanê derbasî Mêrdînê bû û ji wir jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, tempoya xwe ya têkoşînê timî bilind kir. Bi perwerdeya li Ocaxa PKK'ê ya Sakîne Cansiz û PAJK'ê, di îdeolojiya Rêber Apo de xwe kûr kir, bi felsefeya Rêbertî re bû yek û bi rengî hîn xurt tevlî kar bû. Bû xwedî wê şensê ku bi hevalên Gulan, Mahîr, Delal û Huseyîn Mahîr re têkoşînê bimeşîne, bû fermandareke mezin ku bi fermandarên fedaî yên mezin re meşiya. Bi qasî xwepêşxistinê her wiha pêxistina hevrêyên xwe jî ji xwe re kir esas. Wê hemû hevalên li gel xwe bi pêş ve bir û gihand. Berê wê timî li pêş û serketinê bû, weke fermandarekê xwedî plana pêşketinê bû. Hevrêya me Axîn di dilê her hevrêyên xwe de cih girt, bandor lê kir. Li nava hevrêyên xwe yên jin û mêr bû xwedî hezkirin û hurmeteke mezin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi îdîaya şerê li pêş jiya û derbasî meriyetê kir. Bi pêşniyar û israr wê, berê xwe careke din da Bakur. Bi coş, îdîa, kêfxweşî û moral tevî Şehîd Alî Piling mil bi mil derbasî Amedê bû. Zû gihîşt armanca xwe, dest bi pratîkê kir, hînî qadê bû û bi wezîfeya fermandariyê rabû. Di nava şert û mercên herî zehmet de bi îradeyeke bilind fermandarî kir û wezîfeyên demê bi ser xist. Pênc salan li qada Amedê derbên giran li dagirkeran xist, pêşengî ji gelek çalakiyan re kir. Li her qada ku lê dima tirs berdida dilê dijmin. Bû fermandar û milîtana fedaî ya Apoyî ku wezîfeyên herî zehmet bi cih anî.

Hevrêya me Axîn weke Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê wezîfeyên xwe bi serketineke mezin pêk anî, bû mînaka şênber a rastiya jin a Kurd a fedaî û azad ku xwe bi îdeolojiya azadiyê ya jinê ya Rêber Apo jinûve afirandiye. Herî dawî wezîfeya Fermandariya Eyaleta amedê pêk dianî, bû navê meşa li ser xeta serketinê ya fermandariya Apoyî ya fedaî di nava jiyan û şer de.

Hevrêya me Axîn ku serketinên mezin di jiyana şoreşgerî ya çaryeka sedsalê de pêk anî û bû yek ji fermandarên fedaî û rastiya jin a azad a herî bedew a felsefeya Rêber Apo, mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku ti carî neyê jibîrkirin. Meşa fedaî ya hevrêya me Axîn wê her tim rêya me ronî bike, ala têkoşînê ya ku wê ji me re hişt ji aliyê hevrêyên wê ve teqez bi ser bê xistin. Armanca wê ya 'Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad' wê bi cih bê anîn.

EGÎD BERXWEDAN

Bajarê serhildan û berxwedanê Amed, ji ber ku ew herêm e ku partiya me PKK lê ava bû, berxwedana zindanan a dîrokî lê hate kirin û têkoşîna me ya gerîla gihîştiye asta herî bilind, her tim bû navendeke têkoşîna me. Xelkê me yê Amedê yê hêja, ji destpêka têkoşîna me ve sekneke hêjayî vê mîsyonê nîşan da û dersa pêwîst da mêtingeran. Li gel polîtîkayên asîmîlasyon, komkujî, zextên giran ên dewleta Tirk a dagirker jî xelkê me yê Amedê tawîz neda, di berxwedanê de israr kir. Xelkê me yê Amedê berxwedan ji xwe re kir pîvana jiyana rojane, di heman demê de bi pêngavên şoreşgerî gelek caran kir ku dijmin li hemberî wan paşve gavê biavêje. Bi vê taybetmendiya xwe weke hêmaneke girîng a tevgera me ya azadiyê wezîfeyên dîrokî bi cih anî. Xelkê me yê Amedê ev kevneşopiya xwe ya berxwedanê gihand nifşên nû, kir ku têkoşîna me dewam bike û hêviya azadiyê ya gelê me zindî bimîne.

Hevrêyê me Egîd jî di nava kevneşopiyeke bi vî rengî ya berxwedanê de li nava malbateke welatparêz a li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû. Di salên 1990'î de ku zarokatiya wî derbas bû, mîna her zarokên hingî li Kurdistanê bû, rastiay dijmin zû nas kir. Bi taybetî êrîşên dijmin ên li hemberî gelê me bi hevrêyê me Egîd re bû sedema hêrseke mezin. Hîn di zarokatiyê de gihîşt wê baweriyê ku divê hesab ji dijmin bê xwestin, lewma xeta xwe ya jiyanê hingî diyar kir. Di Newroza 2005'an de ku sîstema KCK'ê ya Rêberê me lê hate ragihandin, hîn bêhtir partiya me nas kir, tevlî nava karên ciwanan bû. Hevrêyê me demeke dirêj di nava kar de ma, derfet dît ku tevlî perwerdeya îdeolojîk bibe. Bi perwerdeya li ser bingeha felsefeya Rêbertî re bandora dibistanên dewleta Tirk a qirker ji ser xwe avêt. Li hemberî dewleta Tirk a mêtinger ku tevî hemû hewldanên erênî yên Rêberê me û tevgera me xwe neda ber çareseriya demokratîk, di sala 2010'an de gihîşt wê baweriyê ku divê bi rengekî çalak tevlî karên pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî bibe. Di sala 2011'an de armanca xwe ya zarokatiyê pêk anî û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me demeke kurt li qada Amedê gerîlatî kir, li vir tevlî perwerdeya gerîlatiyê ya bingehîn bû. Perwerdeya li Bakurê Kurdistanê û li nava şerê giran ji xwe re ki firsend, di demeke kurt de bû xwedî tecrûbeya bi salan. Hevrêyê me derfet dît ku tiştên di perwerdeyê de hîn bû yekser derbasî pratîkê bike, li qada Amedê beşdarî gelek çalakiyan bû û mîsyona xwe bi cih anî. Tevî ku di nava refên gerîla de hîn nû bû bi wêrekî, tevlîbûn û sekna xwe ya milîtanî ji hevrêyên xwe re bû cihê baweriyê û piştre derbasî yek ji qadên herî zehmet ê Bakurê Kurdistanê Erzîromê bû. Li vir jî asta xwe ya tevlîbûnê roj bi roj bi pêş ve bir û bû gerîlayekî pêşeng. Nêzî 2 salan li Erzîromê pratîk kir, bi têkiliyên xwe yên sade û tevlîbûna xwe ya durust li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê.

Piştî ku di sala 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser Kobanê, hevrêyê me Egîd ji bo parastina destketiyên gelê me derbasî Kobanê bû. Li Kobanê ku şerê sîng bi sîng lê hate kirin, hevrêyê me Egîd şahidî ji berxwedana destanî ya milîtanên fedaî yên Apoyî re kir, di heman demê de bi ruhê fedaî tevlî çeperên berxwedanê bû. Tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li çeteyan hate xistin û Kobanê bihost bi bihost hate rizgarikrin. Careke din nîşanî dagirker û hevkarên wan da ku ruhê fedaî yê Apoyî ti carî têk naçe. Hevrêyê me Egîd ku di şerê giran de bi giranî birîndar bû, dema ku li Bakurê Kurdistanê tedawî didît, ji aliyê dewleta Tirk a hevkarê çeteyên DAÎŞ'ê ve dîl hate girtin.

Weke milîtanekî Apoyî ji pîvanên partiyê ti carî tawîz neda, bi her awayî tevlî kevneşopiya berxwedana zindanan a partiya me PKK'ê bû. Tevî ku bi giranî birîndar bûbû, li hemberî êşkenceyên dijmin li ber xwe da, bû nûnerê ruhê berxwedanê yê Kemal û Hayriyan. Pêvajoya demdirêj a li zindanê ji xwe re ki mîna akademiyê, li vir xwe di felsefeya Rêbertî de bêhtir kûr kir. Hevrêyê me xwe ji qirêjiya sîstema kapîtalîst paqij kir, xwe gihand kesayetiya Modernîteya Demokratîk ku xwe dispêre jiyaneke sosyalîst, wekhev û azad a Rêberê me. Li gel kûrbûna xwe ya îdeolojîk her wiha baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê gelê me çareseriya xwe bi xwe peyda bike. Ji bo vê jî gihîşt wê encamê ku Şerê Gel ê Şoreşgerî divê li tevahiay Kurdistanê bê belavkirin. Li ser vê bingehê li ser taktîkên leşkerî kûr bû, dersên girîng jê wergirt. Ji bo kûrbûna xwe û encamên wergirtî bixe pratîkê bê sebir bû. Piştî dîlgirtina 7 salan ji zindanê derket û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me bi hêsanî xwe gihand qadên ku berê gerîlatî lê dikir, bi coşeke mezin li benda xwegihandina hevrêyê xwe bû. Kêliya ku xwe gihand gerîla ji bo hevrêyê me bû yek ji kêliyên herî hêja yên jiyana wî, bi hêza ji hevrêyên xwe wergirtî yekser xwest dest bi pratîkê bike. Bi coşeke mezin xwe gihand çiyayên azad ên Kurdistanê ku bi salan bi hesreta wan bû. Li her qada ku lê ma sekneke hêjayî mîsyona pêşengiyê ya milîtanekî Apoyî nîşan da. Hevrêyê me Egîd bi danheviya îdeolojîk a li zindanê wergirtî ji perwerdeya hevrêyên xwe re bû alîkar, di heman demê de ji hevrêyên xwe tecrûbeyên pratîkî hîn bû û aliyên xwe yên kêmmayî temam kir. Hevrêyê me Egîd ku di serketina gelek karên li qada Amedê de xwedî ked bû, timî kete nava lêgerîna têkoşîna hîn xurt û serketinan. Gihîşt wê encamê ku tenê bi vî rengî dikare hêjayî Rêberê me û şehîdên leheng bibe.

Hevrêyê me deng da her qada ku lê dima û bandor li her hevrêyên pê re di nava kar de bû, kir û bi kesayetyia xwe ya milîtaniyê bû Apoyiyekî mînak. Heta kêliya ku şehîd bikeve, tesmîlkirina xeta berxwedanê ya partiya me PKK'ê pêk anî û heta nefesa dawî li ber xwe da, têkneçûna milîtaniya Apoyî nîşan da.

ROHAT PASÛR

Hevrêyê me Rohat li paytexta me Amedê di nava hewirdoreke welatparêziyê de hate dinê. 7 salan li YÎBO (dibistanên seretayî yên herêmî) ku dewleta Tirk a mêtinger ji bo asîmîlekirina zarokên Kurd weke amûreke qirkirinê bikar anîbû, xwend. Li vir pergala asîmîlasyonê ya ku mirovan ji kokê dûr dixe, nas kir û dev ji dibistanê berda û di karên cuda de xebitî. Hevrêyê me Rohat ê ku di kesayeta wî de dirustî û exlaqê civakî bi hêz e, hezkirina wî li hember Têkoşîna Azadiya Kurdistanê pêş ket. Bi taybetî di sala 2006’an de li herêma Mûşê şehadeta 14 gerîlayên bi çekên kîmyewî û piştî wê serhildanên gel ên pêşketî hevrêyê me Rohat gelekî bandor kir. Didît ku ancax bi şerkirina li hemberî dijminekî wisa hov û kujer dikare hebûna xwe biparêze û azadiya xwe misoger bike. Bi vê hişmendiyê dest bi têkoşînê kir. Di salên 2007, 2008 û 2009’an de bû yek ji generalên biçûk ên Apê Musa û di xebatên çapemeniya azad de cih girt. Belavkariya rojname û kovarên ku dengê azadiyê û heqîqetê diqîriyan kir. Di heman demê de di xebatên qada civakî de cih girt, bi rastiya xweseriya demokratîk û xwerêveberiyê bawer kir û ji bo vê jî hewl da civakê bi rêxistin bike û komunan ava bike, di meclîsên bajaran de cih girt û hewl da hemû berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Ji ber ku welatparêzekî birûmet bû û nûnertiya nasnameya azad a Kurd bû, di navbera salên 2009-2011’an de ji aliyê dewleta Tirk a qirker û mêtinger ve hate girtin û zêdetirî salekê li girtîgeha Amedê hate ragirtin. Di vê pêvajoyê de xwe di ziman, çand, dîroka têkoşînê, bîrdozî û paradîgmaya azadiyê ya Kurd de pêşxist û kûr kir û bersiva herî bi bandor da dijmin. Di zindanê de li ser bingeha xeta berxwedanê ya Mazlûm, çar şoreşgeran, Sara, Xeyrî û Kemalan li hemberî dijmin ti carî gav paşde neavêt û bi xurtkirina ruhê berxwedanê yê di dilê xwe de derket derve. Piştî demekê di qada civakî de erka xwe pêk anî, di sala 2013’an de li Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku hevrêyê me Rohat tevlî bû, bi destpêkirina meşên çareseriya demokratîk derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Nasbûna hevrêyê me Rohat bi têkoşînê re, jêhatiya wî ya di îdeolojiya Apoyî de, kesayetiya wî ya ku pîvanên Partiyê di kesayeta xwe de pêk dianî, sadebûn û giraniya wî ya di jiyanê de bû sedem ku zû bi jiyana gerîla re bibe yek. Bêyî ku zehmetî bijî xwe bi jiyana azad a çiyan re adapte kir. Bi lez perwerdehiya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê bi dawî kir û 3 salan li Herêmên Parastinê yên Medyayê erkên cuda girt ser milên xwe û ezmûneke girîng bi dest xist. Di heman demê de di çapemeniya gerîla de cih girt û serdemên ku şahîdî ji heqîqeta jiyana azad a gerîla kiriye, bi nivîs û qeydan tomar kiriye û ji dîrokê re mîras hiştiye.

Hevrêyê me Rohat armanca xwe ya sereke ewe ku li dijî dijminê mêtinger, qirker û qetlîamker şer bike. Ji ber ku wî dizanibû ku heta êrîşên dijminatiya vî dijminî neyên sekinandin û têkbirina dijberiya wî ya li dijî hebûna Kurd a azad wê ti carî bi dawî nebe. Bi vê bîr û baweriyê hevrêyê me Rohat di sala 2016’an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê û Amedê ku lê ji dayîk bûye û lê mezin bûye. Weke milîtanekî Apoyî ku li xakên ku cara pêşî tevlî nav gerîla bûyî tecrûbe bi dest ve anîbû û bi taktîkên gerîla serwer bûye, bi vegerê dilsoziya xwe ya bi welêt re nîşan daye.

Bi evîn û xwestekeke mezin li Amedê dest bi pratîka xwe kir. Hevrêyê me Rohat li gelek qadên Amedê geriya û çalakiya xwe lidar xist. Bi ruhê xwe yê fedaî û wêrekiya xwe ya mezin, di kêlî û cihên herî dijwar de ji berpirsyariya xwe dudilî nebû. Li ku derê karekî ku fedakarî û kedeke bilind jê re divê, bê dudilî derbasî wir bû. 7 salan bênavber û bêwestan têkoşiya. Bi cesareteke mezin gelek çalakî bi rê ve bir û derbên giran li dijminê dagirker xist. Bi hezaran êrîş û operasyonên artêşa Tirk a dagirker li Amedê pûç kir û gerîlatiyek bi bandor pêk anî. Hevrêyê me Rohat hevrêyekî mînak bû ku bi hevrêtiya xwe ya jidil, fedekarî, vîna bê dudilî û ruhê fedaî yê Apoyî her tim hêz dida hevrêyên xwe, bi hêza xwe ya îdeolojîk pêşengî wan dikir. Di bûyera dawî ya ku şehîd ket de, ligel fermandara me ya fedaî hevrê Axîn rawestiya, mil bi mil bi saetan li dijî dijminê dagirker şer kir û mînakeke mezin a lehengiyê nîşan da. Hevrêyê me Rohat bi ruhê fedayî di asta herî jor de bi nûnertiya milîtaniya mînak a serdemê tevlî karwanê şehîdan bû.

DEMHAT SETKAR

Botan, qada ku têkoşîna me ya azadiyê pêşî lê pêş ket û mezin bû, ji ber vê yekê her tim bûye hedefa dijmin. Dewleta Tirk a dagirker ku ji bo gelê me ji têkoşîna azadiyê dûr bixe û êrîşên qirkirinê bidomîne, bi gelek rêbazan hewl da û di vê çarçoveyê de bi pêşxistina sîstema cerdevaniyê xwest gelê me li dijî hev bixe. Gelê me yê birûmet ku ev siyaseta dijmin dît, ti carî van ferzkirinan qebûl nekir. Ji ber vê sedemê dijmin zext û êşkenceyên giran li gelê me kir û ji welat xwe koç kir. Dewleta Tirk a qirker xwest, bi ferzkirina bêrûmetiyê, cerdevaniyê ango koçberiyê encam bigire. Lê belê bi milyonan gelê me yê ku jiyaneke bi rûmet tercîh kir, bi hemû hebûna xwe ji axa ku pê ve girêdayî bû veqetiya û li ber dijmin serî netewandin û teslîmî polîtîkayên wan nebûn. Gelê me yê welatparêz ku li gundê Setkar ê Elkê dijîn bi hilbijartina jiyana bi rûmet teslîmî dijmin nebû. Ji ber vê yekê gelê me yê hêja Setkar neçar ma ku gundên xwe terk bike û koçî herêmên cuda bike. Lê dewleta Tirk a dagirker ku di dijminatiyê de sînoran nas nake, bi şewitandina gundê Setkar xwest hêviya vegera gelê me ji holê rake.

Malbata Temel ku yek ji malbatên me ye ku ji ber zextên dijmin koçî Wanê kirin û li Wanê bi cih bûn, tevî hemû êşkenceyên dijmin jî ji helwesta xwe ya welatparêziyê tawîz nedan, helwesteke mînak nîşan da. Hevrêyê me Demhat ku di vê malbata hêja de ji dayik bû, bi çanda berxwedanê ya malbata xwe û gelê me yê welatparêz mezin bû. Hevrêyê me yê ku bi guhdarkirina qetlîam, êşkence û koçberkirina gelê me ji aliyê dijmin ve mezin bû, li hemberî dijmin hêrseke mezin hîs kir. Ji ber vê sedemê ji biçûkatiya xwe ve lêgerîna wî li hemberî têkoşînê destpê kir. Hevrêyê me Demhat ji ber di nava welatparêziya Wanê de mezin bû, karî partiya me PKK’ê ji nêz ve nas bike. Berxwedana destanî ya ku gerîlaya azadiya Kurdistanê li hemberî dijmin pêşxist û derbe li dûv hev li dijmin xist hevrêyê me Demhat kelecanî kir û hişt ku bi awayekî aktîf beşdarî têkoşînê bibe. Hevrêyê me Demhat ku yekem car tevlî xebatên ciwanên welatparêz, şoreşger bû, di van xebatan de demeke dirêj têkoşiya. Hevrêyê me yê ku zû bû pêşeng di xebatên ku di nava ciwanên herêmê yên Wanê de da destpêkirin, di hişyarî, rêxistinbûn û tevlîbûna gelek ciwanên Kurd ên weke xwe de di nava refên têkoşînê de cih girt. Hevrêyê me yê ku piştre biryar da têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike, li gelek qadên Kurdistanê bi xebatên xwe bû yek ji kadroyên pêşeng ên ciwanên Kurd. Hevrêyê me yê ku di bin pêşengiya paradîgmaya Rêbertiya me de têkoşîna xwe didomand, bi pêşxistina xwe ya îdeolojîyê de her tim hewl da xwe bigihîne pîvanên milîtanên Apoyî. Hevrêyê me Demhat ku berê wî her tim li çiyan bû, têkoşîna gerîla ya li çiyayên Kurdistanê, fedekariyên tên kirin û şerê li ser xeta fedaî ji xwe re mînak girt. Li ser vê bingehê hevrêyê me yê ku her roj kesayeta xwe lêpirsîn dike, karîbû lêhûrbûna xwe ber bi têkoşînê ve biherikîne. Êrîşa topyekûn a dijmin a li hemberî gelê me, polîtîkaya tecrîda her tim a li ser Rêberê me, êrîşên li dijî gerîlayên azadiyê, bû sedem ku hevrêyê me Demhat berê xwe bide çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me yê ku ji herêma Amedê tevlî nava refên gerîla bû, yekemîn perwerdeya xwe ya gerîla li vir dît. Hevrêyê me Demhat ku di warê bîrdozî û rêxistinî de xwedî ezmûn û zanebûnek e, di warê leşkerî de xwe pêş xist. Di wê baweriyê de bû ku bi taybetî ji bo bersivdana êrîşên dijmin û hilanîna tola hevrêyên xwe yên bi çekên kîmyewî şehîd ketine, pêwîst e di warê leşkerî de xwe tekûz bike. Bi vê armancê rêhevalê me yê ku ji ezmûna leşkerî ya hevalên xwe yên ku pê re xebitî sûd wergirt, di taktîk û şêwaza gerîla ya serdema nû de xwe kûr kir. Hevrêyê me Demhat ê ku xwedî kesayetek pir mutewazî, kedkar û fedekar e, bi van taybetmendiyan rêz û hezkirina hevrêyên xwe da avakirin û bû hevrêyekî ku her tim dihat xwestin bi hev re bixebitin.Ji ber vê yekê li cihê ku lê bû ew der dibû çavkaniya moral û hêzê. Hevrêyê me yê ku li gelek cihan li qada Amedê xebitî, hem li dijî dijmin çalakiyên xwe yên bênavber xurt kir, hem jî li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî di nava birêxistinkirina gelê me de cih girt û erka xwe ya dewreyê bi cih anî. Hevrê Demhat dizanibû ku di vê rêyê de tenê dikare layiqî Rêbertiya me û rêhevalên me yên şehîd bibe, weke milîtanekî pêşeng ê Apoyî her tim mezinkirina têkoşînê esas girt.  Hevrêyê me Demhat ku di êrîşên dijmin ên 17’ê îlonê de bi hevalên xwe re bi fedekarî li ber xwe da û derbên giran li dijmin xistin. Hevrêyê me Demhat ê ku heta nefesa xwe ya dawî xwedî li nirxên me yên azadiyê derket, bê dudilî ber bi şehadetê ve meşiya û bû yek ji  pêşengên mînak ên ciwanên Kurd. 

RÊNAS TOLHILDAN

Hevrêyê me Rênas Tolhildan di 17’ê Îlona 2023’yan de li derdora gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de bi fedaî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Rênas ku ji roja ku tevlî nava refên gerîlayên azadiyê bû, bi tevlîbûna xwe ya fedaî, leheng, fedekar û bi kesayeta xwe ya dilsoz bû milîtanekî Apoyî yê mînak û peywira xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî bi cih anî. Hevrêyê me Rênas leheng ê Botan, bi pratîk û helwesta ku divê ciwanên Kurd li dijî dewleta Tirk a dagirker, qirker çawa şer bike nîşan da û bi hemû hêza xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê me li xaka ku lê ji dayik bû, mezin bû û bi vê taybetmendiya xwe bû pêşengê hemû ciwanên Kurd.

Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. D serî de ji malbata hêja hevrê Rênas re ku weke milîtanekî Apoyî bi berxwedana xwe bersiva pêwîst da artêşa Tirk a dagirker.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Rênas Tolhildan wiha ne:

Nasnav: Rênas Tolhildan
Nav û Paşnav: Ramazan Elîçumuş
Cihê dayik bûye: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Leyûn – Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: 17 Îlon 2023 / Botan

 

Gelê me yê qedîm ê Botanê ku bi têkoşîna azadiyê re careke din vejiyaye, xwedî li partiya me PKK û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derketiye û Botan kir navenda têkoşîna me. Gelê me yê ku di partiya me PKK'ê de pêşerojeke azad dît, axa mirî ji ser xwe avêt û bû gelê serhildêr. Şoreşa me ya vejînê bi serhildanên bi pêşengiya gelê me yê Botanê pêş ket. Berxwedana ku li Botanê dest pê kir, li Amedê û piştre li tevahiya Bakurê Kurdistanê belav bû û derbên giran li polîtîkaya qirkirinê ya dijmin da. Gelê me yê Botanê yê ku pêşengiya vejînê kir, ji bo azadiya gelê me fedakariya herî mezin kir û zarokên xwe yên herî bi nirx li refên gerîla zêde kir. Gelê me yê Botanê ku di têkoşîna me de bi hezaran şehîd bûn, her tim bîranînên şehîdên me parast û têkoşîna xwe hîn berfirehtir kir. Ji ber vê yekê gelê me yê bi qîmet ku ji fedekariyan dudilî nebû, di şert û mercên herî dijwar de jî xwedî li têkoşîna me derket û pêleroja xwe ji berxwedana Partiya me cuda nedîtin.

Hevrêyê me Rênas ê ku di malbateke welatparêz a ku di nava çandeke berxwedanê ya wiha de pêşketibû de ji dayik bû û bêguman bi vê çandê mezin bû. Hevrêyê me yê ku ji berxwedana erdnîgariya ku lê dijiya, îlham girtiye, di temenê xwe yê biçûk de di bin bandora gerîlayên ku hatine gundên wî de maye û biryara daye ku dema mezin bibe tevlî gerîlayên azadiyê bibe. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me Rênas ku xeyala xwe ya gerîlatiyê jî mezin kir, rastiya me ya giştî baştir fêm kir. Hevrêyê me Rênas ê ku nirxên ku bi têkoşîna azadiyê ya bi dehan salan a gelê me afirandî û bedelên van nirxan jiyîn û hîs kir, her tim giranî da ku bibe ciwanekî layiqî gelê me. Di heman demê de hevrêyê me yê ku rastiya dijmin, karakterê wê yê qirker û komkujiyên ku li ser gelê me pêk anîn dît, xwe hîn bêhtir tûj kir. Hevrêyê me yê baş zane ku tevlîbûna gerîla yekane rêya hesabpirsîna qetlîamên dijmin ên li ser gelê me meşandiye û pûçkirina siyaseta wî ya qirkirinê ye. Bi vê hişmendiyê di sala 2019’an de li ser xaka lê ji dayikbûye ji Botanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Rênas ê ku xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî û tevlî nava refên gerîla bû, di serdemeke ku dijminatiya dijmin li Bakurê Kurdistanê herî zêde bû, perwerdeya xwe ya seretayî li herêma Botanê dît. Hevrêyê me yê ku perwerdeya ku di şert û mercên şer de dîtiye bi lez û bez dahurandiye, dibe gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me Rênas ku demekê li cem fermandarê me yê hêja hevrê Egîd Civyan ma, di vê demê de bi sûdwergirtina ji tecrubeyên mezin ên hevrê Egîd xwe pêş xist. Partiya me ji hevrêyê me Egîd ê ku jiyaneke derwêşî jiya, prensîb û pîvanên PKK’ê hîn bû û bi gavên xurt dest bi milîtaniya Apoyî kir. Hevrêyê me yê ku yekser bi hevrêyên xwe fêrî rêgezên bingehîn ên gerîlatiyê bû, xwe gihand gerîlayekî bi disîplîn. Hevrêyê me yê ku bi taybetî dixwest di gerîlatiya serdema nû de jêhatî bibe, ji bo vê yekê her tim di nava lêgerînê de bû. Hevrêyê me Rênas ku ji derfeta herî biçûk jî xwe di beşên leşkerî de perwerde kir, ji bo tiştên ku hîn bûye bike pratîkê de hewl da. Hevrêyê me yê ku bi vê taybetmendiya xwe hurmeta rêhevalên xwe girt, bi beşdarbûna zêdetir bû layiqê rêzdariya hevrêyên xwe. Hevrêyê me yê ku li herêma Botanê ya ku lê ji dayik bûye û mezin bûye, avantaja xebata gerîlatiyê baş bi kar anî, li her qada ku tevlî bû, beşdarî erka pêşengiyê bû. Hevrêyê me Rênas ji Besta heta Gabarê li gelek qadan pratîze kir, bi zîrekiya xwe ya pratîk, bi xîret û taybetmendiyên xwe yên kedkar, her karê xwe bi ser ket. Bi tevlîbûna li gelek çalakiyên li dijî dijmin ên li herêma Botanê, karî tola gelê me ji dewleta Tirk hilîne ku ji zarokatiya xwe ve hêrseke mezin lê hebû. Lê hevrêyê me yê ku tevlîbûna xwe ya heyî qet têr nabîne; li ser esasê wê yekê ye ku bi zanebûna berpirsyarî û erkên xwe yên li hemberî gelê me, Rêbertiyê û şehîdên me zêdetir beşdar bibin. Ji bo vê jî di warê îdeolojîk û leşkerî de xwe bi pêş ve bibe vê yêkê ji xwe re bingeh girt.

Hevrêyê me Rênas, milîtanekî Apoyî yê rast, dilsozê nirxên azadiyê û çanda qedîm a Botanê bû, di êrîşa dijmin a 17’ê îlonê de şehîd bû, heta nefesa xwe ya dawî bi fedekarî li ber xwe da. Weke hevrêyên wî em bi hevrêyekî bi qîmet re di heman çeperan de ji bo heman armancan şer dikin. Em soz didin ku bi xurtkirina têkoşînê em ê bîranîna wî zindî bihêlin.”