ROJEVA 21'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.
Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Mûrat Karayilan li Kongreya 12'emîn a PKK'ê axivî û got, "Pratîka dewleta Tirk diyar e, lê em ji rê û rêbazên Rêber Apo bawer dikin." Karayilan diyar kir ku eger dewleta Tirk di tundiyê de israr bike, ew ê bi zimanê jê fêhm dike bersivê bidin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok ji bo şehîd Alî Haydar Kaytan got, "Hevalê Fûat yê ku herî zêde Rêbertî fêhm dikir, vedigot û dijî bû. Apoyiyekî pak bû."
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Nedîm Seven destnîşan kir ku wezîfeya wan ew e ku biryarên stratejîk ên Rêber Apo ji dil û bê kêmasî bi cih bînin û got, "Em ê bêteredût çanda Apoyî li Rojhilata Navîn û cîhanê li nava tevahiya mirovahiyê belav bikin."
Zilar Stêrk diyar kir ku yên sed sal in polîtîkaya înkar û îmhayê ferz dikin îradeya PKK'ê dîtine û got, "Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi ti awayî nikare bê tepisandin û tinekirin."
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Rotînda Amed ragihand ku her gotineke Rêber Apo ji bo wan perspektîf û talîmat e û got, "Paşerojê çi wezîfe û berpirsyarî dibe bila bibe, amade me tevlî bibim."
Kongreya 12'emîn a PKK'ê veguherî manîfestoya berxwedan, fikir û dilsoziya bi Rêbertiyê re. Ev kongreya dîrokî ya bi ruhê gerîlatiyê re lêhûrbûye, bi pêşengiya ciwanan, bi biryardariya gelan û baweriya bêdawî ya bi xeta heqîqeta Rêber Apo re deriyê demeke nû vekir. Çavdêriya Ciwan Tûnç.