KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir
HPG'ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir. Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 1081 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. 8 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên gerîla. -
KJK'ê Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz bi bîr anî
Koordînasyona KJK'ê fermandara gerîla Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz bi bîr anî ku sala 2019'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. -
Li 9 taxên Nisêbînê qedexe hate ragihandin
Li 9 taxên gundewarên Nisêbînê bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hate ragihandin. -
Li Çewligê 1’ê Gulanê: Deshilata heyî bûye belaya serê civakê
Li Çewligê rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan 1'ê Gulanê bi daxuyaniyekê pîroz kirin û gotin: "Desthilata heyî bûye belaya serî civakê." -
1’ê Gulanê li Hewlêr û Xaneqînê hat pîrozkirin
Di meşên 1’ê Gulanê yên li Hewlêr û Xaneqînê de bal kişandin ser têkoşînê û xwestin şert û mercên xebatê bên sererast kirin. -
Li Amedê peyama 1’ê Gulanê: Em ê bi ser bikevin
1’ê Gulanê li Amedê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de wiha hat gotin: ”Em ê desthilatê bişînin û em ê bi ser bikevin.” -
Hilbijartinên 14'ê Gulanê û li Tirkiyeyê pêvajoya guherînê ya radîkal
Hilbijartinên 14'ê Gulanê yek ji hilbijartinên herî girîng ên dîroka komarê ye... Lewma divê gelê me, jin û ciwan bi vê têgihişt û hêrsê bê kêmasî dengê xwe bidin. Gelekî girîng e ku deng ji Partiya Çepên Kesk re bê dayin. -
Xelkê Sinûnê meclîsa xwe jinûve vekir: Rêveberiya Xweser bi êrîşan tune nabe
Avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê ku ji aliyê sîxurên PDK-MÎT'ê ve hatibû teqandin, jinûve hate vekirin. Di merasîma vekirinê de hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê bi gef û êrîşan tune nabe. -
Fermandariya Qada Botanê ji bo Çetîn Gungor daxuyanî da
Fermandariya Qada Botanê diyar kir ku Çetîn Gungor ê ku di sala 2019'an de bi hinceta gumanê hatibû destgîrkirin, li ba gerîlayan krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye. -
Şêniyên Mexmûrê bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê pîroz kirin
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî daxuyanî hate dayîn. -
Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
Desthilatdariya AKP-MHP'ê 14 herêmên Şirnexê bi îdîaya ewlekariyê weke 'herêma ewlekariya taybet a demkî' ragihand. -
Çewlîg: Li Zapê qediyan, li Enqereyê jî wê biqedin
Endama Fermandariya Biryargeha YJA Starê Zozan Çewlîg diyar kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ji aliyê leşkerî ve li Zapê qediya û di hilbijartinên 14'ê Gulanê de wê li Enqereyê jî biqede. -
Dagirkeran 41 caran êrîş kirin
Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 41 caran êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. -
PKK: Em ruhê berxwedan û serketinê yê 1'ê Gulanê bigihînin 14'ê Gulanê
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî daxuyaniyek da û got, "Em coşa 8'ê Adarê û Newrozê bigihînin 1'ê Gulanê, ruhê berxwedan û serketinê yê 1'ê Gulanê jî bigihînin 14'ê Gulanê." -
Dogû: Dengê xwe bidin û desthilatdariyê hilweşînin
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû got, "Divê nêzîkatiyeke ji rêzê li vê hilbijartinê neyê kirin û bi lez ev desthilatdarî bê xistin." -
Serdem: Têkçûna Erdogan têkçûna hevkaran jî ye
Endamê Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê Ronî Serdem diyar kir ku PDK’ê çarenûsa xwe bi Erdogan re kiriye yek û got: “Li Kurdistan û herêmê sedemê esas ê bêaramiyê, Erdogan û hevkarên wî ne.” -
Dilekî evîndarî Rêbertî û çiyayan: Gulçiya Gabar
YJA Starê diyar kir ku Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê, ji Fermandarên Biryargeha Navendî Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz şehîd bûne û got, "Ew dilek bû, evîndara Rêbertî, welat, çiya, gerîla û hevalên xwe bû." -
Peyama KCK’ê ya ji bo 1'ê Gulanê: Ji bo hilweşandina tifaqa AKP û MHP’ê em bang dikin
KCK: "Em bang li her kesî dikin ku bi hestên yekîtî û hevgirtinê 1'ê Gulanê bi xurtî pêşwazî bikin û bi van hestan em banga piştgiriya ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk dikin ku em tifaqa AKP û MHP’ê hilweşînin.” -
Seroka TTB’ê li Amedê ye: Pir nema, piştî 16 rojan em ê biguherin
Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, ji bo piştevaniyê hat ber Edliyeya Amedê û got: “Pir nema, piştî 16 rojan wê ev hemû biguherin, em ê biguherin." -
Ji bo Fermandar Dilxwaz Gabar li Hezexê şîn hat danîn
Ji bo Fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar ê par li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li gundê Bafê yê Hezexê şîna hat danîn. -
Halîse Aksoy jî di nav de 11 kesên din dîl hatin girtin
Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatibûn şandin jî di nav de 11 kesên din dîl hatin girtin. Hejmara kesên ku di operasyona li Amedê de dîl hatin girtin gihîşt 38'an. -
Ozaras: Operasyona qirkirina siyasî, xebateke hilbijartinê ye!
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras, bertek nîşanê operasyonên qirkirina siyasî yên navend Amed, da û got: “Ev operasyon, xebateke hilbijartinê ye.“ -
Li Amediyê mayîn teqiya: Kesek jiyana xwe ji dest da
Li nêzî baregaha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li Amediyê mayînek teqiya. Di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. -
Nasnameya 2 gerîlayên li Serhedê şehîd bûne, hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Serhedê di şer de şehîd bûne eşkere kir û got “Em sozê didin ku em ê xeyala wan a Rêbertiya azad û Kurdistana azad pêk bînin.” -
Şêniyên Mexmûrê fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar bi bîr anî
Şêniyên Wargeha Mexmûrê fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar ku 21’ê Gulana 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bi bîr anî.