Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn

Apê Mûsa di 32'emîn salvegera qetilkirina xwe de li gundê Sitîlîlê yê Nisêbîna Mêrdînê li ser gora xwe hat bibîranîn. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan got: "Bi kuştina Apê Mûsa re xwestin rastiyê bikujin, lê nikarin rastiyê bikujin."

Rojnamevan, nivîskar û zanayê Kurd Mûsa Anter ku di 20'ê Îlona 1992'yan de li Amedê hat qetilkirin, li gundê Sitîlîlê yê Nisêbîna Mêrdînê li ser gora xwe hat bibîranîn. Endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlemneterên Partiya Çepên Kesk, nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê rojnamevan Huseyîn Akyol, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî bîranînê bûn. 

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Ewilî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Akdenîzê bilêv kir ku wer fikirîn ku bi kuştina Apê Mûsa dê pênûsê wî li erdê bimîne, lê belê "generalên biçûk" ên Apê Mûsa pênûsa wî li erdê nehiştine û bal kişand ser rojnamevanên girtî yên li ser şopa pênûsa Apê Mûsa. 

‘NIKARIN RASTIYÊ BIKUJIN’

Paşê Hevserokê DFG'ê Serdar Altan axivî. Altan jî diyar kir ku 32 sal in şagirtên Apê Mûsa wî bibîr tînin û got: "A rast xwestin bi kuştina Apê Mûsa re rastiyê bikujin. Lê îro xuya ye ku nikarin rastiyan di tariyê de bihêlin. Nikarin rastiyê bikujin. Kombûna me ya li vir jî û wêneyê li vir jî vê yekê nîşan dide." Altan destnîşan kir ku bi kuştina Apê Mûsa re ji bo çapemeniya Kurdî pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got ku bi xebata çapemeniya Kurdî re rastiya Kurdan li cîhanê belav bûye. 

Paşê Anter Anter axivî û got ku ew ê her li ser rêça Apê Mûsa bin.