Sersaxiya şehîd Temel bi girseyî hate ziyaretkirin

Sersaxiya gerîlayê HPG’ê Çetîn Temel ê ku di encama bomberdûmana hewayî de ya li bejahiya Licê şehîd bibû, bi girseyî hate ziyaretkirin.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Çetîn Temel (Demhat) ê li taxa Daraqol a Licê ya Amedê di encama bomberdûmana hewayî de şehîd bibû, li taxa Sixkê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê mala sersaxiyê hate danîn.

Di nava wan de rêveberên MEBYA-DER, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, HDP û palsmenterên Partiya Çepên Kesk hebûn girseyek qelebalix çûn serdana malbata şehîd Temel.

Ciwanên beşdarî merasîma sersaxiyê bûn, posterên Temel vekirin û dirûşmên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kirin.

Tê payîn ku cenazeyê şehîd Temel îro ji Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê bê wergirtin û ji bo definkirinê bibin Wanê.