Li bejahiya Geverê operasyona bi SÎHA û wesayitên zirxî

Hêzên dewleta Tirk a dagirker li bejahiya gundên Tiloran a Jêr û Tiloran a Jor ku ser bi navçeya Geverê ya Colemêrgê ne, dest bi operasyonê kirin.

Li gorî agahiyan, hêzên dewleta Tirk li bejahiya Tiloran a Jêr û Tiloran a Jor bi beşdariya gelek leşkeran dest bi operasyonê kirin.

Li herdu gundan, pirên ber bi zozanên Horê, Bere Sor û Conî bi wesayitên zirxî hatin girtin, her wiha gund hatin dorpêçkirin.

Serê sibehê bi gelek wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî bi sedan leşker ber bi herêmê ve hatin veguhastin.

Li qadên ji çiyayên Sipêrêz û Omerê jî balafirên bêmirov ên bi çek digerin.

Gundiyên ku li Zozana Bere Sor mihên xwe hene, têne astengkirin. Her wiha ahte ragihandin ku Bêrîvan jî beriya pezê xwe bidoşin vegeriyane gund.