Çîftyurek: Dewlet dixwaze bi rêya eşîran gelê Kurd kontrol bike

Roj bi roj hejmara komeleyên eşîran ên ku ji aliyê dewletê ve tên fînansekirin zêde dibe. Hejmara komeleyên eşîran ên li Wanê hatin avakirin gihîşt 20’an. Parlamenter Sînan Çiftyürek got, "Hilbijartina Wanê tesadûfî nîne."

Piştî eşîrên Riha û Amedê komele vekirin, eşîrên ku li Wan û bajarên derdorê dimînin jî bi lez û bez dest bi avakirina komeleyan kirin. Hin eşîrên ku van demên dawî li Wanê komele ava kirine; eşîrên Kurhesinî, Brûkî, Pînyanîşî û Sileyxan bi danezanekê ragihandin ku wan yekîtiya xwe ava kirine. Nûnerên eşîran avakirina saziyên wekî Komeleya Lihevkirin û Aştiyê ya Civakî û Federasyona Eşîrên Kevnar îlan kirin.

Balkêşe ku walî, qeymeqam û burokrasiya dewletê beşdarî bernameya komeleyan bûn. Li Wanê herî dawî Komeleya Eşîrên Mîlan hate vekirin.

POLÎTÎKAYA DEWLETÊ: FUHÛŞ, TIRYAK, EŞÎRTÎ

Dewleta ku li bajarên Kurdistanê fuhûş û tiryakê teşwîq dike, niha jî eşîrtiyê ji nû ve zindî dike. Mîna Riha û Amedê, Wan jî weke navenda eşîran hatiye hilbijartin. Roj tune ye ku komeleyeke nû ya eşîran neyê vekirin. Dewlet li Wanê ya ku bi sedan eşîr lê hene, bingeha pevçûnên nû amade bike û  hewl dide bi rêya eşîran gelê Kurd di bin kontrola xwe de bihêle.

Waliyê berê yê Wanê qeyûm M. Emîn Bilmez, di sala 2021'ê de tevî hemû qeyûman beşdarî merasîma vekirina komeleya eşîra Pinyanişê bû û di dema birîna qurdeleyê de ev tişt anîbû ziman: "Eşîr di dîrokê de her tim bi dewletê re bûne, em ê her cure piştgiriyê bidin van komeleyên eşîran." Piştî vê axaftinê hejmara komeleyên eşîran zêde bû û heta niha li Wanê 20 eşîran komele vekirine. Bingeha van hemûyan bi Federasyona Eşîrên Qedîm a ku di sala 2016’an de bi pêşengiya Rasîm Aslan hatibû avakirin, hat avêtin. Aslan di vekirina vê komeleya ku bi fînansa dewletê hat avakirin de wiha gotibû: "Em li dijî terorê li cem dewleta xwe ne." AKP bi vê polîtîkayê dixwaze di hilbijartinên herêmî de zextê li gel bike.

‘EŞÎRETÎ CERDEVANIYÊ XWEDÎ DIKE’

Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek derketina eşîrên bin navê komeleyan de ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku dewletê dîsa dest bi alîkariyê ji eşîran kiriye. Çîftyurek got ku li pişt girîngdayîna komeleyên eşîran mebestên siyasî hene.

Çîftyurek bi lêv kir ku îdiaya waliyê berê yê Wanê M. Emîn Bîlmez ku dibêje; ‘eşîr timî alîgirê dewletê ne’ dereweke mezin e û wiha axivî: “Tecrûbeyên me yên dîrokî vê yekê bi zelalî ji me re eşkere dikin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, em dibînin ku piştî ku Walî beşdarî vekirina komeleya eşîran bû, eşîran li pey hev komele ava kirine; ji ber ku dewlet piştgiriya aborî dide. Divê mirov li ser vê pirsê raweste, ka çima dewlet li Kurdistanê destekê dide eşîrtiyê û dixwaze pêşî li parçebûna wê bigire. Ji ber pergala kapîtalîst a bi pêş dikeve eşîr ji hev belav dibin. Aboriya bazarê êdî derbasî bajar û metropolan bûye. Sedema helwesta dewletê tirsa wê ew e ku bi jihevketina eşîrê re di çîna Kurdan de avakirina civakeke nûjen û pêşxistina tevna nûjen bibe sedema pêkhatina çandên nû ku hem di warê siyasî û hem jî di warê olî de eşîran derbas dikin. Ew ji pêkhatina kesên bihêz ditirsin.”

'DIXWAZIN CIVAKÊ BI EŞÎRTIYÊ BIXIN'

Çîftyurek anî ziman ku serdema ‘herin bi axa re hevdîtinê bikin’  qediya ye û wiha domand: “Berê di hilbijartinan de gel dengê xwe dida partiya ku axa diyar kiribû, lê niha em dibînin ku ev yek ji holê rabûye. Serdema ku axa dayîna dengan diyar dike bidawî bûye û ew wan dixe nava fikaran. Peymana serokê eşîrê ya bi dewletê re diyardeyên wek cerdevaniyê pêş xistibû, lê êdî dawî li vê yekê tê. Dewletê ne dikaribû hin eşîran razî bike ku bibin cerdevan û ne jî dengê xwe bidin wan. Eşîrên ku wan îqna kiribûn, li gorî daxuyaniya axa neçar man ku bibin alîgirê dewletê. Bi çareseriya eşîrtiyê re çeka herî mezin a dewletê ji destê wan de ye. Ji ber ku bi vî rengî dixwazin civakê qels bikin, di navbera tevgera siyasî ya kurd û eşîran de aloziyê derxin û civakê ji têkoşîna demokrasiyê qut bikin. Ji ber vê jî dewlet hewl dide ku pêşî li perçebûna eşîran bigire. Dewlet di pirsgirêka Kurd de bêçare ye. Nikarin herikîna avê rawestînin. Dewlet heta ku pirsgirêka kurd çareser neke nikare aboriyê sererast bike. Tirsa wan ew e ku  dibêje ger ez di çarçoveya rêveberiyên herêmî de peywirê bidim wan, wê demê ji bo Amed û Wanê jî divê ez bidim wan. Îsrara dewletê ya li ser eşîran li dijî ronakbîriya Tirkiyeyê û Kurdistanê helwesteke e.”

'DIXWAZIN LI SER EŞÎRÊ BI DEWLETÊ VE GIRÊ BIDE'

Çîftyurek anî ziman ku Wan li herêma Serhedê weke baregeh hatiye hilbijartin û wiha dewam kir: “Di nava bajarên Kurdan de, Wan weke herêma pîlot di vî warî de hat hilbijartin û demeke dirêj e li Rihayê polîtîkayeke bi vî rengî tê meşandin. Li hinek civak û welatan hinek bajar cureyekî navenda erdnîgariya wan in. Ger ev bajar qels bibin, bajarên derdora wan jî qels dibin. Pêngavên têkoşîna demokratîk a Rihayê wê bandorê li Êlih û Dîlokê bike; pêngavên siyasî yên Amedê bandorê wê li hemû Kurdistanê bike; pêngavên li Wanê wê tevahiya Serhedê rake ser piyan. Ji ber vê yekê ne tesaduf e ku Wan hatiye hilbijartin. Faktora duyemîn jî ew e ku Wan potansiyela pêşketina herêmê jî bi xwe re hildigire û di dawiyê de jî, Wan di navbera sê parçeyên Kurdistanê de ye. Beşa sereke ye ku Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê bi hev ve girêdide. Ji ber vê yekê dewletê giraniya xwe daye ser Wanê. Ji bo Wan di warê aborî û çandî de paşde bimîne her tiştî dikin. Ew dixwazin eşîrtî bidome û girêdana bi dewletê re jî bidome."