Ji bo Fermandara Eyaleta Amedê Axîn Mûş mewlûd hat dayîn

Ji bo Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê û Fermandara Eyaleta Amedê Axîn Mûş li Licê di bombardûmanê de şehîd bibû, mewlûd hat dayîn.

Ji bo Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê û Fermandara Eyaleta Amedê Axîn Mûş (Hulya Demîrer) li gundê Daraqol ê Licê di bombardûmanê de şehîd bibû, li gundê Hoşgeldî yê Kopê  mewlûd hat dayîn. MEBYA-DER, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk, rêvebir û parlementerên bajêr tevlê mewlûdê bûn.

Piştî xwendina mewlûdê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin.

Mewlûd bi dayîna xwarinê û duayan bi dawî bû.