Cenazeyê Denîz Bulbun bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Nûnera KNK'ê Denîz Bulbun ku li Hewlêrê ji aliyê dewleta Tirk û PDK'ê ve hat qetilkirin, li Geverê bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî hate veşartin.

Denîz Bulbun ê di 18’ê Îlonê de li bajarê Hewlêrê yê Herêma Federal a Kurdistanê di êrîşa li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de hat qetilkirin, li navçeya Gever a Colemêrgê tevî astengiyan hate veşartin. Cenazeyê Nûnerê KNK'ê yê Başûrê Kurdistanê Bulbun ê ku bi saetan li Deriyê Sînor ê Xabûrê hate ragirtin, ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û heta saetên şevê radestî malbatê nehate kirin.

BULBUN BI GIRSEYÎ HATE PÊŞWAZÎKIRIN

Cenazeyê ku piştî otopsiyê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin, tevî astengiyên leşker û polîsan ên li nuqteyên kontrolê jî bi konvoyê anîn bajarê wî Geverê. Cenazeyê Bulbun ku li gundê Bolûkê bi girseyî hate pêşwazîkirin, bi dirûşmeyên "Şehîd namirin " birin gundê Dêleze. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên partiyên siyasî û bi hezaran kes tev li merasîma girseyî ku li vir ji bo Bulbun hate lidarxistin bûn.

BI DIRÛŞMEYA ‘ŞEHÎD NAMIRIN’ HATE VEŞARTIN

Piştî ji bo cenazeyê wecîbeyên olî hatin bi cih anîn, bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bimre xiyanet, bijî Kurdistan" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" bi meşê birin goristanê. Bulbun li vir bi dirûşmeyan hate veşartin.

‘KURDAN DEST JI BERXWEDANA XWE BERNEDAN’  

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar li ser gora Bulbun axivî û got: “Hemû berdêlên ku me ji dest dane, nirxên gelê Kurd û têkoşîna wî ne. Ev nirx nirxên ku divê ji aliyê her kes ve xwedî lê bê derketine. Têkoşîna bi sedsalan a ku ji aliyê gelê Kurd ve tê meşandin heye. Mixabin ev têkoşîn hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn li her qadên ku Kurd lê dijîn rastî êrîşên dijwar hatiye. Piştî ku Wezîrê Derve yê vî welatî Hakan Fîdan çû Herêma Kurdistanê, êrîş zêde bûn. Herêma Federe ya Kurdistanê veguheriye qada qetilkirin. Gelê Kurd li ser sînorên Tirkiyeyê li ber xwe da, hêza xwe îspat kir û dest ji berxwedana xwe berneda. Îcar Tirkiye niha çi dike? Di şerê xwe yê li dijî Kurdan de hewl dide tifaqên nû çêbike.”

‘PDK Û MALBATA BARZANÎ HEVKAR IN’

Çîgdem Kiliçgûn Uçar got, “Gotina me ji PDK’ê re ye, gotina me ji malbata Barzanî re ye” û wiha domand, “Nûnertiya KNK’ê li cihekî ku 7 roj 24 saetan di bin kontrola Asayîşê de ye, çawa ev cinayet tê kirin? Çawa xeberê we jê çênebû? Çawa çêbû ku têkildarî vê bûyerê we nekarî gotinekê jî bêjin? Heta ku faîl neyên eşkere kirin, hêzên li pişt wan neyên eşkerekirin, PDK û Malbata Barzanî hevkarê vê cinayetê ne.”

Ûçar, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Rêzdar Denîz tu bi xêr hatî li ser axa ku tu jê dayik bûyî. Tu bi tenê nehatî. Tu bi têkoşîna jê bawer kirî û ked dayî hatî vir. Gelê te li vir tu hembêz kirî. Em soz didin, têkoşîna ku te li ser navê yekitiya netewî ya Kurd dimeşand, di serî de hevrêyên te yên vir û hemû gelê Kurd dê xwedî derkeve û bîne asteke bilind. Serê me hemûyan sax be.”

Ji bo Bulbun dê li gundê Dêleze şîn bê dayîn.