Sarica: Heta ku tecrîda li Îmraliyê bê şikandin em ê têkoşînê mezin bikin

Berdevka Meclîsa Jinê ya DBP'ê Aynûr Sarica got, "Heta ku Birêz Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bimeşînin û mezin bikin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye."

Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Aynûr Sarica li Buroya Piştevaniyê ya Navenda Giştî civîna çapemeniyê lidar xist. Sarica bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Aynûr Sarica anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê her roj bêhtir giran dibe û got, "Her ku tecrîd giran dibe, bandorê li gelê Kurd, civakê û tevahiya Rojhilata Nvaîn dike. Armanc ji tecrîda girankirî astengkirina fikir û nêrînên Birêz Ocalan ên ji bo gihandina gelan e. Heta ku tecrîd bê şikandin, heta ku Birêz Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe dewam bikin û mezin bikin. tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Giranbûna tecrîdê bandorê li girtîgehan jî dike. Rojên derbasbûyî li Agiriyê li girtiyên jin bi rêbaza girêdana beraz êşkence hate kirin û gefa kuştinê li wan hate xwarin. Ne tenê li Agiriyê li girtîgehan hemûyan êşkence û zext hene. Jinên ku têdikoşin ti carî bi paşve gavê neavêjin. Em li girtîgehê jî bin li derve jî bin em ê têkoşîna xwe mezin bikin."

Aynûr Sarica di salvegera yekemîn a qetilkirinê de Jîna Emînî bi bîr anî û destnîşan kir ku di serî de li Îranê jinan li her devera cîhanê astengî nas nekirin.

Aynûr Sarica bi dewamî anî ziman ku di tevahiya dîrokê de PDK li ser xeta xiyanetê meşiya ye û got, "Em Kurd bi hev re hene, em ê bi yekîtiya xwe xwe bidin naskirin. Daxwaza Serokkomarê Tirk û Barzanî şer e. Hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê siyasî ve lawaz bûne. Lewma jî dixwazin di nava gel de xwe bi şer nîşan bidin û hebûna xwe dewam bikin. Êrîşî her derê dikin. Weke DBP hefteyeke em çalakiyan dikin û dibêjin ku xiyanetê qebûl nakin. Me li Silopiya, Gever, Îzmîr, Mersînê çalakî kirin. Di çalakiyan de êrîşî gel kirin. Mîna ku beriya 100 salan kirin niha jî hewl didin Kurdistanê parçe bikin. Ji bo yekîtiya Kurdan kar tê kirin. Di demeke welê de ku Kurd gelekî nêzî statuyê ne, bi rêya Barzanî tê xwestin ku Kurd bêne parçekirin. Heta ku em hebin em ê yekîtiya xwe bilind bikin. Li cihekî şer hebe, li wê derê herî zêde şer bandorê li jinan dike. Jin li her derê bi rola pêşengiyê radibin. Em destketiyên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin. Em ê ti carî nehêlin ku dest bidin destketiyên me. Em ê nehêlin ku hûn xiyanetê li Kurdan bikin."