Malbatê cenazeyê Denîz Bulbun wergirt

Cenazeyê nûnerê KNK'ê Denîz Bulbun ê ku bi hevkariya PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, ji aliyê malbatê ve hate wergirtin.

Cenazeyê Denîz Bulbun ê ku di 18'ê Îlonê de li Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Hewlêrê bi hevkariya PDK û MÎT'ê hat qetilkirin, ji aliyê malbatê ve hate wergirtin.

Cenaze ji hêla malbata Bulbun û gelek kesan ve ji Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê hat wergirtin.

Piştî merasîma li Nûnertiya KNK'ê, bi tevlîbûna endamên HDP, KNK û gelek kesan wê cenazeyê Bulbun ji bo definkirinê ber bi Bakurê Kurdistanê ve were birêkirin.